Jixwe tişta herî hêsan ew e ku meriv hemû sersarî û tiralî û nezanî û bêserûbertiya xwe bavêje ser milê dagirkeran û bi delalî xwe ji sedema hemû têkçûnan bişo. Mixabin me guh neda deng û hêza gotin û pirtûk û zanîn û felsefê, an jî piştguh kir. ...
Jixwe tişta herî hêsan ew e ku meriv hemû sersarî û tiralî û nezanî û bêserûbertiya xwe bavêje ser milê dagirkeran û bi delalî xwe ji sedema hemû têkçûnan bişo. Mixabin me guh neda deng û hêza gotin û pirtûk û zanîn û felsefê, an jî piştguh kir. ...
Hevpeyvîn bi Evdile Koçer re
‘Şoreş û ronesansa civakî, dê çawa çêbe jixwe her kes ji min çêtir dizane!
Lê dê "çawa çênebe", ez dizanim! Bi "ferman, talîmat, slogan, çepik û saziyên vikîvala" qet şoreş û ronesansa civakî çênabe; heke çêbûya, niha me li Bakur deh Kurdistan ava kiribûn ezbenî!’
Evdile Koçer
Pirs: Di vê gotina xwe a li jor de, te balê daye ser pêdivîya şoreş û ronesansa me a civakî. Bi a te, çima pêk nehat û di vê pêknehatin an derengîyê de, rola sîyasetmedarên ku li ser navê kurdan sîyasetê dikin çi ye? Gelo rast e ku meriv hemû sûcên rewşa heyî, wekî encameke dagirkarîyê binirxîne? Bi taybetî jî, di vî warî de sûcê me kurdan çi ye?
Bersîv: Jixwe tişta herî hêsan ew e ku meriv hemû sersarî û tiralî û nezanî û bêserûbertiya xwe bavêje ser milê dagirkeran û bi delalî xwe ji sedema hemû têkçûnan bişo. Mixabin me guh neda deng û hêza gotin û pirtûk û zanîn û felsefê, an jî piştguh kir. Bi qasî girîngiya dengê çek û slogan û mîtîngan, divê em goh bidin dengê ferheng û pirtûkxane û dibistanên zanistê jî. Qêrîn û çepik û girîn û lorîna mîlyonan her çiqas ku heq û rewa be jî; divê siyasetmedar jî daxwaz û xwestekên gel li ser maseyên siyaseta dinyayê bike ala û plan û proje û zanîn û lobî.
Bila şaş neyê fêmkirin: Carna girîng e ku tu 1 mîlyon mirovî derxî meydanan; lê carinan jî jê girîngtir e ku tu 5 nivîskar û zanist û zanyaran heta 6 mehan bixî odeyekê daku ji te re stûna projeyekê/zanînekê/fikreke nû deynin ber serê civakê; dema ev tune be, ew 1 mîlyon dê li meydanan her li dora xwe bizivire û dê her dem di nava hêviya tiştekê de ked û xwêhdana xwe xerc bike; lê dema tu rêya zanîn û lobî û proje û pirtûkxaneyan deynî ber serê ciwanan, hingê tu yê ked û xwêhdana dêbavan jî li meydanên siyaseta dinyayê bikî lobî û peyman û rê û rêgez ji bo civaka kurd.
Niha belkî hin kes aciz bibin, lê ez ê vê jî bibêjim: Di roja îro de hinek sazî û dezgehên kurd bi qasî hesabê INSTA û TÎKTOKekê rêya ciwanên navçe û bajarên xwe ronî û serwext nakin. Saziyên ku metodên dinyaya dijîtal û hişê çêkirî nizanibin, divê li ber hişê ciwanên kurd nebin kelem û asteng; divê bi hişê xwe yê dimaldemayî ve li ser serê me dirdir û birbirê nekin. Dagirker heke bi sazî û sîstema xwe ve te asîmîle û tune bikin, helbet ev sûcê mirovahiyê ye; lê heke tu jî bi saziyên vikîvala û bêserûber û bêvîzyon ve nikaribî ronahiya Xanî û Bedirxanan deynî ber ciwanên kurd, bibore lê ev jî sûcek e!
