Di nava civaka me de, di derbarê ked û emek, an jî xwêdana enîya mirovan de bi hezaran peyv, gotin, xeber û galgalên pêşîyan hene. Lê bi dîtina min kêm peyv, gotin, xeber û galgal cîhê vê peyva pêşîyan “Beza hespê, namûsa siwar e” digrin hene. ...
Di nava civaka me de, di derbarê ked û emek, an jî xwêdana enîya mirovan de bi hezaran peyv, gotin, xeber û galgalên pêşîyan hene. Lê bi dîtina min kêm peyv, gotin, xeber û galgal cîhê vê peyva pêşîyan “Beza hespê, namûsa siwar e” digrin hene. ...
Beza Hespê, Namûsa Siwar e
Di nava civaka me de, di derbarê ked û emek, an jî xwêdana enîya mirovan de bi hezaran peyv, gotin, xeber û galgalên pêşîyan hene. Lê bi dîtina min kêm peyv, gotin, xeber û galgal cîhê vê peyva pêşîyan “Beza hespê, namûsa siwar e” digrin hene. Wate, naverok û manîyên vê peyvê gelekî berfireh û kûr in û gelek rastîyên jîyanê di vê peyvê de hewandî û veşartî ne. Rast e, di vir de peyama zorî û zahmetîyên hesp dikişîne têye ziman, lê li gorî peyvê ked, emek û cahd a hespê hebe jî, lê serketin û namûs dibe para siwar.
Çima?
Min çend roj berê di civînekê de, ku tevahîya beşdar û mêvanên civînê Alman bûn, ev peyva giranbiha a pêşîyên Kurdan weke ‘rexneyeke piçûk’ anî zimên. Pêşî gelek beşdar û mêvanan naveroka peyvê fahm nekirin. Gelek jî pirs di vê derbarê de hatin kirin. Lê çaxê min di derbarê wate û naveroka peyvê de hinek bersîv dan û peyv bi awayekî berfireh, li gorî xwe helseng kir, hinek beşdarên civînê di derbarê naverok û wateya peyvê de wiha gotin: “Rast e, hesp dibeze, cahd dike, zorî û zahmetîyan dibîne, xwe û siwar digihîne cîhê ku siwar dixwaze biçê.
Lê belê hewceyî gotinê ye, ku hesp bi awayekî serkeftî digihîje armanca xwe, ji ber ku bi rêbaz, şêwaz û metodên siwar bikartîne, ew hesp digihîje cîhê ku siwar dixwaze biçê. Ango, ku siwar hespê bi hostetî û şarezeyî ber bi rêya hesp tê de dibeze ve ku nebe, hesp ê siwar negihîne hedefa wî û cîhê ku siwar dixwaze biçê. Dirust e, hesp diweste, xwêdan dide, zor û zahmetî dikşîne û siwar digihîne armanca wî, lê şarezeyî û hostetîya siwar di vir de diyardar e.”
Çaxê ewan camêran ev argument anîne zimên, ez ji xwe re fikirîm û min jî got, bi Xwedê camêr mafdar in û rastî di argumentên wan de jî hene. Hesp çiqas bibeze jî, zorî û zahmetî bibîne jî, dîsa jî siwarê hespê pêwîst e bi şarezeyî, bi hostetî hespa xwe bajo û hespê ber bi cîhê, ku ew dixwaze biçê ve bibe. Rast e, hesp diweste, hesp zorî û zahmetîyan dibîne, hesp xwêdan dide, lê hesp bê siwar nikare ber bi armanca xwe ve bibeze û bigihîje mirad û mexsedên xwe.
Hefsarî di destên siwar de ye, li ser pişta hespê siwar î rûniştî ye, şiv û qamçî di destên siwar de ne. Hege siwar î şereze û hoste be, hesp jî jêhatî be, zîn, zengo û hefsar jî î zexm bin, gihîştina armancê wî çaxî ê ne zor û zahmet be!
Peyv, gotin, xeber û galgalên pêşîyan helbet rast in, lê belê carna rastîyên di wate, naverok û manîyên peyv, gotin, xeber û galgalên pêşîyan de hewandî û veşartî, ne YEK tenê ne, gelek in.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0