Di baweriyên kevn û mîtolojîk ên Kurdan da ronahî û vejen ji bo ravekirina hebûn û demê wek têgehên bingehîn in. Di Mîtraîzmê de afirandin wiha tê rave kirin: “Berî her tiştê dur(cevhera wek durê) hebû bi demê re navenda durê her kêlî tîrtir bû. ...
Di baweriyên kevn û mîtolojîk ên Kurdan da ronahî û vejen ji bo ravekirina hebûn û demê wek têgehên bingehîn in. Di Mîtraîzmê de afirandin wiha tê rave kirin: “Berî her tiştê dur(cevhera wek durê) hebû bi demê re navenda durê her kêlî tîrtir bû. ...
Di Tesewûfa Kurdî da Ronahî û Evîn
Di baweriyên kevn û mîtolojîk ên Kurdan da ronahî û vejen ji bo ravekirina hebûn û demê wek têgehên bingehîn in. Di Mîtraîzmê de afirandin wiha tê rave kirin: “Berî her tiştê dur(cevhera wek durê) hebû bi demê re navenda durê her kêlî tîrtir bû. Piştî demeke li durê teqîneke vejenî peyda bû. Bi vê teqîn û peşikînê ve alemên hebûnê derketin holê. Di Mîtraîzmê de Mîtra xwedayê rojê ye li gor baweriyê, tav çavê xwedê ye.
Li gor Mîtraîzmê ronahî, şewqa hebûn û heqîqeta xwedê ye. Mîtraîzm, agir wek hêlma xwedê dibîne tê bawer kirin ku pêta agir jenga dilan dişewitîne, dilan dibiriqîne û paqij dike. Di baweriya Êzîdîtiyê de tê bawer kirin ku berî her tiştê durek (xwedê) hebû ev dur teqiya û ji wî nûr belav bû. Ger nûr tine be tunetî heye û tê bawer kirin ku hem agir hem jî roj ji nûra xwedê ne.
Dîsa em di baweriya qedîm a Zerdeştî de dibînin ku agir wek tezahûra xwedayê qenciyê (Ahura Mazda) a li cîhanê tê dîtin. Dualîzma di navbera; hebûn û tinebûn, qencî û xerabî, ronahî û tarîtiyê de di avestayê de wiha tê nîşandan.” Di destpêkê de du ruh hebûn: yekî qencî hilbijart, yê din xerabî. ronahî û tarîtî berhemên wan in.” (Yasna 30.3)
Di pirtûka afirînê a Bundahişn da wiha tê gotin: “Ronahî û agir cevhera Mazdayê ne; bêyî nûra wî hebûn çênabe.” Mahiyeta agir di avestayê de wiha tê destnîşankirin:” Ey atar (agir), tu çavê Mazda yî, zimanê qenciyê û neynika heqîqetê yî." (Yasna 47) Dîsa di Bundahişnê da wiha tê gotin:” Tarîtî, cihê ku nûr lê tune ye. Nûr her dem tarîtiyê dişewitîne û rêkûpêkiyê ji cîhanê re tîne.” Di jiyana îroyîn de agir hîn jî ji bo Kurdan xwedî wateyên pîroz e. Di cejnên Newrozan de agir hêmana bingehîn e.
Di Îbadetên Êzdîtiyê de roj û agir hêmanên pîroz in. Welhasil Prometheus agir ji kîjan xwedayê yewnan dizî nizanim lê wek Şerîetî gotî Yewnanan ne tenê şaristanîyê lê ronahiyê jî ji me Kurdan dizîne. Ew ronahiya Zerdeştî di demeke dirêj di bin tahakûma taritiyê de maye di dewra persiyan da Magîyên (sofîyên) Medî her çiqas di nav hewildana geşkirina wê ronahiyê da bûne jî bi demê re ji bo berjewendiyên xwe bûne hevkarên taritiyê. Piştî serweriya îslamî li ser Kurdistanê ava dibe û di dewra Eyûbiyan de Kurd dibin serwer û pêşengên îslamê ev ronahiya di bîr û baweriyên Kurdan da ji nû ve geş dibin di vê dewrê de:
Suhrewerdî (1154–1191), bi felsefeya xwe ya Îşraqî (Ronahiyê), ve fikra sudûrê bi têgeha Nûr (Ronahî) ji nû ve şîrove kir:
Nûr al-Anwar: Xwedê Ronahiya Ronahiyan e, çavkaniya hemû hebûnê ye. Sudûr wekî herikîna ronahiyê ji vê çavkaniyê ye, ev tiştek ji nûr al-anwar kêm nake.
