Jenosîda Êzîdiyan 2014: Bîr û Dadmendî ne bi bêdengî têne avakirin
Wekî ku di wênê ser bergê brûşûrê de jî diyar dibe, di rojên nêzîk de Zanîngeha Duhokê, bi rêvebirîya Koleja Zanistên Mirovî, amade dibe ku Konferansa Zanistî ya Çaremîn a Navneteweyî...
Konferansên li ser jenosîdan divê berî her tiştî bîra cangoriyan biparêzin, ne ku tenê li ser wan biaxivin
Jenosîda Êzîdiyan 2014: Bîr û Dadmendî ne bi bêdengî têne avakirinAfîşa Konferansê.jpg50.1 KBWekî ku di wênê ser bergê brûşûrê de jî diyar dibe, di rojên nêzîk de Zanîngeha Duhokê, bi rêvebirîya Koleja Zanistên Mirovî, amade dibe ku Konferansa Zanistî ya Çaremîn a Navneteweyî bi sernavê:
“Jenosîda Êzîdiyan 2014: Di Navbera Bîr û Dadmendiyê de”
li dar bixe.
Li gorî agahiyên fermî yên hatine belavkirin di brûşûra konferansê de, ev konferans bi rêberiya:
Dr. Azad Salem Mihemed – Serokê Konferansê
Prof. Dr. Saîd Xudeda Alo – Dekanê Koleja Zanistên Mirovî, Zanîngeha Duhokê
û bi rêvebirîya Komîteya Amadekariya Konferansê tê lidarxistin.
Min wek lêkolînerekî Êzdîtiyê gotara xwe ya bi sernavê:
“Êş û azarên ku Êzdiyên li Bakurê Kurdistanê di demê jenosîd û koçberiyê de dîtine”
ji bo vê konferansê şand.
Di e-nameyeke fermî de, ku di Adara 2026an de ji aliyê Komîteya Amadekariya Konferansê ve ji min re hat şandin, hat ragihandin ku:
“Kurteya lêkolîna we bi sernavê ‘Jenosîda Êzîdiyan 2014: Di Navbera Bîr û Dadmendiyê de’ hatî wergirtin û pejirandin. Ji kerema xwe, berî 15ê Adara 2026an, tevahiya lêkolînê bi rêbernameyên Kovara Zanîngeha Duhokê re bişînin.”
Ev pejirandin, bê guman, gavêkî erênî bû. Lê piştî ku min brûşûra fermî ya konferansê û bernameya destpêkê bi baldarî xwend, bi xemgînî û şaşbûn min ferq kir ku:
– Di vekirina destpêkê ya konferansê de merasimeke rihaniyê ya Êzdîtiyê ne hatî plan kirin.
– Bibîranîna fermî ya cangoriyên Jenosîda Êzîdiyan 2014 di bernameyê de cih nagire.
– Deng û şertên civaka Êzdîtiyê, ku ev konferans li ser navê êş û trajedîya wan tê lidarxistin, wek bingehên moralî ne hatine hesibandin.
Ev kêmasî tenê pirsgirêkeke teknîk an rêxistina bernameyê nîne. Ev di rastiyê de pirsgirêkeke bîrê, ramanê û rûmeta dîrokê ye.
Konferanseke ku bi navê jenosîda Êzîdiyan tê lidarxistin, heke bê ku cangorî û bîra wan di destpêkê de bi rêz were nîşandan, ew xeter dike ku bibe çalakiyeke akademîk a bê rih û bê rûmet.
Jenosîda Êzîdiyan 2014 tenê mijarek ji bo gotar û panelan nîne. Ew birînekî vekirî ye ku hîn jî di can, hiş û rihê civaka Êzdî de dijî. Ji ber vê yekê konferanseke ku bi navê vê trajediyê tê lidarxistin divê berî her tiştî rêzê ji cangoriyan re nîşan bide.
Ji ber vê yekê, min di daxwaznameyeke fermî de, ku ji bo Komîteya Amadekariya Konferansa Zanistî ya Çaremîn a Navneteweyî li Zanîngeha Duhokê hat şandin, bi rêz daxwaz kir ku:
Vekirina konferansê bi merasimeke rihaniyê ya Êzdîtiyê were destpêkirin.
2. Cangoriyên Jenosîda Êzîdiyan 2014 bi awayekî fermî û bi rêz werin bibîranîn.
3. Deng û şertên civaka Êzdîtiyê wek bingehên moralî yên vê konferansê werin qebûlkirin.
Her weha min ji Komîteya Amadekariya Konferansê re diyar kir ku, eger heta 15.03.2026an bersiveke fermî ji bo vê daxwaza min nedin, ez ê neçar bim ku vê mijarê bêdeng nehêlim û nêrîna xwe ji bo raya giştî ragihînim.
