Herkes ji xwe re stêrkekî hildibijêre. Hîn kes di stranekî de, hîn kes di pirtûkekê de, hîn kes di jîyanê de, hîn kes jî ber sîya sûretekî da terciha xwe dike. Lê piraniya mirovan jî, ferq nakin çawa ketine dû stêrka xwe. Herkesî ji xwe re stêrkekê ...
- Herkes li Stêrka xwe Digere
- Em Stêrka Kî Ne? û Stêrka Me Kê Ye?
Herkes ji xwe re stêrkekî hildibijêre. Hîn kes di stranekî de, hîn kes di pirtûkekê de, hîn kes di jîyanê de, hîn kes jî ber sîya sûretekî da terciha xwe dike. Lê piraniya mirovan jî, ferq nakin çawa ketine dû stêrka xwe. Herkesî ji xwe re stêrkekê li asîmanan hilbijartiye. Lê gelek kes nizanin ku ew stêrk, bi rastî, di nava wan de ye.
Lê stêrk, ne tenê ronahiya mirovekî ye. Ew dikare bibe jiyanekî kolektîf. Wekî dengê cemaeteke, wekî birayek ji xewnên dirêj, wek nîşaneke berxwedanê. Ji ber ku em hemû, herçuaqî ji cihên cuda, ji zimanên cuda, ji jiyanên cuda werin jî, stêrkên me dibe sedema mezinbûna me ya hevpar. Wekî rêwîyekê di tariyê de ku xwe li ronahiya asîmanan bigire û wê ronahiyê, ji xwe ra bike pisûla. Lewra behra dilê mirovan valahiyê napejirîne. Ev di derûniya mirovahiyê de heye, mirov xwe dispêre hêzekî.
Ji ber ku mirov di ronahiya kesên din de, siya xwe baştir dibînin an jî rêya xwe kifş dikin. Ew kesên em ji xwe ra mînak digirin carna dibin eynik, carna jî dibin rêber an jî rêzan. Hîn caran dibin sedema mayîna mirov a li vê jîyanê. Hîn caran jî dibin hevokekê watedar di hundirê mirov da, her roj dijîn û mezin dibin.
Wek di teoriyên Platonî de, ew stêrk di hundirê me da ye. Dibe ku em li derva bibînin, lê rêya wan stêrkan bi rastî di nav derûnîya me de ye. Em hemû xwediyê ronahiyên ku jiyanê xwenî mirovane dikarin, lê şaristaniya vê ronahiyê yekem car di dîroka hevparî de tê. Dibe ku ji felsefeyê bipirsin, ronahî li derve tune. Ew ji hundirê mirovan tê, ji ber ku mirov xwe li şewata çavên xwe nas dike.
Stêrka mirov helbet li derve nîne, mirovan ev rastî ji paşçav kirine. Heke em bi awayekî felsefîk binirxînin, hebûn hunera rûbirûbûna bi valatiya mirov e. Di nava gengeşiyên jiyanê de bêserberbûnê re hilbijartina stêrkekî wateyeke mezin saz dike. Wek di mînakên teorîya Platonî de, Mirov di hundirê xwe de awayekî xwerû stêrkekî nêzîkî xwe bi şewazekî dibîne. Bi gotinekî din stêrk li derve nîne an jî dûr nîne, ew bîrvedana hundirê însana da ye. Awayên civakî jî însan xwe aîdî bîra miletekî, îdeolojiyekî, êlekî an jî tevgerekî dibîne.
Ew stêrkên em ji xwe re hildibijêrin, ew tenê stêrkên me yên şexsî nînin. Di heman demê da ew mîrata çand, huner, ziman û nasnameya miletekî ye. Stêrkên me gelek caran li asîman nînin, ew di dilên me yên şewat de ne. Hîn stêrkên min Xwedawendên qedîmî ne. Ji ber ku Xwedawend, tenê nexşek mîtolojîk nînin. Ew sembola bîra miletên bindest, civakên nenas in û daîm dijîn. Ew navdarên hest û hêz in, wek avahiyekî li nav dilê jinên kevn û nû.
