Nivîsa Sewda Xanzad a Yekem
Nivîsa Sewda Xanzad a Yekem
Silav! Ev nivîsa min a yekem e, ku min bi we ve girê dide. Bêguman ev rêzik, destpêka rêyekê ye ku em bêyî hev bibînin, bibihîzin; bi hestan hev nas bikin.
Werin em li ser vê rûpelê hev nas bikin...
Nasîn tenê girtina destan û nihêrina çavan nîne. Hinek caran bi ramaneke, hinek caran bi hesteke, bi nihêrîna li heman aliyê, ev nasîn pêk dihê. Nasîn wek gava tu li ber deriyek dimînî; ne bi tevahî di nav derî de yî, ne jî tevahî li derveyê derî yî. Wekî bayekê derî bi hêsanî veke, tu nizanî di hundir de çi heye. Belkî tiştên ji te re ne, belkî tiştên ji te dûr in…
Ev dergehê vekirî, hem te dixe meraqê, hem jî dixe tatêlê.
Ji ber ku nasîn li berçavbûn e.
Û li berçavbûn gelek caran ne parastî mayîn e.
Hêzê çavdêriyên yekem gelekî mezin e. Mirov di serê xwe de biryaran çêdike:
"Divê ez li vir bimînim? an divê rêya xwe bidomînim?"
Lê heke tu niha vê nivisê dixwînî, û heke ev nivîs dest dabe hest û ramanên te, nexwe me ji zû ve hev naskiriye..
Di vî quncikê de ez ê behsa xwe, behsa fikrên xwe, hestên xwe bikim, û belkî jî behsa vê bêdengîya ku em hemû tenê bi dilê xwe hest dikin, bikim...
Hûn bi xêr hatîn...
Sewda Xanzad
21.04.2025
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 1
Ali Gurdilî
Bi xêr û xweşî hatî malper û tv a Philokurdê Sewda xan. Ez destxweşîyê li te dikim li ser navê rêvebirîya Philokurdê. Ne şaş bim ramanwerekê jin wiha gotibû: 'jinek bi xwe nifşekê perwerde dike' û dema ez, kar û xebatên keç û jinên kurdan dibînim an dixwînim, hercar ev gotin dihê bîra min. A rast jî gelekî watedar e. Ez gelekî keyfxweş dibim dema ciwanên me, berê xwe didin çanda miletê xwe. Pîroz be ezbenî. Silav û hurmet.