Civakên mîna yên me, ji bona, ku karibin eksistens û jîyana xwe ya çandî a rojane mîsoger bikin, van gotin û galgalên pêşîyan her roj û timûdaîm di kewara dilê xwe de vedişêrin, wan xwedî dikin û bi kar ...
Civakên mîna yên me, ji bona, ku karibin eksistens û jîyana xwe ya çandî a rojane mîsoger bikin, van gotin û galgalên pêşîyan her roj û timûdaîm di kewara dilê xwe de vedişêrin, wan xwedî dikin û bi kar ...
Aforîzma û Gotinên Pêşîyan (ll)
Di herrikbarîya pêvajoyên dîrokê de, mirovahîyê gelek caran pirsgirêk, zorî, zahmetî û tahdeyî derbaskirîye. Her tim ji wan arîşeyan re, li rê û rêbazên çareserîyê gerrîyane û derfetên wan rê û rêbazan jî dîtine. Êşên xwe dermankirine û birînên xwe kewandine. Civakan bi pirranî di pêderk û çavdêrîyên di derbarê van fenomenan di galgal û gotinên pêşîyan de dîtine. Ji ber, ku di nava dil û hinavê van gotin û galgalên pêşîyan de, civakê ji xwe re mekanîzma, rikn û asasê jîyana rojane û jiheqderketina li hemberî wan zorî, tahdeyî û pirsgirêkan peyda kirine. Evan gotinên pêşîyan carcaran wan xistîye nava fikar, lêpirsîn û lêgerrînê, ku ew tişt ji wan re bûne weke dîwarekî, ku palê xwe bidinê û xwe bispêrnê. Bûne pêpelûka mêrdewana rêya wan.
Lewma jî ji berê û paşê ve di nava civaka me de tê gotin, ku “pêşîyan tiştek paşîya re nehîştine”. Ango paşîyan, an jî nifşê nû, her tim ji vê xizneya dewlemend ya pêşîyan sûd wergirtine. Ev rastî îro jî wisa ye û wê sibê jî wisa bimîne.
Lê ne tenê di nava civak a me de, di nava gelek civak, pêkhate, kom, komik û derûdorên çandperwer yên cîhanê de jî, ev rastî bi vî awayî têye dîtin û nirxandin. Sedem û wateya vê rastîyê bi nirxmendî, xwedîderketina kevneşopîya civakê, bi serborî û serpêhatîyên pêvajoyên dîroka neteweyan ve ji nêz ve girêdayî ye. Ev fenomen asas, fundament û hevîrtirşê hevîrê civakê ye. Ev hevîr civakê bi hevûdin ve girêdide, pêşîyaxwedîtin, paşerojxwendin, şîret û hestkûrî yên nifşê berê ne. Evan ji nifşê nû re peyammîrateye ke gelek dewlemend û nirxdar hiştine. Ev xizneyeke zêrrîne, ji bo hemû pêkhate, beş, alî û berên civakê.
Civakên mîna yên me, ji bona, ku karibin eksistens û jîyana xwe ya çandî a rojane mîsoger bikin, van gotin û galgalên pêşîyan her roj û timûdaîm di kewara dilê xwe de vedişêrin, wan xwedî dikin û bi kar tînin. Ev gotin û galglên pêşîyan, ji wan re weke nan û av pêwîst in. Bêyî wan ti tişt di jîyana wan a rojane de nameşe.
Ji ber ku ev gotinên pêşîyan, ji mejû û dilê civakê derdikevin. Di çax û wextê qisawet û bêhêvîtîyê de gotin û galglên pêşîyan mirov dibine, hêvî ya mizgînîyê û hêz, qewet û enerjîyê didine mirov, kes û kesayetîyên nava civakê. Ev rastî ji bona birêkûpêkkirin, tekûzkirin, update û aktualîzekirina jîyana rojane û paşeroja civakê , ne tenê pêwîst e, ku ew nebe na be jî!
Peyv, galgal, gotin û şîretên pêşîyan her roj û timûdaîm, rêya jîyana me ronahî dikin û perçe û şeqekî girîng ê jîyana me ne. Ew neynika biografî û dîroka me ne û ji bo me xizneyeke zêrrîn in. Nifşê nû bi aforîzma û gotinên pêşîyan xwedî bikin. Ew ji bona civakê bawerî, mîsogerî, mizgînî û hêvî ye.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0