Ne şert e em çi bûn, yan em çi dixwazin; em çi, çawa dikarin bikin girîng e. Li şûna konsept û rêyên qerisî û yên bi têgeheke kolonyalîst hatine holê rêyên cûda belkî rêya aqil, ya ji kesên pispor û têgihiştî, û yên hiş, xwedî ruhê demê were ...
Ne şert e em çi bûn, yan em çi dixwazin; em çi, çawa dikarin bikin girîng e. Li şûna konsept û rêyên qerisî û yên bi têgeheke kolonyalîst hatine holê rêyên cûda belkî rêya aqil, ya ji kesên pispor û têgihiştî, û yên hiş, xwedî ruhê demê were ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Çi rê? Mirov ji bo bigihêje qadekê, yan encamekê, neçare ji xwe berê li rêkê bigere. Helbet ew neçar e ji rê û ezmûnên heyî sûd bigire. Rêyên heyî, yên tuneyî? Yên xuya û nexuya? Yên yasayî, yên neyasayî? Yên rewa û nerewa? Kîjan rewatî, rewatiya li gor serdesta û yan a bindesta? Helbet meriv dikare pirsan zêde bike. Lê dawiyê meriv dê dîsa were û li ber heman dergehî û bi heman arîşê re, rû bi rû bibe. Ferq nake meriv ji kîjan rê bê, ya ji bakur be, yan başûr be, ya rojhilat û rojava be, meriv bi paseport û nasnameyên cûda be jî dê bi heman astengiyê re rû bi rû bibe. Ger dergehvan û dergeh cûda bin jî, dê arîşe yek be. Çenko ezman ne yê te ye. Ezman çi ye?
Dunya çi ye? Dunya gurover, li gorî hişmendiya mirovî xwe vediguhere. Dunya gurover e û mejî jî, gurover e. Rêya mejî jî bi ziman û peyvên cûda tê dagirtin. Çawa dunya heye, dunya mirovan jî bi çand, peyv, destan û dîroka xwe mişt dibe. Ango motora mêjî, yan xwenasîn bi derbirîna ziman û hizrî tekûz dibe. Mirov bi çi zimanî bihizre, mirov ew e. Motora mêjîyê kurda çênebûye, ji ber ku ew saz nebûye, hevnasîn, hevfêmkirin, hevxemî û hevxebûn pêk nayê. Ew li ser çend peyv û babetan dimîne. Gava tê û diqewime, babet ji hev cûda dibin û parçebûna mejî xwe dide der. Ev dikare carna, bi navê herema, ya bi navê êl û olê be, yan bi navê partiyan be. Lê Kurd yan rayedarên Kurd tênegihîştine, ku gava gel û civak hev fêm neke, yekîtî çênabe û nexşeyên heyî, yan ax nikare bibe obje. Ango; bibin rastiyek heyiber.
Ne şert e em çi bûn, yan em çi dixwazin; em çi, çawa dikarin bikin girîng e. Li şûna konsept û rêyên qerisî û yên bi têgeheke kolonyalîst hatine holê rêyên cûda belkî rêya aqil, ya ji kesên pispor û têgihiştî, û yên hiş, xwedî ruhê demê were destnîşankirin. Lê hişmendiya serwer, ji dema nemir Xanî û heta niha jî guh nedana rêya duyem, yan yên nû û her xwe bi xwe ji hev re bûne kelem û asteng. Lewma gelek girînge, di dunyake gurover de, li ruhekî demê yê gurover de li xwe gerîn û li siberojeke gurover de, li pirsa hebûn û tunebûnê bigerin. Çawa dunya yek e û sal xelek in, her weha her yek, xelekên xwe bi xwe û zimanê xwe dinivîsine û bi xelekên xwe dibe heyî û hebûn.
Mirovên zimanê bi xwe nizanibe, xerîbê xwe ye. Mirovên dunya û nirxên wan yê hevbeş nebe, nikarin bibin yek. Miletek ne ji yek hizrî û nêrînê pêk tê, gava meriv tevî cêwaziyên xwe di hin xala de bibe heyînek dikare bibe miletek. Mirov bi ruhê şaş, nabe xwediyê rastiyeke dîtbar ya rast jî. Adorno dibêjeje; di Şaşiyê de rastî nîne. Mixabin em di şaşiyê de, li rastiyan digerin. Di dunya îro de, mirov ne bi xwînê dibin milet, serwerê dewleta jî.
Nirxên hevbeş mirova dikin yek hêz. Helbet aborî jî lingekî herî girîng ji yê dewlet û neteweyê ye. Yê Kurda, ol mixabin weke benca kolonyalizmê hatiye bikaranîn, dimîne netew û Kurd, ji hizra netewî dûr in. Meriv dikare bibêje nebûne Netew, çenku netew xwedî xelekên dîrokî û çandî ne. Yê bav û diya xwe nas neke, ji xwe re li dê û bavê xeyalî digere, yê nas dike ne pêwîst e lê bigere. Dîroka mirovekî ji dê û bav, ya miletekî ji gelek xelek û nirxên dîrokî pêk tê, kêmasiya her xelekê, wendakirin û têkçûna nirx û hişmendiya miletekî ye. Dîroka me, ne bi Mûsa, Îsa û Muhemmed destpêdike, ew ji bo dîroka me, zarokên do ne. Em xwedî ziman û mîtologiyeke qedîm in. Lê di mejiyê xwe seqet û sêwî ne. Dunya valahiyê qebûl nake, weke erdê meriv bi destê xwe biçîne û yê neçandî tije hoşbe dibe. Erdê gul lê nebe, nabe Gulîstan.
Dibe berê Gulîstan be, lê rewşa heyî qet rastiyê naguhere. Îro dezgeh û derfetên dunya gurover û serdema înternetê de, divê tevn, derfet û hemû rê ji bo pirake postmodern bêne bikaranîn. Ne îro, bê do, ne sibe bê îro serbixwe ye. Yek encama yê dine. Siberoj encama kar û hizrên îro ye. Karê sibê kar, yan yê qezencê neyne, kirina wî karî bêwate ye. Gotina kara wê ya îro, ji xisara sibê bêhtir be jî heye Hebûna miletekî ya herî mezin nirxên wan yê Ruhanî ne, ew jî li cem Kurda kêm e.
Civaka di ruh, yan di mejî de têk here mirî ye. Helbet em nikarin, dunyake cûda ji xwe re çêkin. ne xwedî wê mêzîna aborî û siyasî ne jî, xwedî wê hêzê bin jî, lê bê hevdengiya dunyê dê nemînin. Divê em li hizrên xwe jî, bi vê dunya gewrik ya bi hezar û yek miletî, ol û hizrî re karibin bijîn û ciyê xwe û rastiyên xwe zanibin. Bi hêviya civakeke xwezan. pirhizr, pirreng û deng. Gotina me Êzdiya ya dawî dibêje; Em kêm in Xwedê temam e. (24.12.2021)
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0