Zimanê me, nasnameya me ye. Zimanê me, hebûna me ye. Ev herdu durişme îro bûne nan û av ji bo kurdan. Ev herdu durişme qasî nan û avê pêdivî ne ji me re. Li gor gelek lêkolînên ku heya niha hatine kirin ...
Zimanê me, nasnameya me ye. Zimanê me, hebûna me ye. Ev herdu durişme îro bûne nan û av ji bo kurdan. Ev herdu durişme qasî nan û avê pêdivî ne ji me re. Li gor gelek lêkolînên ku heya niha hatine kirin ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Zimanê me, nasnameya me ye. Zimanê me, hebûna me ye. Ev herdu durişme îro bûne nan û av ji bo kurdan. Ev herdu durişme qasî nan û avê pêdivî ne ji me re. Li gor gelek lêkolînên ku heya niha hatine kirin ji bo ku gelek xwe wek neteweyek bide nasîn pêşî dibêjîn zimanek hevpar, paşî çand û tore, bawerî, ax û ala didin pêş. Rast e ev hemû jî giring in. Lê ji bo me kurdan di roja îro de ev yek ne hêsan e mixabin. Em gelek parçe bûne. Erda me parçekirî ye, zimanê me ji hev dûr ketiye, hema bejin ku bûne zimanên serbixwe. Mamosteyek li Zanîngeha Artûkliyê dibêje ku Kurmancî, Soranî, Goranî, Zazakî bûne zimanên serbixwe lê di bin sivanga zimanê Kurdî de cih girtine. Di civaka kurdan de bawerî jî cuda bûne; Musulmanî, Ezidî, Elewî, Yarsanî, îsewî, Musewî hene. Heta tîpên nivîsê jî; Latînî, Erebî, û Krîlî. Pirî caran ji devokên hev, ji zaraveyên hev tê jî nagihijin; Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewramî, Goranî, Lekî, Kelhûrî, Feyîlî û hwd.
Her parçeyek êdî xwediyê çanda xwe bixwe ye û ji çanda beşên din jî dûr ketine. Mixabin îro bûne dijên hev. Li ser bawerî, devok, çand û siyasetên hev gotinên çort dikin û dijberiyên hev dikin. Raman, hest û hessasiyetên wan cûda bûne û ji wan re xerîb tên niha, çanda dagirkerên parçeyên wan ji wan re êdî nêzik bûne. Di lêkolînek zaningehek de bang li komek mirovan kirine. Ew kom kirine du beş. Her beşek di nav xwe de hêdî hêdî nêzî hev dibin û girêdayên hev dibin. Paşî dest bi boxtanên li ser beşa din dikin. Herdu beş jî piştî demek dibin dijberên hev û dijminatiyên hev dikin. Bê sedem.
Lêkolîner dibînin ku rewş xirab dibe û herdu beş jî li hember hev rawestiyane û xwe amadeyê şerê hev dikin. Lêkolîner dikevin navbera wan de ku wan aşt bikin û şerê di nav wan de bidawî bikin. Lê ji destê wan tiştek nayê êdî. Em kurd jî îro di heman rewşê da ne. Em parçe kirine, ji hev belav kirine ji bo berjewendiyên xwe. Em jî wek masiyên bê çare ketine di tora wan de û li gor planên wan tevdigerin. Baş e, ew kom çawan kirine yek? Gefek ji wan mezintir peyda kirine û êrişê herdu koman kirine. Herdu beş ji bo ku xwe biparêzin, hebûna xwe bidin berdewam kirin tên ba hev, dibin yek, hêza xwe xurttir dikin û zorê li wî gefê dibin, xwe jê azad dikin.
Çareya me jî ev e. Her çend em nekarin bibin yek jî di rewşa niha de, divê em boxtanan li hev nekin, dijberiyên hev nekin, nêzî hev bibin, guh bidin hev, sînorên di navbera çand, raman, û hestên hev rakin û bi wî awayê bibin yek. Di dema îro de saya serê teknolojî û dijitalizeyê em dikarin heya astek van sînoran rakin. Em dizanin ku îro Akademisyenên me çar parçeyan bi hev re hevkariyan dikin, çalakiyan dikin û xwe hînê devokên hev dikin. Kêm jî be, dereng jî be nivîsên hev dixwînin, werdigerînîn û pêşkêşên gel dikin. Huner pêş dikevin û belavên parçeyên din dibin. Ev cihên dilşadî û serbilindiyê ne. Ez bawer im ku ev helwest dê xurttir bibin û dê ew astengî û sînor ji nav holê rabin. Diruşmeyek din jî ku gelek jê hez dikim; ‘eger em nebin yek em ê herin yek bi yek’. (06.01.2022)
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0