Felsefeya Stoayê di sedsala 3’yemîn a berî zayînê de li Atînayê ji aliyê Zenon (Zeno of Citium) ve hatiye damezrandin. Navê xwe ji cihê ku Zenon dersên xwe dida, "Stoa Poikile" (Galeriya Stûnên Rengkirî) wergirtiye. Felsefeya Stoayê ...
Felsefeya Stoayê di sedsala 3’yemîn a berî zayînê de li Atînayê ji aliyê Zenon (Zeno of Citium) ve hatiye damezrandin. Navê xwe ji cihê ku Zenon dersên xwe dida, "Stoa Poikile" (Galeriya Stûnên Rengkirî) wergirtiye. Felsefeya Stoayê ...
Felsefeya Stoayê
Felsefeya Stoayê di sedsala 3’yemîn a berî zayînê de li Atînayê ji aliyê Zenon (Zeno of Citium) ve hatiye damezrandin. Navê xwe ji cihê ku Zenon dersên xwe dida, "Stoa Poikile" (Galeriya Stûnên Rengkirî) wergirtiye. Felsefeya Stoayê hîn dike ku mirov li hemberî bûyerên cîhana derve yên ku nikare kontrol bike, bi aramî û bi exlaq bimîne da ku aştiya hundurîn bibîne. Felsefeya Stoayê, felsefeyeke ku li Yewnanistana Kevnar û Romayê derketiye holê ye, li ser exlaq, fîzîk û mantiqê hatiye avakirin. Armanca wê ya bingehîn ew e ku mirov bi jiyana li gorî exlaqê bigihîje bexteweriyê.
Felsefeya Stoayê sê dîsîplînên sereke tîne ba hev:
1.Exlaq: Alîyê herî naskirî yê Stoayê ye. Ew diparêze ku jiyana bi exlaqî, mifteya bexteweriyê ye. Exlaq li ser çar exlaqên bingehîn, ango zanyarî, dadmendî, wêrekî û nermbûnê, hatiye avakirin.
2. Fîzîk: Ew diparêze ku gerdûn bi aqilekî rêkûpêk û bi logos (aqilê kozmîk) tê birêvebirin. Her tişt bi hev ve girêdayî ye û jiyana li gorî qanûnên xwezayê girîng e.
3. Mantiq: Rêbazên ramana rast û muhakemeyê dihewîne. Mantiq alîkariya mirov dike ku rastiyê bi awayekî rast têbigihîje û hestên xwe kontrol bike.
Stoayî destnîşan dikin ku tenê tiştê ku mirov dikare kontrol bike, raman, helwest û kirinên wî yên xwe ne. Bûyerên derve (tenduristî, dewlemendî, statu) nayên kontrolkirin. Ji ber vê yekê, divê mirov li ser helwesta xwe ya exlaqî bisekine û li hemberî bûyerên derve xemsar bimîne. Ev nêzîkatî bi têgeha "apatheia" (xwe ji hestên tund rizgarkirin, aramî) tê îfadekirin.
Bextewerî ji jiyana li gorî exlaqê tê. Exlaq, bi awayekî aqilmend tevgerîn û li gorî nîzama xwezayê jiyan e. Gerdûn bi nîzamekî aqilmend (logos) tê birêvebirin û her tişt di nav zincîreke sedem-encam de ye. Stoayî hîn dikin ku mirov divê qederê qebûl bike û li şûna ku li dijî wê berxwedanê bike, bi wê re li hev bike. Hestên neyînî (tirs, hêrs, çavnebarî) ji dadbarên şaş derdikevin. Aqil van hestan kontrol dike û aştiya hundurîn peyda dike. Jiyana Li Gorî Xwezayê mirov parçeyek ji gerdûnê ye û divê li gorî herikîna xwezayê bijî.
Zenon: Felsefeya Stoayê damezrandiye. Zenonê Kitionî (Qibrisî), li Atînayê dibistana xwe ya felsefî ava kir û Stoayê dest pê kir. Zenon diparêze ku gerdûn bi nîzamekî aqilmend tê birêvebirin û mirov bi lihevkirina bi vê nîzamê dikare bigihîje exlaqê. Exlaq, bi zanyarî jiyan e û ev yek tenê riya li gorî xwezaya mirov e. Li gorî Zenon, tiştên derve (dewlemendî, tenduristî) wekî "kêmgirîyên bijartî" têne dîtin; ango ev ji bo jiyana baş dikarin bibin alîkar, lê ne bingeha bexteweriyê ne. Hînkirinên Zenon bi giranî li ser exlaqê bûn, lê fîzîk û mantiq jî parçeyên bingehîn ên sîstema wî bûn.
Kleanthes: Şagirtê Zenon û rêveberê duyemîn ê dibistana Stoayê ye. Kleanthes, Stoayê ber bi aliyekî dîndartir ve bir û logosa gerdûnê wekî aqilekî xwedayî dît. Di helbesta xwe ya navdar "Ji Zeus re Xwedayî" de, baweriya xwe bi nîzama gerdûnê û teslîmiyeta mirov a ji vê nîzamê re destnîşan dike.