Pirs: Bi qasî dizanim heta niha 5 kitêbên te hatine weşandin:Koçerbêj, Pêlava Brîndar, Koçername, Mirin û Govendistan. Bawer dikim Koçerbêj û Koçername yek berhem in newsa? Gelo a niha, tu ji bo xwendevanên xwe, çi dinivîsînî? Gelo a niha, em dikarin mizgînîya berhemekê te a nû bidin?
Bersîv: Koçerbêj û Koçername du pirtûkên cûda ne, lê naveroka wan hema bêje eynî ne ku bi nivîs û gotarên mîzahî/îronîk/felsefîk ve hewl didin ku ji hin meseleyên civakî re bibin çirûskek. Belkî tê zanîn ku ligel gotarên îronîk, ez çîrokên dirêj û kurt jî dinivîsim. Pirtûka ‘Mirin’ ji çîrokên dirêj; Pirtûka ‘Pêlava Birîndar’ jî ji çîrokên biçûçok(minîmal) pêk tên.
Ev demek dirêj e hinek çîrokên min ên biçûçok ji bo pirtûkeke nû xwe amade dikin, xwe dixemlînin; ev çîrokên min ji min re dibêjin, “Tiraliyê neke koçero, em dixwazin bifirin û li asîmanên dinyayê bikevin…’ Ez jî bi bahane û rastiya ‘Çîrok çiqas bêtir bimeyîn, ew çend xweştir dibin.’ , wan qane dikim:)
Pirs: Tu kengî ji Kurdistanê hatî Almanyaê û gelo, ji ber çi sebeban te berê xwe da Ewropayê? Dema tu niha difikirî, ji hatina xwe tu poşman dibî yanê na?
Bersîv: Ji sala 2004’an ve li dû hinek xewn û xeyalan ve ez hatime ewropayê. Gelek xeyalên min pêk hatin; hinek na; lê jiyan wisa ye. Bi temametî ez ji hatina xwe ya ewropayê ne poşman im; ji ber ku şertên jiyan û xweavakirin û derbirîna rih û fikra azad li welêt tunebûn û hê jî tune ne.
Rast e ku meriv carina ji sosyolojî û herikîna ziman û çand û civakê dûr dimîne, lê bi nasîn û fêrbûna ziman û çandên nû ve meriv bêtir li ziman û çand û kok û newal û çiyayên xwe ve tê grêdan. Xerîbiya li dûrî welat dike ku meriv bêtir hez ji kevir û gotinên xwe bike; dike ku meriv li ber ziman û çandên din ezmûntiyeke baş bike ji ziman û çanda xwe re.
Pirs: Hema bibêje 20 sal in ku ez te dişopînim û tu, her û her tenê bi kurdî dinivîsînî ligel ku tu bi tirkî û almanî jî baş dizanî. Çend caran jî min dîtiye ku te wekî nerazîbûnekî, di Roja Zimanê Zikmakî a Cihanî de bi tirkî nivîsîye ji bo tu bikaribî balê bidî ser mesele û girîngîya zimanê kurdî. A niha jî, tu di gelek dezgeyên medya sosyal de, bi zarûzimanê xwe dîtin û ramanên xwe diweşînî. Bi a te, sebebên vê dilsarî û xemnexwarîya kurdan çi ne û bi a te, çareserî çi ye?
Bersîv: Nivîskariya li ser ziman û çand û wêje û felsefeyê, ez dibêjim qey wekî terapî û hezkirin û dilberdanekê ye. Ez wisa dizanim ku di zarokatiyê de meriv ji pêsîra kîjan zimanî şîr vexwaribe, rihê mayî jî bi wî zimanî mezin dibe; hûnandina wêje û çand û felsefeyê bi rihê ziman ve grêdayî ye; rihê min bi kurdî ye.
