Belê, a rastî jî pêdivî pê heye ku hemû kurd, bi tevahî bikaribîn bi awayekî serbest fikr û ramanên xwe bibêjin û raberî civaka xwe bikin û loma jî, me gotina ‘Divê Were Gotin’ ji bo xwe wekî prensîbeke bingehîn pejirandîye û em dê li ser prensîbên ...
Berî her tiştî divê ez bibêjim ku roja îro gelek dem û dezgeyên me hene û gelek nivîskar û rewşenbîrên me jî, di wan dem û dezgeyan de cih digrin û li gor dîtin û têgihiştina xwe, ramanên xwe raberî kurdan dikin. Em rêz digrin û destxweşîyê li wan dikin. Lê hûn dizanin ku roja îro welatê me Kurdistan, a niha di qonaxeke gelekî dijwar û girîng de ye û çar aliyê welatê me şer, koçberî û talan e. Ji ber vê qonaxa muhîm û metirsîdar, ligel çend nivîskar û rewşenbîrên kurd û kurdîziman me biryara xwe da ku em platformeke bi vî hawî damezrînin û ligel gelek nivîskar, hunermend, wêjekar, felsefenas û rewşewbîrên kurd, kar û xebatekî hevpar û xwebexş bimeşînin.
Divê Were Gotin
Belê, a rastî jî pêdivî pê heye ku hemû kurd, bi tevahî bikaribîn bi awayekî serbest fikr û ramanên xwe bibêjin û raberî civaka xwe bikin û loma jî, me gotina ‘Divê Were Gotin’ ji bo xwe wekî prensîbeke bingehîn pejirandîye û em dê li ser prensîbên azadîya ramanî, xweşbînî û toleransê û bi feraseteke kurd, kurdî û Kurdistanî, xebatên xwe bimeşînin.
Armanc çi ye?
Armanc, damezrandina platformeke kurd û Kurdistanî ye ku hemû kesên kurdîziman, dê bikaribin xwe tê de bibînin û bi serbestî, ramanên xwe bibêjin. Philokurd dê tenê ne wekî dezgeyeke televîzyonê be û dê wekî malpereyeke kurdîziman jî xebatên xwe bidomîne û xizmeta hemû kurdan û kesên kurdîziman bike. Em dê li ser gelek mijaran xebatan bimeşînin û li ser wêje, sîyaset, huner, dîrok, arişeyên zimên, rewşa kurdan, philosophia û li ser gelek xebatên din, xebatên xwe raberî bîrûraya kurdan bikin.
Malper û Platformên me ên Medya Civakî
Malpera me a ku dê bi 3 zimanan (kurdî, almanî, ingilîzî) weşana xwe bike, serê meha Gulanê dê bi lînka www.philokurdtv.de bikeve xizmeta we hêjayan. Wekî din platformên me ên medya sosyal jî, ev in:
1- YouTube: https://www.youtube.com/@Philokurdtv
2- Facebook: https://facebook.com/philokurdtv2025
3- Platforma X: x.com/philokurdtv
4- Instegram: instegram.com/philokurdtv2025
Divê were gotin ku ev xebat, bi inisîyatîfa çend rewşenbîrên kurd ên serbixwe ve dihê kirin û em hêvîdar in ku ev xebata me di civaka me kurdan de cih bigire û bibe platformeke azadîya ramanî, xweşbînî, dostanî, dilsozî û gelek nirxên me ên kurd û Kurdistanî. Her şad û serkeftî bin.
- Rêvebirîya Philokurdtv
- philokurdtv@gmail.com
- 17.04.2025
Şîrove 0