Panaitios û Posidonios: Fîlozofên girîng ên Stoaya Navîn in. Panaitios yek ji wan kesan e ku Stoayê bir Romayê ne. Panaitios, Stoayê bêtir nerm û pratîk kir. Ji bilî exlaqê, girîngiya tiştên derve (tenduristî, dewlemendî) destnîşan kir, lê van tiştan li pêş exlaqê nedanîn. Posidonios jî li ser kozmolojî û xwezayê xebat kiriye. Posidonios, yekîtiya gerdûnê û têkiliya mirov bi xwezayê re bi kûrahî lêkolîn kir. Ew bi stêrnasî û erdnîgariyê re eleqedar bû. Herduyan Stoayê di nav elîtên Romayê de populer kirin û hiştin ku felsefe bigihîje kitleyên berfirehtir.
Seneca: Dewletmend nivîskar û fîlozofekî Romayî ye. Şêwirmendê Împarator Nero bû. Seneca, Stoayê wekî rêberek ji bo jiyana pratîkî pêşkêş kir. Di berhemên xwe de ( Name û Ceribandinên Exlaqî), behsa wê yekê kir ku meriv çawa prensîbên Stoayê di jiyana rojane de bi kar bîne. Wî destnîşan kir ku hestên wekî hêrs, tirs û xemgîniyê bi aqil dikarin bên kontrolkirin. Mînak, di berhema xwe ya *Li Ser Hêrsê* de, bandorên wêranker ên hêrsê û çawa tê kontrolkirin vegot.
Wî girîngiya qebûlkirina qederê tekez kir. Qeder, yên ku razî ne birêve dibe, yên ku razî nebin dikişîne. Wî diparêz ku tiştên derve yên wekî dewlemendî û hêz bexteweriyê naynin, tenê exlaq aştiya rastîn peyda dike. Nivîsên Seneca, Stoayê li ser exlaqê takekesî û pêşkeftina şexsî xurt kir.
Epiktetos: Wekî kole ji dayik bûye, paşê azad bûye û fîlozofekî Stoayî ye. Berhemên wî yên *Gotar* û *Destan* ji aliyê şagirtê wî Arrian ve hatine berhevkirin. Epiktetos, şîroveyên Stoayê yên herî pratîk û gihîştî pêşkêş kir. Wî tekezî li ser cudahiya "tiştên di destê me de ne û yên ne di destê me de ne" kir: “Hin tişt di destê me de ne, hin tişt ne di destê me de ne.”
Wî diparêz ku bextewerî ne bi bûyerên derve, lê bi helwestên mirovê xwe ve girêdayî ye. Azadî, rewşeke hundurîn e û dikare bêyî girêdana bi mercên derve bê bidestxistin, wî ev yek hîn kir. Hînkirinên Epiktetos, bi taybetî bi giranî li ser dîsîplîna zihnî ya takekesî bingeha Stoa ye.
Marcus Aurelius: Marcus Împaratorê Romayê û fîlozofekî Stoayî ye. Berhema wî ya *Ramana Ji Bo Xwe* ji notên wî yên şexsî pêk tê û şaheseriyeke Stoayê ye. Marcus, Stoayê bi berpirsiyariyên împaratoriyê re li hev kir û bi kar anî. Wî diparêz ku di jiyaneke dijwar de jî (şer, nexweşiyên belavbûyî, entrikayên siyasî) mirov dikare bi exlaq bimîne. Wî baweriya xwe bi nîzama aqilmend a gerdûnê gelek caran tekez kir û bîr xist ku her tişt demkî ye: “Her tişt yekser e.”
Wî hest û bertekên xwe pirsî û hewl da ku jiyaneke bi aqil bijî. Li hemberî hêrs û quretîyê, sebir û nermbûnê hîn kir. Mînak, wî şîret kir ku mirov li hemberî xeletiyên kesên din bi tolerans be û bîr xist ku her mirov parçeyek ji xwezayê ye. Nivîsên Marcus nîşan didin ku Stoayî dikare wekî amûreke muhasebeya hundurîn a şexsî bê bikaranîn.
Felsefeya Stoayê felsefeyeke pratîk e ku armanca wê aştiya hundurîn a mirov û jiyana li gorî exlaqê ye. Vê sîstemê ku Zenon bingeha wê danî, bi sîstematîzekirina Khrisippos, nivîsên exlaqî yên Seneca, hînkirinên pratîk ên Epiktetos û muhasebeya hundurîn a Marcus Aurelius dewlemend bûye. Stoayî, di cîhana nûjen de ji bo rûbirûbûna bi stresê, berxwedana hestyarî û jiyana bi wate hê jî rêberek derbasdar e.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0