Ya din: ez wekî mîsyonertî û çalakiyekê li zimanê kurdî dinêrim. Dema ez siyasetmedar û nivîskarekî kurdîzan re bi tirkî diaxivim/dinivîsim, ez dibêjim qey ez xiyanetê li hebûna xwe dikim; derdê min di vir de ne zirt û sloganeke siyasî ye, bi rastî jî neynika rihê min wisa ye. Pêdiviya civaka tirk bi tirkiya min; pêdiviya civaka alman bi almaniya min tune ye; lê pêdiviya civaka kurd bi kurdiya min heye. Helbet bê minetî em mecbûr in xizmeta ziman û çanda xwe bikin. Ma nexwe wê civaka kurd bimîne li benda Orhan Pamuk û Ahmet Altan ku jê re bi kurdî derd û kulên wê bikewîne.
Çareserî jî ne di nav rojek û sloganekê de ye; lê di nava hewldanên dixweavakirin û karekterê rewşenbîrên civakê de veşartiyê. Nivîskar û hunermendên ku berhemên xwe bi kurdî derdixin, lê danasîna wê bi tirkî dikin, helbet pirsgirêkên wan ên karekterîst hene. Meriv li mala xwe mêr/jin be û ji xwe bawer be, meriv ne hewce ye derkeve ser ban û ji bo piştraskirina ziman û çandên din qûna xwe bihejîne. Bila meriv şivan û xulamê zimanê civaka xwe be; lê ne mîr û paşayê zimanê dagirker û asîmîlekeran be.
Pirs: Li gor dîtinate, di civaka me kurdan de (helbet yekser ne yek e) adetên herî nebaş çi ne ên ku tu ji wan hez nakî? Ez dibêm qey tu gelek caran ji xeşimî û çavsorîya hinek ciwanên me ên nûpêketî aciz dibî, yanê na? Wekî din, gelo çi hene?
Bersîv: Adetên herî nebaş: Meriv fikra xwe wekî rastiya ser û binê dinyayê deyne pêşiya her kesî. Meriv bi saetan monologê bike û temenê xwe bêyî sohbet û henek û genekan derbas bike. Meriv nan û avakê bide mêvanekî û li 40 gundan behs bike. Meriv li ser navê rojnamegeriyê bekotiyê bike û partiyên kurd bera hev bide. Meriv ji bo berjewendiyên mal û şêx û serok û partiya xwe mêş bike gamêş, gamêşê bike mêş. Meriv ji her tiştî şov û qeşmertiyê bike û ji çemê jiyanê bibe.
Jiyan xweş e, divê meriv bijî, lê divê meriv li ser navê orf û adetên xwe jiyana kesî jî, orf û adet û jiyanên cîranan jî neherimîne, dîndar û ataîstek jî, kurd û tirkek jî, heke ku pozê xwe nekin nav orf û adetên hev, dê jiyan xweştir be.
Tu jî dizanî ku dagirkeran hişê partiyên kurd û qibleya ciwanên kurd çeliqandine û ew jî gelek caran tên belayê xwe li kesên wekî min didin; helbet xwîna wan dikele, carna belasebep aciz dibin sor dibin, divê meriv bi sebir û şêwazeke Apê Mûsa ve bi wan re sohbetê bike, şaşî bi şaşiyê rast nabe; hêrs bi hêrsê aram nabe. Divê meriv kevirên ciwanên kurd bike gul û rihan û bi dizîka deyne ser rêka wan:)
Pirs: Em dizanin kuAlmanya warê philosophia û philosopha ye û alman, bi vê yekê gelekî şanaz û serbilind in. Meriv dikare bibêje ku di vî warî de xwedîyê kultur û kitêbxaneyeke gelek mezin in. Bi hezaran kitêbên philosophên wan ên ku li gelek zimanên sereke ên cîhanê hatine wergerandin hene. Gelo, bi çi rê û rêbazan, kurd dikarin wan berheman bikin mal û milkê kultura xwe? Tu çi pêşnîyar dikî?