Şewqên Ronahiyê: Aqil, giyan, û cîhana maddî wekî şewqên cûda yên ronahiyê ji Nûr al-Anwar derdikevin. Ev ji sudûra mekanîkî ya Îbnî Sîna mîstîktir e.
Dem: Dem bi guherîna ronahiyên maddî ve girêdayî ye, lê Nûr al-Anwar li derveyê demê ye e.
Yekîtî û Evîn: Sudûr ji bo Suhrewerdî ne tenê pêvajoyeke ontolojîk e, lê herikîna evîna Xwedê ye, ku hemû hebûn bi têgihîştina mîstîk bi Xwedê ve girê dide.
“Her ronahî, ronahiyeke ji xwe qelstir diafirîne; lê ti ronahî nikare bigihêje ronahiya ronahiyan.” Fikra Suhrewerdî a hikmetul işrak (hikmeta ronahiyê) zincîra aqilan a Farabî û Sîna vegerandiye zincîra nûran. Bi gotina xwe a “Alem ji ronahiyê pêk tê, tarîtî ji zêdehiya ronahiyan derdikevin holê” û bi gotina xwe a “Zanîna herî bilind; ne bi aqil, lê bi ronahiyê tê zanîn” her çi qas wek ji ilmê pozîtîf dûrketinê xuya bike jî esasen dide nîşan ku di vê alema hezar rengî de dibe ku aqil bi sûretan bixapin. Li hember dibetiya vê xapanê divê mirov ne li xuyanga maddeyan(rengê fanûsa qendîlan), li ronahiya ku wan dide xuyan(agirê di dilê qendîlê de û agirê mûtlak a derveyê qendîlê) bifikire!
Suhrewerdî fikra xwe a îşraqê li ser esasên baweriyên qedîm ên gelê xwe ava kiribû, ew kurdekî ji rojhilata Kurdistanê ye. Wek ku jorê me behs kir di baweriyên qedîm ên Kurdan de ronahî nîşaneya heq e û hebûn wek tîrêjên vê ronahiyê şewq vedidin, û sûretên hebûnê derdixin holê. Bê şik fikra Suhrewerdî li ser hemû alimên îslamê tesîr kirye lê li ser alimên Kurd li gel fikra ronahiyê, bi metafora eqs/şewq û bi metafora herikîna evîna xwedê tesîrdar bûye. Piştî Suhrewerdî em ê bibînin ku mirov wek eynika mirov hatiye dîtin. Nemaze di kesayeta Adem û Hewa de têkiliya evînî wek lêgerina heqîqetê hatiye şîrove kirin û di domahiyê de ev fikir wek fikra evîna îlahî derketiye holê.
Melayê Cizîrî (1570–1640) Di medreseyên wê demê de xwendina Îslamî kir û bi zimanên Kurdî, Erebî, û Farisî bûye xwedî zanînek kûr. Ew wekî yek ji mezintirîn şairên tesewûfa Kurdî tê hesibandin, û Dîwana wî, ku bi Kurdiya Kurmancî ye, şaheşerek e ku evîna Xwedê, hebûn, û heqîqetê bi zimanekî şairane ve rave dike. Di berhemên wî de evîna îlahî, tecellîya îlahî û wehdet têgehên bi hêz in.
Dîwana xwe bi teswîrên xwezayê ve xemilandiye. Ji ber ku wî xwezayê wek eynika heq didît. Li gor nêrîna wî evîna beşerî deriyê evîna îlahî ye. Di gelek beytên dîwana wî de têgehên ronahî, nûr û şewq derdikevin li pêşberê xwîneran, ev yek dide nîşan ku ronahiya Ji Mîtrayê derbasê Zerdeşt, ji Zerdeşt jî derbasê Suhrewerdî bibû nesekiniye û ber bi Cizîrî ve herikiye.
Li gel van esasan û metaforên ronahî û şewqa di bîr û baweriyên Kurdan de tesewûfkarên Kurd herikîna evîna xwedê a ku Suhrewerdî behs dike ji xwe re kirine bingeh û evînê wek xerca di navbera alemên zêhnê û hebûnê de dîtine. Em ê niha bi mînakan bibînin ku bi beytên xwe li ser evîna beşerî bi têgehên ronahî, rewnaqî û xwezayê çawa xwe gihandine evîna îlahî.
Nivîsên Berê ên Bahoz Arî
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0