Hevaltî û dilsozî di jîyana mirovan de têkiliyên pirr binirx û watedar in. Mirov bi xwezaya xwe, heyînên civakî û pêdivîya wan, bi danûstandin û danîna têkiliyên bi mirovên din re, heye û ser pîya dimîne. ...
Hevaltî û dilsozî di jîyana mirovan de têkiliyên pirr binirx û watedar in. Mirov bi xwezaya xwe, heyînên civakî û pêdivîya wan, bi danûstandin û danîna têkiliyên bi mirovên din re, heye û ser pîya dimîne. ...
Hevaltî û Dilsozî
Dilsozî û hevaltîya baş du ji wan taybetmendîyên herî hêja ne û em dikarin di jîyana xwe de van pêş bixin. Dilsozî têye wateya pêbawerbûnê, him di demên baş de û him jî di demên xirab û dijwar de. Ew hestek ewlehî û bawerîyê di navbeyna hevalan de diafirîne, ku ji bo her hevaltîya wan di rojên giran de jî li ser pîya bimîne. Hevaltîyeke baş li ser bingeha rûmetgirtin, rêzgirtin, têgihîştin û piştgîrîya dualî ye û wisa ava bûye. Heval ji bona hevûdin hene, guhdarî dikin û gava ku pêwîstî pê hebe alîkariyê bidine hev. Ew serkeftinên hevûdin pîroz dikin, bi wan serkeftîyan serbilid in û di demên dijwar de bi hevûdim re li jimberî zahmetîyan radiwestin. Ev cûre girêdan jîyana hevalan dewlemendtir dike û dihêle ku ew hîs bikin ku ew ne bi tenê ne.
Rojnamevanê Amerîkî Walter Winchell di derbarê têkiliyên bi heval û hogiran re wiha dibêje: "Hevalê rast ew e ku dema dinyayê tev jî dev ji te berdabe, ew dîsa jî li cem te mabe ye".
Hevaltî û dilsozî di jîyana mirovan de têkiliyên pirr binirx û watedar in. Mirov bi xwezaya xwe, heyînên civakî û pêdivîya wan, bi danûstandin û danîna têkiliyên bi mirovên din re, heye û ser pîya dimîne. Di pêvajoya têkilî û pêwendîyan de cidîyet û çarçoveya hevaltî û dilsozîyê xwedî girîngîyeke mezin e. Ji ber vê yekê, hevaltî û dilsozî divê çewa bin? Di vê çarçoveyê de divê li ser çi bingehê mirov rawestin û bi hevûdin re têkilîyan deynin?
Berî her tiştî, têkilîyeke hevaltî ya zexm divê li ser bingeha bawerîyê ava bûbe. Hege dilsozî û bawerî di navbera mirovên dost û hevalê hev bin de tinebe, dilpakbûn û parvekirin bi “serê xwe” têra hevaltîyê nake. Di navbeyna heval û hogiran de dirustbûn, rastî û hezkirina ji dil pirr girîng e. Bi hevûdin re zelal, vekirî û dirustbûn, dîtin û hestên xwe bi hevûdin re par ve kirin, piştgirî, tifaq û hevgirtin bingeha têkiliyeke hevaltî ya saxlem ava dike.
Xaleke din, hevaltî û dilsozîyê divê li ser bingeha xweşbînî, tolerans û têgihiştinê ava bûyî be. Her mirov xwedî raman, hest û hewcedarîyên xwe ye. Ji ber vê yekê pirr girîng e, ku mirov di nava hogir û hevalan de hevûdin bihesibîne, ji helwest û sekna hevûdin re tolerans nîşan bide û naveroka wê têkilîyê baş fahm bike. Ev rastî dibe alîkar ku pêşî li nakokî û xilafetên di navberan hogir û hevalan de bêne girtin û avakirina têkilîyan li ser bingehên di navbera wan de bihêztir bibin.
Gotina navdar a feylesofê Yewnanî Arîstoteles di derbarê hevaltî û dostanîyê de jî divê neyê jibîrkirin: "Hevalê her kesî, ne dostê tu kesî ye."
Di dawiyê de hewceyî gotinê ye, ku wefadarî û hevaltî bingeha bawerî û têkiliyên kûrtir û jiyaneke têrkertir in.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0