Bersîv: Weke tê zanîn em di gelek tiştan de paş ve mane; sebep û sedemên wê jî her kes dizane. Lê şikir va ye Hişê Çêkirî tê hawara gel û ziman û çandên bindest. Kurdên ku ji teknolojiyê fêm dikin divê Marks û Niezsche û Schopenhauer û Kafka û hwd. bi kurdî bidine axaftin û wekî radyoyên berê bixin hemû malên kurdan.
Pirtûkxaneyên dijîtal ên deng û dîmen dê teqleyeke nû bidin ber ronesansa Kurdistanê. Pirtûkxaneyên klasîk dê cihê xwe ji pirtûkxaneyên dijîtal re bihêlin. Helbet ji vê yekê re jî dîsa komên xebatê yên zana û xwende û sponsor lazim in.
Pirs: Em dizanin ku tu koçer û geştyar î û zozan zozan digerî. Bi taybetî jî, gelek caran tu diçi Kurdistana Bakur jî. Dema tu diçi welêt, gelo tu çi hîs dikî? Hestên çawa li cem te peyda dibin? Çend roj berê tu çûbûyî ziyareta gora gorbiheştê apê Musa Anter jî newsa?
Bersîv: Ger û geryan jî yek ji nexweşiyên delal in ku pêsîra min girtine û min ber bi hemû deşt û zozanên xwe ve dixişkînin. Lê bi xêra koçerî û geryanê min fêm kir ku tama ava hemû kaniyan û çandan cûda ye. Çand û orf û adetên cûda yên Kurdistanê wekî kulîlkên rengîn xwe berdidin nav rihê min; ez pê serbilind dibim; bi naskirina herêm û çandên cûda ve meriv bêtir tê ser hişê xwe û meriv bêtir li dewlemendiya çanda xwe heyîrî dimîne.
Heta niha ez çend caran çûme ser gora Apê Mûsa, Arjen Arî, Wedat Aydin û hwd, her demê rihek trajediyek dîrokek di ber çavên min re derbas dibe. Apê Mûsa bi şêwaza xwe ya mîzahî ve yek jê rêberê felsefeya jiyana min e.
Pirs: Gelek ciwanên me, roja îro dixwazin ku di warê çand û edebîyata kurdî de bixebitin û berheman biafirînin. Gelo, ji bo wan pêşnîyarî û şîretên te çi ne?
Bersîv: Heke ez niha ciwanekî 20 salî bûma, min ê rihê xwe dilê xwe bi kelepora kurdî tejî bikira û li nav kelepora dinyayê jî ger û geryaneke baş bikira. Min ê ji nifir û çêr û dua û biwêj û dengbêj û gotinên pêşiyan ji xwe re maleke wêjeyî ava bikira.
Min ê bêtir goh bide hûnandina metafor û wêne û tevna xurt. Bi hezkirina ziman û çanda xwe ve, min ê ji hêla rihî ve pehînekê li serûçavê manûpilasyonên dagirkeran bida. Min ê xwe ji wêjeya bîrdozî bişûşta. Min ê di berhema xwe de eynî qîmetê bida dengê mela û keşe û pîr û dayîk û zarok û ataîst û nihîlîstan.
- Ji bo van bersivên te ên balkêş û têr û tijî, li ser navê malper û kovara Philosophia Kurdî, ez gelekî spasîya te dikim. Tu her hebî.
- Ez jî gelek spas dikim bo vê derfet û derbirînê. Xwedê gotin û felsefeya kurdî ji dîwan û kaniya we kêm neke.
Evdile Koçer nivîskarekî kurd e. Di sala 1977an de li Sêrtê hatiye dinyayê. Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin.
Berhemên wî
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0