Hûn hemû jî dizanin, ku hatina Êzdîyan a dîasporaya Ewropa di nîveka salên şêstî de destpêkiribû. Li ser şêst salî ye, ku Êzdî li ser xaka parzemîna Ewropa dijîn. Hege piçûk, hege mezin, karûbarên Êzdîyan li dîasporayê jî bi dehsalan in ...
Hûn hemû jî dizanin, ku hatina Êzdîyan a dîasporaya Ewropa di nîveka salên şêstî de destpêkiribû. Li ser şêst salî ye, ku Êzdî li ser xaka parzemîna Ewropa dijîn. Hege piçûk, hege mezin, karûbarên Êzdîyan li dîasporayê jî bi dehsalan in ...
Ez û Tû, Mirîşka me a Sor û Dîkê Mala xaltîka min
Ez û tû, mirîşka me a sor û dîkê mala xaltîka min. An jî ‘bila qinik piçûk be, lê bila qinik ê min û te û mala xala min be’.
Mixabin rade û pîvanên di nava pêkhate û sazîyên civaka Êzdî, hîna jî karûbarên xwe di vê çarçoveyê de di meşînin. Ji berê û paşê ve, Êzdî ev bûn, îro jî ev in, weke xûya dike, ê ji virûha jî ev bin. Ji ber ku sed mixabin nîşaneyên guhertin û transformasyonê di nava Êzdîyan de ne mewcûd in. Ne berredayî fîlozofê navdar Karl Marx digot: “Xwebûna mirov hişmendîya mirov kufşdike”*.
Hemû kes û pêkahatêyên Êzdîyan divê hişê xwe bidine serê xwe. Em Êzdî jî weke hemû mirovên li ser rûyê erdê, di duyemîn çaryeka sedsala bîstûyekem de dijîn. Em ne li wan welatên kevneperest, despot, hov û barbar in, ku em ji wan revîyabûn, dijîn. Kurt û kurmancî em Êzdî bi hejmareke mezin li dîasporayê dijîn û ev rastî naveroka sosyolojîya nû, a me Êzdîyan teşkîl dike.
Hûn hemû jî dizanin, ku hatina Êzdîyan a dîasporaya Ewropa di nîveka salên şêstî de destpêkiribû. Li ser şêst salî ye, ku Êzdî li ser xaka parzemîna Ewropa dijîn. Hege piçûk, hege mezin, karûbarên Êzdîyan li dîasporayê jî bi dehsalan in bi awayekî têne meşandin.
Mirov carna ji xwe dipirse, meşandina xebat û karên mal û pêkhateyên Êzdîyan li Ewropa û welatên şaristanîya hemdem, gelo çewa têne birêkpêkkirin?
Hewceyî gotinê ye, ku pêkhateyên Êzdîyan ên li Ewropa û li welatên şaristanîya hemdem kar dikin, pêwîst e, karûbar, danûsitandin û rabûnûrûniştinên xwe li gorî rêgez û normên Ewropaya Rojava û şaristanîya hemdem birêkûpêk bikin. Ji ber ku hemû zarokên me û nifşên nû, di çarçoveya perwerdekirina xwe de, li ser mufredat, tedrîsat, talîm û terbîya cîhana şaristanîya hemdem, mezin dibin. Bîografîya van zarokan û vî nifşên nû bi tevahî li ser vî asasî têye avakirin û birêve birin. Ez bawer im em di vê xalê de hemfikir in.
Lê cîhê mixabinîyê ye, ku ev rêgez, norm û peywirên li jorê rêzkirî gelek caran nayêne bikar anîn. Bi dîtina min, bi çend levz û gotinên gurover, an jî negurover, an bi daleqandina sûret û alaya dewletên Ewropî di nava mal û pêkhateyên Êzdîyan de, an bi çend sûretên bi kesatîyên navdar re têne kişandin, an jî bi hinek têkilî û danûsitandinên di nava xwe de populîzmê dihewînin, an jî bi retorîkeke populist û naverokên BIRIQANDÎ, ne arîşeyên Êzdîyan heta îro nehatine çareserkirin û mirov bi î awayî nikare bibe Ewropî jî.