Ev nêrîn û daxwaznama min ne ji bo şertandina kesan e, ne jî ji bo kêmkirina girîngiya konferansê. Armanca wê ev e ku bîra cangoriyan nebe tenê serişteyek ji bo nîqaşên akademîk, lê wekî rastiyeke dîrokî û moralî were parastin.
Bangeke vekirî
Heke armanca rastîn ya vê konferansê “bîr û dadmendî” ye, divê ev her du ne tenê di sernavê de, lê di pratîkê de jî cîh bigirin. Dengê rihaniyê û bibîranîna cangoriyan ne şertên goşeyî ne; ew bingehên moralî yên her nîqaşeke li ser jenosîdê ne.
Bîr bê rêz qet dadmendî nabe.
Kemal Tolan
Lêkolînerê Êzdîtiyê û berhevkarê kevneşop û zargotina Êzdîtiyê
* Bi rêzdarî spasiya nivîskar û lêkolînerê Êzdiyatiyê Wasfî Hekarî dikim ku, ew jî dibêje: „Bi rastî jî, konferansa ku li ser jenosîda Êzdîyan tê lidarxistin divê ne tenê bibe civîneke akademîk an jî şêwazeke protokolî.
Ev konferans divê naverokeke rastîn û giran bigire ser milên xwe û bibe bîranîneke zindî ji bo cangoriyên jenosîdê; bibe dengê kes û malbatên wan, dengê êtîmên ku ji vê trajediyê mayîn û dengê nifşên ku hîn jî barê vê birîndarîyê hildan.
Heke ku ev konferans nikare ev erkê mirovî û moral bi ciddiyetê bigire, wê demê pirs derdikeve holê: ma çima jenosîdê di kiraseke siyasî de tê cilkirin? Jenosîd ne mijarek propaganda an jî şanaziyeke siyasî ye; ew birîna zindî ya civakekê ye ku hîn jî di bîranîna gel de dimîne.
Ji ber vê yekê, pêşniyara min ew e ku di nav programa konferansê de cihekî taybet ji bo êtîmên jenosîdê bê veqetandin, da ku ew hest û bîranînên xwe yên ku bi salan bar kirine bi peyam, gotin an jî helbestan bi ziman bînin. Carinan gotina qurbanîyan xwe ji her rapor û gotara akademîk hîn bandortir e.
Her weha dikare li konferansê karekî hunerî jî bê amadekirin; mînak komek şanoger ku êş, trajedî û çîrokên qurbanîyan bi şêwazeke dramatîk nîşan bidin, da ku beşdarên konferansê ne tenê bi zanîn, lê her weha bi hest û wijdanê xwe re rû bi rû bibin.
Lê di heman demê de pêdivî ye ku pirsên girîng jî bêne kirin. Di vê warê de nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên li Duhokê dikarin rola girîng bilîzin. Ew dikarin bi rêya semîneran, konferansan û lêkolînên zanistî hişmendiyeke wijdanî, exlaqî û dîrokî li ser têkiliyên navbera civaka birîndar a Kurdên Êzdî û Kurdên misilman pêş bixin.
Divê ew bi awayekî vekirî balê bikişînin ser vê rastiyê ku di dîrokê de hinek zihniyet û hêzên ku xêrnexwazên gelê Kurd bûne, gelek caran hewl dane ku têkiliyên pêkve jiyanê di navbera Kurdên Êzdî û Kurdên misilman de sînor bikin û wan ji hev dûr bixin. Ev zihniyet di gelek deman de bûye sedema birîndariyên mezin û trajediyên ku civaka Êzdî jî ji wan bêpar nebû.
Ji ber vê yekê, akademîsyen û rewşenbîrên herêmê divê berpirsiyariya xwe ya wijdanî û dîrokî nas bikin û temam bikin. Rola wan ne tenê li derveyî civakê ye, belkî di nav civakê de jî divê bibe ronahiyeke ku gelê xwe li ser rastiyên dîrokî agahdar bike.
Her weha divê ew pêşengîtiyê bikin ku ev hişmendî ne tenê di nav zanîngehê de bimîne, lê belkî bibe rêberiya civakî ji bo hemû derdoran. Bi vî awayî, rêxistinên civakî, mamosteyên dibistanan, nivîskar, hunermend û kesên ku di jiyana civakî de rolê wan heye jî dikarin erka xwe ya ku di hin waran de di cih de maye temam bikin û gelê xwe di vê warê de ronî bikin.
Armanca vê hewldanê divê ew be ku têkiliyên navbera civakên ku dîrokê wan birîndar kiriye, li ser bingehên rastiyê, bîranînê, berpirsiyariyê û rûmeta mirovî were nûvekirin. Ji ber ku bêyî rûbirûbûna bi rastiyên dîrokê, ne pêvajoya başkirinê û ne jî pêvajoya pêkve jiyanê dikare bi awayekî rastîn pêk were.
Hêvîdarim ev konferans bi rastî jî bibe dengê qurbanîyan, dengê windayiyan û bibe gava ku civak bi rastiyên xwe re rû bi rû dimîne.
Şîrove 0