Milletê ku bi zmanê xwa nafikire û napeyîve, ti carî nikare bibe xwadiyê zmanê xwa jî. Milletê ku netewî nafikire û tevnagerre, ti carî nikare bibe xwadî netewe jî. Jibo ku meriv bikare bibe xwadiyê zman û neteweya xwa, şertên biyolojîk, psîkolojîk ...
Rexneyên ku li Kurdên bakûrî tên kirin, bi tevahî nebe jî li cih in. Çimkî îro di nav hemû Kurdande, yên ku di pirsa ziman de herî sist in, Kurdên bakurî ne. Bi ya min du sebebên vê yekê hene: 1) Dewleta Tirkiyê, di pirsa asîmîlekirina Kurdan ...
Li gorî min em nikarin iddiaya materyalizma Mela bikin. Mela di malika ku te jî anî ziman de dibêje: ‘Me cewher ‚unsurek xamis numa iro di tali da’. Şîrovekerên Dîwana Mela dibêjin ev unsura pencemîn evîn e. Ya rastî em jî dikarin welê şîrove bikin. ...
Dilawer Zeraq; akademîsyen, nivîskar, zimanzan, wergêr, romannivîs û rexnegirê wêjeyê. Xebatkar û disozê zimanê kurdî. Berê edîtorîya Kovara W’yê kiriye û di rojnameya Azadîya Welat de, du periyod bi berdewamî nivîsîye. Li ser navê Kovara Philosophia...
Belê, a rastî jî pêdivî pê heye ku hemû kurd, bi tevahî bikaribîn bi awayekî serbest fikr û ramanên xwe bibêjin û raberî civaka xwe bikin û loma jî, me gotina ‘Divê Were Gotin’ ji bo xwe wekî prensîbeke bingehîn pejirandîye û em dê li ser prensîbên ...