Di Tesewûfa Kurdî da Ronahî û Evîn (2)
Di beşa yekem de em li ser rêwitiya ronahî û evînê a di bîr û baweriya Kurdan de sekinîn Piştî Cizîrî tê di vê dosyayê de rêwitiya me bi Feqî û Xanî bidome.l
Feqîyê Teyran (1590–1660, bi navê rastî Mîr Mihemed), şair, û fîlozofekî Kurd e, ku li Mûksê ( Wan) ji dayik bûye. Wî li medreseyan perwerdehî dîtiye, li Cizîrê bi Melayê Cizîrî re xwendiye û bûye şagirtê wî. Navê “Feqîyê Teyran” (Şagirtê Çûkan) ji têgihîştina wî ya xwezayê û sembolîzma çûkan tê, ku bi ilhama Mantıq ut-Tayrê ya Ferîduddîn Attar hatiye. Wî bi zimanê Kurdî yê zelal û şairane helbest, destan, û çîrok nivîsandine, ku evîn, tesewuf, xweza, û Wehdetê Wucûd (yekîtiya hebûnê) tê de cih digirin.
Berhemên wî: Zembîlfiroş, Şêxê Sen’an, Qewlê Hespê Reş, Bersîsê Abid, û Kela Dimdim.
Helbestên wî yên mîna “Ellah çi zatek ehsen e” û “Ey Av û Av”, bi zimanekî sade û folklorîk, evîna Xwedê û heqîqetê rave dikin.
Tesewûf û Evîn: Feqîyê Teyran, wekî Melayê Cizîrî, mirov wekî eynika ronahiya Xwedê dibîne. Helbestên wî, evîna îlahî wekî çirûskekê destnîşan dikin û dilê mirov ji tarîtiyê rizgar dikin
“Mubtela qametfena me
Ji yar û dostan cuda me
Aşiqê nûra Xuda me
Kes bi halê min nezane”
Her çiqas Feqî bi evîna xwe û Sînem ve bêhtir nêzikê evîna beşerî bixuyê jî evîna ku lê digere evîna îlahî ye. Ji helbestên li ser Sînem û ji çîroka evîna wî û Sînem evîna beşerî girantir dixuyê lê dawiya çîrokê em dibînin ku li ser gora Sînem evîna wî bi şiyarbûnek hîssî re diguhere evîna Îlahî. Têgehên nûr, wehdet, evîn, agir di gelek beytên Feqî de jî derdikevin li pêşberê me.
-Lew işq û mehbet ismek in
Aşiq û me’şûq cismek in
Her dû di hev da qismek in
-Sani’ê “kun feyekûn”ê
‘Alimê bûnê û nebûnê
Mifteya dil pêvebûnê
Narê işqê zatî ye
- -Wahid yek e ne ji kes e
- Canê di navê nefsîye
- Maka wicudên fanî ye.
Em di risteyên Feqî de bi awayekê zelal sê stûnên bingehîn ên tesewûfa Kurdî dibînin: evîn/îman, nûr/agir, rewnaqî/wehdet. Di fesla Feqî da tişta ku divê em li ser bisekinin evîn e. Ji ber ku Feqî bi destana Şêxê Senanî bi awayek zelal dide nîşan ku ji bo gihiştina xwedê evîn asteke li ser dînê ra ye.
Di destanê de Şêxê Sen’anî, alimekî navdar e ku 40 sal di rêya Xwedê de îbadet kiriye, 400-500 murîdên wî hene. Rojekê di xewnê de dibîne ku ew li welatekî xerîb (Rûm) li ber kevirekî îbadet dike û keçeke por zerîn li ser çûkê xwe dibîne. Ev xewn wî dixe nav fikaran, û ew bi murîdên xwe re ber bi Rûmê ve diçe.
Li wir, (gurcîstan/ermenîstan) wê keçika di xewna xwe de dibîne û dikeve li nav evîneke kûr Ev keçek xwedî bedewiyeke bêhempa ye lê ne di temenê şêx da ye ne jî ji heman olê ne. Keçik ji Şêx daxwazên dijwar dike: dev ji olê berde, şerabê vexwe, Quran bişewitîne, û şivantiya berazan bike. Şêx, di bin bandora evînê de, van daxwazan qebûl dike, û murîdên wî terka wî dikin.