Her jin, her deng, her zarok jî dibe parça stêrkekî neteweyî. Ronahiya wan, du dengên strana li hemberî tarîtiyê, bi hezkirinê deng dide. Ev ronahî bi rêwiyek, bi dengbêjek, bi pirtûkek, bi xebatên zarokan dibe rêze stêrk. Gelek mirov wek awaza muzîkayê, gelek caran xwe berî bin erdê didin li wir hemberî xwe dîsa xwe dibînim, paşê dîsa jinûve tên dinyayê. Ji ber ku ez jî wek wan mirovan hem şer, hem jî eşqê dilê xwe digerînim û dijîm. Wek Şaûşkayê zayendê û wezîfeyê wêdatir.
Hîn caran dengê mirovan mîna duayeke zirav û nazik dikişe, hîn caran jî wek sirûda Kurdan Ey Reqîb, dema deng bilind dibe, porê serê merivan pîj pîjî dibe. Wek Kîbeleya dilê axê. Hêzeke qedîmî ya hêrsê, jî hezkirinê jî xwedî derkeve. Wek Zînê stêrkek di dilê me da birq vedide. Jina eşqê, êşê û rûmeta miletekî kevnar e. Bêdeng, lê rêbera serhildaneke bêdawî. Zîn jî ne tenê kesekî dirêj di stranekê xeyalî de ye.
Her jinekê Kurd li asîmanê me wek stêrkekî ye. Di nava êş û azarê da, miletê xwe ra bûne deng û aheng wek çiyayê bêdeng. Stêrkekê dema te hîs kir, tu dikarî di nav xwe de jî hîs bikî. Ev çax tu dikarî di valahiyên qewimîne û tarîye da dijîn derkevî ronahiyê. Wek makexwedawenda Somerî Ninhursaga, li çiyê hatiye dinyayê. Sebra me ya qayîm, sekna me ya bihêz, tekoşertiya me ya di bin siya wê tê.
Erê, stêrk tenê li asîmanan nînin. Carinan li quntara çiyayekî, li ber agirê şivanekî, carînan jî li ber çakûçê hesinkarekî dibiriqe. Stêrkeke me jî Kawayê Hesinkar e. Ew ne tenê hesinkareke, wî bi çakûçê destê xwe va zincîrê zengargirtî şikandine. Bi dengê çakûçê wî bi mîlyonan însan ji xewê şiyar bûne. Ew serhildana dilê me da hevok û peyvan hilnayê, ew wek çakûçê Kawa dema li ser pişta zordara direqise, dibe sergovendiyê ahenga dilê me tevan. Wek Kawayê Hesinkar, çakûçê wî da dengê azadiyê derdikeve. Yek çakûç, wek stêrkeke ji ber şevê derketiye.
Bi her derd û bi her gotinê, mezin dibe. Wek Mûsa Anter jî dibe dengê ziman, dibe qelema azadîye. Wek Mûsa Anterî, dibin stêrkên her dibiriqe. Di qelema wî de tenê wêje tune, lê dengê dilê miletekî dibe çem di hestên wî da diherike. Bi gotina wî ya "Heke ziman tunebe, milet jî tuneye." ji nûve jiyanê careke din dike bîra miletekî, rih dide û li ser koka xwe zindî dihêle.
Li asîmanê heftan jî nûra navê Celadet Elî Bedirxan vêdikeve. Pirtûk, kovar, rojname, gramer û keda wî heryek bûye stêrkekî dora dîwana wî ronî dike. Celadet Alî Bedirxan wekî serkêşê siyara tîpên Kurdî, mîna hespê kumeytê zîn û berzîn lêkirî, siwar dibe. Dibezîne rêya kadîzkê da dikeve nava gerstêrkên fezayê. Ka kerama xwe bibêjin: Stêrkên we an jî stêrka we kî û kê ne? Tu xwe li ku dibînî?
Sewda Xanzad
sewdaxanzad@philokurdtv.de
03.08.2025
Şîrove 0