Yek ji girîngtirîn tevgerên neteweyî yên Kurd ên serdema Dewleta Tirk berxwedana di sala 1925’an de ye. Ev berxwedan, tevgereke birêxistinkirî ye ku ji bo serxwebûna neteweyî ya Kurdistanê ji aliyê AZADÎ ve hatiye organîzekirin û bi pêşengiya Xalid ...
Berxwedana Kurdan (1925) û Xalid Begê Cibrî: Rola Rêxistina Tevgera Neteweya Kurd ‘AZADÎ’
Yek ji girîngtirîn tevgerên neteweyî yên Kurd ên serdema Dewleta Tirk berxwedana di sala 1925’an de ye. Ev berxwedan, tevgereke birêxistinkirî ye ku ji bo serxwebûna neteweyî ya Kurdistanê ji aliyê AZADÎ ve hatiye organîzekirin û bi pêşengiya Xalid Begê Cibrî hatiye organîzekirin.
Xalid Begê Cibrî di sala 1882an de li Vartoyê hatiye dinyayê û kurê xaltîya Şêx Seîd e. Xwişka wî Fatma Xanim, hevjîna Şêx Seîd e. Xalid Beg, yek ji şagirtên pêşîn ên Mekteb-i Aşiret-i Humayûn bû ku ji aliyê II.Ebdulhemîd ve hatibû damezrandin û armanca wê perwerdehiya nûjen ji bo zarokên eşîran bû. Piştî ku vê dibistanê bi pileya sêyem qedand, xwendina xwe li Akademiya Leşkerî ya Stenbolê berdewam kir û di sala 1902an de bu wek Yaverê Sekerdeyê Leşkeran.
Salên xwendekariya Xalid Begî, hevdem bû bi serdemeke tijî xeyalên Kurdan ên serxwebûnê. Piştî sala 1914an di têkoşîna serxwebûna Kurdistanê de, bi awayekî aktîf cih girt û bû yek ji çalaktirîn endamên Cemiyeta Tealî ya Kurd bû ku di sala 1918an de hatiye damezrandin. Piştî mezûniyeta xwe li Filistîn, Hama, Hums û Yemenê, xizmet kir û bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem, vegeriya Vartoyê. Xalid Beg kedeke mezin da dîrok, çand û rêxistina kurdan û berhemên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî hêsan kir û li Kurdistanê belav kir. Bi Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê re peywendiyên xwe yên nêzîk danî û ji rêxistinkirina civakê, li Kurdistanê berpirsyar bû.
Berxwedana Netewî ya Kurd a sala 1925’an her çiqas ji aliyê dewletê ve weke “Serhildana Şêx Seîd” hatibe binavkirin jî, a rast bi pêşengiya Xalid Begê Cibrî bi rêxistina AZADÎ a berxwedana netewî a herî xurt des pê kir. Mehmet Bayrak di pirtûka xwe ya bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Demokratîk” de balê dide ser vê rewşê û diyar dike ku dewlet dixwaze navên “AZADΔ û “Xalid Begê Cibrî” veşartî bimîne û ji alîyê netewa kurd ve neyê zanîn, ji ber vê bi zanebûn dixwazin Berxwedana Netewî ya herî xurt tenê bi navê Şêx Seîd bê zanîn. Dewletê, bi veşartina agahiyên li ser van navan hewl da ku rêberên rastîn ên tevgerê bên ji bîr kirin.
Bi gotina Xalid Begî "Ez li pêşberî we ne bi tenê me. Li pişt min Miletê Kurd ê bi heybet li Mezopotamyayê heye. Îro hûn me darve dikin, lê gumana me tune ku sibe neviyên me jî wê we tune bikin." Kurdan, beriya Komarê û piştî Komarê gelek serhildanên wek Koçgirî, Ubeydullah Nehrî, Sason û Dêrsimê pêk anîn. Lê tu kes bi qasî Tevgera Milî a Kurd a sala 1925an berfireh û organîze nebûye. Ev berxwedan, di tekoşîna serxwebûna kurdan de weke xaleke giring navê xwe di Dîroka Kurda bi herfên zêrîn nivîsandin.
Di encamê de ev tevgera bi pêşengiya Xalid Begê Cibrî, serokê berxwedana 1925an û rêxistina Azadî, beşeke girîng a tevgera neteweyî ya kurd e û bûye sembola têkoşîna kurdan a ji bo serxwebûn û azadiyê. Berxwedana Xalid Begî û Azadî, di dîroka kurdan de cihê xwe diparêzin û nifşên paşerojê jî îlham dikin. Bi hurmet hezkirin û bi rêzdarî em ê herdem, wan bi bîr bihînin.
Şîrove 0