Lê di dawiyê de, evîn Şêxê Sen’anî ber bi têgihîştineke kûrtir ve dibe. Xwedê, bi rêya duayên murîdên wî, wî ji evîna maddî (beşerî) rizgar dike û ber bi evîna îlahî ve dibe. Şêx têdigihêje ku evîna wî ya ji bo keçikê tenê eynikeke ronahiya Xwedê bû, û ew bi vê têgihîştinê vedigere rêya xwe.. keçik jî bi bandora evîna Şêx, Îslamê qebûl dike, lê di dawiyê de dimire û li pey keçike ve şêx jî dimire.. Ev çîrok wek manîfestoya evînê ye. Di varyanta Attar de, Attar dibêje ku Şêx şerab vexwariye serxweş bûye lewma wan daxwazên keçikê aniye cih lê Feqî dide nîşan ku Şêx bi evînî û bi zanebûn kiriye hetta Cizîrî li ser meselê wiha dibêje:
“Mey nenoşî Şêxê Senanî xelet
Ew neçû nîv Ermenîstanê xelet
- Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
- Ê tu dî kanî xeta kanî xelet”
Feqî di dawiya çîrokê de wiha dibêje:
“Ew tê bi wê kamil bitin
Derwêş ku sahib dil bitin
Tê nûr ji nûrê hilbitin
Ji meşala nûbûvetê”
Em li vir dibînin ku di tesewûfa Kurdî da ji her tiştê di xwezayê de xwedê tê dîtin, li ser fikra eynikbûna mirov ji mirov re li ser evîna beşerî li evîna îlahî tê gerîn. Di tesewûfa Kurdî da evîn wek çirûskek Îlahî ye. Ku xwedê wê çirûskê li dil dide biriqîn bi agirê wê çirûskê re li eyneyên xwezayê an jî li ser eniya dildarek mirov bi nûra nûrel enwar dihese. Li gel vê yekê em sernermiyê dibînin. Li hember nîqaşên bixwîn ên olî, li hember temen, li hember cudahiya çandan sernermî û xweşbînîyek heye. Wek ku Arabî tîne ziman ku mirov bi çavê wehdetê lê binêre xirabî jî ji xwedê ye û xwedî hikmetek e. Li ser van esasan gelek destanên evînê li nav wêjeya Kurdî cihê xwe girtine. Barkem li ser rûyê cihanê destanên evînê ên ti miletê hingê yên Kurdan tine. Bêşik ji van ê herî navdar Mem û Zîn e. Kerem bikin em ber bi Mem û Zînê ve herin.
Kurtejiyana Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî (1650–1707), şair, alim, û fîlozofê Kurd, li bajarê Colemêrgê ji dayik bûye. Wî li medreseyan perwerdehî dîtiye, bi zimanên Kurdî, Erebî, û Farisî xwedî zanînek kûr bû, û di tesewuf, felsefe, û wêjeyê de bûye xwedî navek giran. Xanî wekî yek ji mezintirîn şairên klasîk ên Kurdî tê hesibandin, û Mem û Zîn (1692), şaheşera wî, destana evîna îlahî û neteweyî ye. Wî herwiha Nûbihara Biçûkan (pirtûkek ferhengî ji bo zarokan) û Eqîdeya Îmanê (pirtûkek tesewufî) nivîsandiye.
Felsefe û Tesewûf: Xanî, mîna Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran, evîna îlahî wekî rêya gihîştina heqîqetê dît. Lê wî vê evînê bi têkoşîna neteweyî ya Kurdan re jî girê daye, ku ev yek wî di wêjeya Kurdî de bêhempa dike.
Di risteyên Xanî de; ronahî, evîn û wehdet..
-Ji bo wî çû nîne cîhet û mekan
Ne manend û mîsl û ne hemta nîşan
Xanî bi van risteyan dide nîşan ku xwedê(hebûna mitleq) derveyê mekan e û ti tiştê manendê wî tine.
