Çîroka evîna feylesofê Petrus Abelardusî û Hêloisê, bi qasî çîroka Mem û Zîn’ê, yan jî bi qasî çîroka Romeo û Julîet’ê navdar e. Hêloise biraziya Canon’ê Notre Dame’yî bûye. Petrus û Hêloisê dil ketine hev û bi dizî bi hev şabûne. ...
Çîroka evîna feylesofê Petrus Abelardusî û Hêloisê, bi qasî çîroka Mem û Zîn’ê, yan jî bi qasî çîroka Romeo û Julîet’ê navdar e. Hêloise biraziya Canon’ê Notre Dame’yî bûye. Petrus û Hêloisê dil ketine hev û bi dizî bi hev şabûne. ...
‘Dîrok dê ne mîna şair û feylesofekî, lêbelê dê mîna dildarekî behsa min bike. Erê, dê mîna dildarê te behsa min bike û ez bi hezkirinê nizanim.’
Petrus Abelardus (Ji nameya ku Heloisê re şandiye)
Ez bi vî hawî hez dikim:
Ji zerafet, zalimtî, narinî, çorsî û ji wê şairiya te,
ji wê mêraniya ku tu ne xwediyê wê yî hez dikim.
Zemanekî tu zaro bûyî û rojekê tu dê bimrî û bibî cendeke,
lewma ji te hez dikim.
Hem ji bedena te û hem jî ji aqilê te hez dikim.
Ne tenê ji xetên stûyê te yên muntezam,
Ji xweydana binçengên te jî hez dikim.
Ji wê hêza te ya ku agir berdide xwîna min,
ji wê bêhêziya te ya ku mîna zarokekê,
hîsa girtina destê te dide min hez dikim.
Xweda nikaribe wiha hez bike,
nexwe ez ê jî hezkirina xwe bikim Xweda.
Heloise (Ji nameya ku Abelardî re şandiye)
ÇÎROKEKE EVÎNÎ
Çîroka evîna feylesofê Petrus Abelardusî û Hêloisê, bi qasî çîroka Mem û Zîn’ê, yan jî bi qasî çîroka Romeo û Julîet’ê navdar e. Hêloise biraziya Canon’ê Notre Dame’yî bûye. Petrus û Hêloisê dil ketine hev û bi dizî bi hev şabûne. Zarokek ji Hêloisê re çêdibe û piştî ku zaro tê dinyayê, bi awayekî dizî dizewicin.
Canon’ê mamê keçikê, birayên keçikê sor dike û doza tolhilanînê li wan dike. Li ser vê yekê, birayên Hêloisê şevekê bi ser Abelardus ve digrin û wî dixesînin (xirê wî jê dikin). Di dawiyê de, Petrus dibe keşîş û Hêloisê jî dibe rahibe.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0