Dîtin û têgehên felsefî gelek caran dikarin abstrakt, tevîhev û zahmet werin fahmkirin. Aforîzma û gotinên pêşîyan dibin alîkar ku ev ramanên tevîhev baştir werin ravekirin. Ew weke nifteyên ku bîrdozî û hişmendîyên felsefî çêtir û berbiçavtir bêne ...
Aforîzma, Gotinên Pêşîyan û Felsefe
Gelo ev mijar û kategorî bi çi awayî bi felsefeyê ve girêdayî ne? Aforîzma, zanîn, şahrezeyî û gotinên pêşîyan bi rastî bi felsefeyê re bi awayekî çewa î girêdayîne?
De ka werin em bi hev re van mijar û hevberdanan piçekî bikolin.
Aforîzma gelek caran dîtin û îfadeyên kurt yên hizr û ramanên pirr berfireh û kûr in. Ew hizr û ramanên felsefî yên tevîhev di nivîs û hevokên kurt de têne kom û berhev kirin. Weke mînak, aforîzma yekemîn a "Rê armanc e" (Konfîçyus) dikare weke rêvekirineke ji bo fikirandina li ser armanca mirovan û çalakîyên wan, yên di wê rêya ew di wê de dimeşin, bêye dîtin. Ev sekn û helwest, paradîgmayeke felsefî ye.
Şîret û nesîhet gelek caran me mirovan vedixwînin, ku em li ser jîyan, xwebûn û hebûna xwe bifikirin. Ew pir caran nirx, an jî rêgezên jîyanê nîşanîme didin, ji me re dibine alîkar, ku em jîyaneke têr û tije derbas bikin û bijîn. Felsefe di vî warî de gelek pirsan dinirxîne. Jîyaneke baş çi pêk tîne? Kîjan rêgezên etîk divê pêşengî û rêberîya kiryarên me mirovan bikin?
Gotinên ji fîlozofên mîna Sokrates, Kant, an jî Hegel, bebatên nîqaşan ji me mirovan re vedikin, dîmenzîyona hizr û ramanê mezintir dikin û me bi pêş ve dibin. Ew ne tenê têgihîştinan datînine ber çavên me û wan ji me re pêşkêş dikin, di heman demê de pirsên ku fikr û ramanên rexnegir jî teşwîq dikin.
Gelek aforîzma û gotinên pêşîyan, yên şahrezeyî, zanîn û jîr, di gelek dem, dewr û mekanên cûrbecûr de derbas dibin. Li ser kiryar û ezmûnên bingehîn yên mirovan disekinin. Di felsefeyê de, ramanwer hewl didin ku ji rastiyên gerdûnî re argûmentan peyda bikin, bibînin û wan ji bona ku karîbin têgihîştinê baştir formule bikin. Ji ber vê yekê, em pirr caran di gotin, xeber û nivîsên kevn de bersîv û dengvedanên pirsên nûjen û hemdem, yên di derbarê xwezaya mirovan û exlaq de dibînin.
Dîtin û têgehên felsefî gelek caran dikarin abstrakt, tevîhev û zahmet werin fahmkirin. Aforîzma û gotinên pêşîyan dibin alîkar ku ev ramanên tevîhev baştir werin ravekirin. Ew weke nifteyên ku bîrdozî û hişmendîyên felsefî çêtir û berbiçavtir bêne fahm kirin û têgihîştinê bêtir bi pêş ve bibin. Weke mînak, gotina navdar a Kant bigirin: "Wêrekiya xwe ji bo têgihîştinê bikar bihînin!" Ev ne tenê bangawazîyeke hêsan a biserxwebûntîyê ye, di heman demê de helwesteke gelekî felsefî a kûr li ser girîngîya xweserîbûnê û dîtin û ramana rexnegir e.
Girêdana di navbera aforîzma, gotinên pêşîyan, hiş û felsefeyê de weke hûn jî dibînin, gelek zelal, vekirî û li ber çava ye. Sekn û helwesta felsefî vexwendinekê pêşkêş dikin, ji bona mirov di derbarê jiyanê de, bi rêra AFORÎZMA û GOTINÊN PÊŞÎYAN hizr û ramanên baştir bi dest bixînin.
Şîrove 0