-Li wîra nebûrîne wext û zeman
Ne sal û ne mah û ne hîn û ne an dîsa ji van risteyan em dibînin ku Xanî, xwedê derveyê demê dibîne.
-Ey metle`ê husnê `işqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
(Ey çavkaniya xweşikiya evîndariyê
Xoşewistê rastî û mecazî)
- -Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
- Nar î tu di qelbê `aşiqê zar
- (Tu nûra di xweşikiya rûyê dildar da yî
- Tu agirê di dilê evîndarê neçar da yî)
-şem` î, ne ji qismê nûr û nar î
şems î, ji `eyan tu perdedar î
(Mûm î ,ne ji kismek nûr û agir î
Tav î, ji yên berbiçav veşartî)
- -Nasûtî egerçi rengsefal e
- Lahûtî ji pertewa cemal e
- (Alema maddî her çiqas rengçamûr e
- Alema manewî ronahiya xweşikiya heq e)
-Zahir te eger numaye suxra
Batin ew e neqşê xame kubra
(Ger dîtbariya te ev xuyanga bi îhtîşam e
Ev nekş ji hibra te a mezin a nedîtbar e)
- -Bê husn-i te nîne wan wucûdek
- Bê nûr-i te nîne wan numûdek
- (Bê delaliya te wucûdek(hebûnek) heyberan tine
- Bê nûra te xuyana wan tine)
-Meyla te ye `aşiqan dikêşit
Derdê te ye dil ji ber diêşit
(ê ku dildaran dikêşe meyla te ye
Ê ku dil ji ber diêşe derdê te ye)
- -Ayîne te çêkirin mukerrer
- Husna xwe di wan te kir musewwer
- (Eynikan bi dubare te çêkirin
- Xweşikiya xwe di wan de te teswîr kir)
-Işiqbazî du terîq, çi haqîqet çi mecaz
Şem'ê can dê bisojîtin çi bi nar û çi bi nûr
(Evîndarî xwedî du rêyan e, çi bi rastî çi bi mecazî
Mûma dil tê bişewite çi bi agir çi bi nûr)
-Ey ayîneyê dil bi cemala te mucella
Wey sed sefhe bi yek zerre ji nûra te mutella
(Ey yê ku eynika dil bi xweşikiya te dibiriqe
Wey yê ku sed rûpel bi zereyek nûra te diçûrise)
Em ji temamê van risteyan baş dibînin ku Xanî di lêgerîna heqîqetê de stûnên tesewûfa Kurdî bi awayekê baş bikar aniye. Bi ronahî, nûr û agir di çarçova metafora eynikê de bi evînê tim li ser wehdetê sekiniye. Gava mirov Mem û zîn dixwîne bi alegoriyên cûr bi cûr dihese. Li ser Mem û Zîn Kurd û Kurdistan, li ser Beko îxaneta di nav gelê Kurd de. Di çarçova evînê de bi Tajdîn û Stî evîna beşerî, li ser Mem û Zîn evîna îlahî. Li ser hevaltiya Tajdîn û Mem hezkirina dostanî(Tajdîn ji bo Mem agir berdide mala xwe) li ser kesayeta Beko erkdariya şeytanê û wateya xirabiyê bi ilm û nêrînek kûr di nav hev de hatiye honandin.
Risteyên Xanî, bi zelalî nîşan didin ku wî Xwedê wekî çavkaniya ronahî û hebûnê dîtiye, li gel vê xwedê derveyê dem û mekanê dîtiye. Metafora eynikê û li gel wê rêwitiya evînî bi felsefeya Îşraqî ya Suhrewerdî re têkildar e, ku hebûnê wekî şevqên nûra Xwedê dibîne û rêwitiya hebûnê wek herikîna evîna xwedê destnîşan dike. Ez difikirim ku Mem û Zîn şikeftên dil û şikeftên derveyê dil bi nûra evîna îlahî ronî ûgeş dike. Bê ronahî û bê evîn nemînin...
Şîrove 0