Roja 21ê Sibatê, amadekarîya Çil Rojîya Dayê Besnayê dest pê kiribû, dema ez li wir bûm. Saloneke mezin hatibû girtin û endamên malbatê, bi hevkarî salonê amade kirin ji bo roja dî û hema bibêje, hemû ewladên dayê, nevî, bûk û kes û karên wê, li wir ...
Di Derbarê Çil Rojîya Dayê Besnayê de Çend Gotin
Dayê Besnayê, dêya kek nivîskar, romannivîs û rewşenbîr, Newaf Mîro ye û hema bibêje berîya 42-43 rojan, li Almanyayê koça dawî kir û çû ber rehma Xwedê. Hezar rehme li gora wê bin û cihê wê, her bihuşta berîn be. Ez sersaxîyê dixwazim ji hemû malbatê re, Xwedê sebr û aramîyê bide wan. Belê, li ser wesyeta Dayê Besnayê malbata wê wê birin axa bav û kalan û li welêt, wê spartin axê. Mixabin, ji ber rewşa xwe min nikaribû berê ez herim şîna Dayê Besnayê û li cem kek Newaf bim, lê bû qismet ku ez xwe bigihînim Çil (40) Rojîya wê, Roja Yadkirinê û Xêra Dayê Besnayê. Wekî hûn dizanin 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayê a Cîhanî bû û rojek şûnde jî, yada Dayê hebû û rojek şûnde jî, çil (40) rojîya wê temam bû û hate bibîranîn. Ev jî, ji bo min gelekî watedar bû.
Li wir dixwazim çend çavdêrî û dîtinên xwe, bi destûra malbatê binivîsînim: Roja 21ê Sibatê, amadekarîya Çil Rojîya Dayê Besnayê dest pê kiribû, dema ez li wir bûm. Saloneke mezin hatibû girtin û endamên malbatê, bi hevkarî salonê amade kirin ji bo roja dî û hema bibêje, hemû ewladên dayê, nevî, bûk û kes û karên wê, li wir amade bûn û salonê amade dikirin ji bo mêvanên ku dê werin. Piştî, demekê amadekirina salonê temam bû û me dî ku salon ji bo sibê, seranser amade ye.
Roja dî, berî nîvro ez ligel kek Newaf çûme salonê û piştî demekê kurt, hemû endamên maalbatê, kesûkarên wan û gelek kesên ji cemeetê ên wekî şêx, pîr, pêşîmam û ciranên malbatê, tev hatin salonê. Keç û xortên me, li ser masayên salonê xwarin û vexwarinê belav kirin û xêrhatin û bicîkirina mêvanan, dest pê kir.
Piştî ku mêvanan xwarina xwe xwarin, pîrekî me î hêja, xêrhatinê da mêvanan û bi zimanekî şîrin û sade, Qewlekî xwend û Dayê Besnayê bibîr anî. Piştî Pîr, kek Newaf Mîro ji bo xatirê dêya xwe, helbestekî nivîsîbû û bi dilekî xembar, helbestê xwend. A rast, bi guhdarîyê helbestê hema bibêje hemû mêvan kelegorî bûn û stêk ji çavan barîyan. Salon mişt dagirtîbû û dengê peyva kurdî a efsûnî, li hemû dera salonê olan dida û ji zarokan heya hemû mezinan, bi zarûzimanê xwe dipeyîvan. Ji bo min, ev atmosferek pir xweş, lê di heman demê de yekê xembar bû. Bi wefata dayê em gelekî xembar bûm, lê bi dîtina vê civaka hevgirtî, delal û qencîxwaz, ez gelekî keyfxweş bûm û min xwe şanaz hîskir. Di vê nevberê de, min fersend dî ku ez bi pîr, şêx û pêşîmamê ku li salonê amde bûn, sohbetekê xweş bikim û serî, li çend fikr û zanînên wan bidim. Ez gelekî spasîya wan dikim. A esas, ji xwe ev hest, raman û dîtin bûne sebeb ku ez vê nîvasa ha lê bikim û raberî we hevalên xwe bikim.
Dema ez li salonê bûm, ez wiha fikirîm û min, wiha hîskir: Çand, civakî ye û her, zindî ye. Zimanê me jî, perçeyeke muhîm a çanda me ye û va ez dibînim ku li vê civînê, çand me û zimanê, çuqasî zindî ye û her dijî. Ji zarokên 3-4 salî bigir heya hemû temenmezinan, herkesî bi kurdî xeber dida, di nav hemû civakê de bêhna çanda me a xas, rêzgirî, irf û adetan, xweş xwiya dikir. Min go, ya Xwedê tu dibînî ku ev civaka me bi çanda xwe, bi zimanê xwe, bi mezinên xwe çuqasî şanaz û serbilind e û wekî, xwe ye. Min go, şikir ji te re ku min ev roja ha jî dî. Dîn û bawerî bi zarûzimanê xwe, rabûn û rûniştin, danûstandan bi zarûzaimnê xwe û di encamê de, civakaeke xas û resen ku dikare bibe hilgirê çanda me a xweşik û qedîm, û wê bigihîne siberojê. Erê, piştî dîtina gelek rûdanên nexweş li vê Almanyayê, min van rûdanên xweşik jî dî û hêvîya min, her xurttir bû.
Dagirkarên welatê me desta pêşî dînê me li ber çavê me reş kirin û dînê xwe, li ser me ferz kirin. Piştî vê qonaxê dor hatibû erf û adetên me, rabirdûya me, zimanê me û hema bibêje, xwestin ku hemû kultura me li ber çavê me reş bikin. Lê bi wesîleya merasîma Çil (40) Rojîya dayê Besnayê, min dî ku kultura me bi temamî û bi awayekî xweşik, çawa di civaka me êzdîyan de dijî. Belê, wê rojê alîyekî min şîn û xem bû û alîyekî min, şanazî û keyfxweşî bû. Wekî gotina dawî, dixwazim vê yekê bibêjim: Hezar rehme li gora te bin Dayê Besnayê û cihê te, her bihuşta berîn be. Dilşad im ku min te di saxîya te de dîtiye û hatime, destê te. Te hemû zarokên xwe li gor dîn û kultura xwe mezin kiriye û vaye, hemû zarûzêçên wan jî, li dû dîn û çanda xwe ne. Wekî di saxîya xwe de, te bi bîranîna xwe jî rê û rismên dînî, dengê çand û zimanê me, irb û adetên me, bilind kir. Dayê Besnayê, ez bi hurmet û hezkirin, te bibîr dihînin.
Şîrove 0