Van kes, derûdor û pêkhate bila kesî nexapînin. Li ser pişta civaka Êzdî a belengaz û barketî, ku jixwe weke ‘noka li kevir ketî’ parîparî bûyî, ji bona nav û dengê xwe (Sendroma Hybris), an jî ji ber sûdwerîyên şexsî, pêwîst vê NIHEQÎYÊ li Ezdîyan bes bikin. Karûbarê van kes û derûdorên Êzdî divê ne ev be. Sedîsed di vir de pêwîst e bêye ziman, ku ked û emeka hinek kes û derûdoran, yên ku sî, çil sal berî niha htibûne avakirin, ji ê hinekan zahftir e. Hima ev rastî mafê îstîsmarê nade kesî.
Bêşik û bêguman, sî, an jî çil sal berî vêga pêwîstî û hewcedarî bi mal û cîhên ku Êzdî lihevûdin bicivin, şîn û şayîyên xwe di wan de bikin, hebû. Ev pêwîstî û hewcedarî do jî hebû û îro jî heye. Lê ev nayê wê wateyê, ku hetabiheta û heta dinya dinya be, ev mal û pêkhateyên Êzdîyan, TENÊ ji bona şîn û şayîyan bêne bikar anîn.
Hewceyî gotinê ye, ku van pêkahete û sazî û malên Êzdîyan, ji bona rêlibergirtina rexne û gazinan yên nava civakê, an jî ji ber norm û rêgezên zagonî li Ewropa, çend heb fêrcivîn, an jî çend semînerên SEMBOLÎK li wan deran çêkiribin.
Lê xaleke esasî û bingehîn jî ev e, ku van sazî, mal, pêkhate û dezgehên Êzdîyan diviyabû li ber çavan bigrin. Weke min di jorenivîsê de jî destnîşan kiribû, perwerdeya zarok û nifşên Êzdîyan yên nû, ku li ser mufredat, tedrîsat, talîm û terbîyeya cîhana şaristanîya hemdem de mezin dibin, pêwîstî pê hebû, ku ajanda, rojev û rêgezên karûbarên van sazî û pêkhateyan bihatina çêkirin.
Ji ber Ku ev karûbar çaxê ne li ser vê bingeh û asasê avabûyî bin, hemû tiştên têne kirin pûç in, berredayî ne. Mixabin ku Êzdî karûbarên pêkhate û sazîyên xwe ne li gorî van pîvan û kriteran ava bikin, Êzdî ê her tim di nava vê êş û cora xwe de bimînin û karên wan nerast bimeşin û ew bi pêş nakevin. Malbat, dayik û bavên Êzdî, ku hişmendîya ola xwe û naveroka ola xwe, a bingehîn nedine zarok û nifşên xwe ên nû, ê ji ola xwe dûr bikevin û jê qetandî bijîn. Û heta dinya dinya be, çiqas herre ê ew mesafeya di navbera dayîk û bavan û zarokên wan de, mezintir bibe. Û vî karûbarî tenê sazî, dezgeh û pêkahateyê Êzdîyan pêwîst e bigirine ser milên xwe. Ev karûbarê zor zahmet, divê ji alîyê pêkhate û sazîyan ve were hilgirtin.
Ewropîbûyîn bi enternalîzekirina erk, rêgez, norm û prensîbên dadperwerî, hemdemî û ûjdanî, a di nava kesayetîyên malbatê de; a ku ji serî heta binî hatibe sazkirin, dikare serkeftinê ji malbat, kesayet, sazî, dezgeh û pêkhateyên Êzdîyan re bîne.
Divê ji danûsitandinê nava malbatê bigrin, heta têkilî û pêvendîyên Êzdîyan, ên di nava jîyana civakî li Ewropa, pêwîst e li gorî van norm û rêgezên hemdemî bêne avakirin. Karûbarên di bingeha xwe de li ser vê asasê bêne kirin, dikarin dermankirina birîn û pirsgirêkên civaka Êzdî bixine merîyetê. Pêşîyan ji berê û paşê ve digotin; Rastî tahl e.
Lê ji bilî vê hemû tiştên din, xapandin in û derew in!
* „Das Sein bestimmt das Bewusstsein“, Karl Marx
Cemal Bulut
cemalbulut@philokurdtv.de
03.03.2026
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0