Heya dawiya vê sedsalê dê kêmzêde bi qasî nîvê cemeda li ser rûyê Hîmalayayê ji ber veguherînên mezin ên avûhewayê bihele û kar û xebatên îroyîn ên ji bo rê li ber girtina germbûna gerdûna me dihêne kirin jî dê nekaribin rê li ber helîna cemeda li ser ...
Heya dawiya vê sedsalê dê kêmzêde bi qasî nîvê cemeda li ser rûyê Hîmalayayê ji ber veguherînên mezin ên avûhewayê bihele û kar û xebatên îroyîn ên ji bo rê li ber girtina germbûna gerdûna me dihêne kirin jî dê nekaribin rê li ber helîna cemeda li ser rûyê Hîmalayê bigirin. Eger pêşbîniyên International Centre for Integrated Mountain Developmentê di sala 2100an de pêk bihên, dê bi qasî 1,9 mîlyarek kes bi metersiya tunebûna ava vexwarinê rû bi rû bimîne û pê re jî aloziyek mezin û mirinên bêhejmar çêbibin.
Philippus Wester ê bî qasî 5 salan di derbarê rewşa cemeda li ser rûyê Hîmalayayê de daneyên xwe berhev û analîzên xwe pêk aniye, wiha dibêje; “Veguherînin avûhewayê, bi taybetî gav bi gav germbûna gerdûna me, bandoreke pirr xerab û giran li cemeda li ser rûyê Hîmalayayê dike. Divê bilez û bez û birêk û pêk, kar û xebatên girîng bihêne kirin. Eger tedbîr û kar û xebatên îroyîn ên welatên ji çar aliyê gerdûnê li ser sekinîne û diaxivin û di dawiyê de li hev nekin, birêve neçin û pêk nehên, dê ji sê beşên cemeda li ser rûyê erdê du beş bihelin.”
Philippus Wester wiha berdewam dike; “Ji ber veguherînên avûhewayê dê şûnên pirr sar û cemidî ên Hîmalayayê veguherin û bibin kevir û kuç.” Zanyarên International Centre for Integrated Mountain Developmentê bala xwe dane çiyayên li Hindistan, Afxanistan, Pakistan, Nepal, Çîn, Bûtan, Bangladeş û Myanmarê ne û bandora veguherînin avûhewayê ên li ser çiyayên cihêreng hûr bûne. Ji bo çemên li Asyayê cemeda li ser rûyê Hîmalayayê çavkaniyeke xurt û pirr girîng e. Ganj, Mekong û Yangzte li Asyayê çemên herî girîng in.
Rêvebirê International Centre for Integrated Mountain Developmentê a li Bangladeşê Saleemul Huq wiha dibêje; “Ji analîzên me diyar dibe ku bobelateke mezin li benda me ye. Me ji welatên ku dê bi bobelata mezin berteref bibin, daxwaz kir bilez û bez û birêk û pêk tedbîrên xwe bigirin û pêşî li bobelata mezin û mirinên bêhejmar bigirin.”
Dîsa zanyarên ji International Centre for Integrated Mountain Developmentê diyar dikin ku civînên li Parîsê ên ji bo rê li ber girtina veguherînên avûhewayê û germbûna gerdûnê li dar dikevin û dixwazin bi tedbîrên xwe pêşî li ber germbûna avûhewayê bigirin daku heya sala 2100an germbûna avûhewayê ji 1,5 radeyê zêdetir nebe jî, dê li ber tunebûna beşek ji sê beşên cemeda li ser rûyê Hîmalayayê negirin. Eger germbûna avûhewayê heya sala 2100an bi qasî 2 radeyê zêde bibe, ji sê beşên li ser rûyê Hîmalayayê du beş dê bihelin û li wê herêmê tofanek mezin rûbide. Xebatên berê ên derbara helîna cemeda li ser rûyê Hîmalayayê pêk hatibûn jî diyar dikirin ku heya dawiya vê sedsalê cemeda li ser rûyê Hîmalayayê dê di navbera ji sedî 45 heya 90î de kêm bibe. Di xebata nû de ji 22 welatan 350 zanyar û pispor xebitîne.
Şîrove 0