Di van salên dawîyê de têkilîyên gelek mirovan mixabin zêde li ser berjewendiyên piçûk, çêbûwar û egosentrîk hatine avakirin. Roja îro jî, ev rastî yek ji faktorên herrî berbiçav e ku ast û dozaja têkiliyên navkesî kufş dike. ...
Di van salên dawîyê de têkilîyên gelek mirovan mixabin zêde li ser berjewendiyên piçûk, çêbûwar û egosentrîk hatine avakirin. Roja îro jî, ev rastî yek ji faktorên herrî berbiçav e ku ast û dozaja têkiliyên navkesî kufş dike. ...
Fîlozofên Berê û Mirovên Îro
Di van salên dawîyê de têkilîyên gelek mirovan mixabin zêde li ser berjewendiyên piçûk, çêbûwar û egosentrîk hatine avakirin. Roja îro jî, ev rastî yek ji faktorên herrî berbiçav e ku ast û dozaja têkiliyên navkesî kufş dike. Bi taybetî jî di civakên weke yên me, kêmpêşketî an paşdemyî de, naverok û çarçoweya norm û têkilîyên hemdem her çiqas diçe valetir dibe.
Hewceyî gotinêye, sed mixabin di civakên îroyîn de pîvanên li ser bingeha şaristanîya hemdem û wateya têkilîyên di navbeyna mirovan de gav bi gav ber bi tinebûnê ve diçin. Li şûna wan, berjewendiyên takekesî, egosentrîk yên ji bo kêlîyekê girîng di hemû têkiliyan de derdikevine pêş.
Fîlozofên berê li ser têkiliyên berjewendiyê sekn û helwest, dîtin û ramanên cihêreng disekinîn. Wan têkiliya di navbera ‘berjewendî û nirxên ahlaqî’ di têkiliyên mirovan de nîqaş dikirin.
Sokrates balê dikişîne ser girîngîya nirxên ahlaqî. Platon jî di nivîsên xwe de balê dikişîne ser ‘pêywîstîya çewabûnîya’ girêdana berjewendiyên takekesî û civakê. Berovacî vê yekê, Arîstoteles bi pirranî li ser fazîletên ahlaqî disekinî û bextewarîya mirovan di çarçoveya têkiliyên ‘berjewendiyên mirov’ de didît.
Ji alîyê din ve hinek Fîlozofên din jî bal dikişandine ser girîngîya hizûr û aştî û razîbûna mirov a hundurîn û difikirîn ku têkiliyên berjewendîyan çewa dikarin bi van fazîletên hatine ziman re karibin li hevûdin bikin.
Weke mînak, Immanuel Kant bawer dikir ku çalakîya ahlaqî li ser rêgezên gerdûnî avakirîye. Ji bona Kant, girîng e ku emê çima û çewa tevbigerrin, ne tenê ku emê di momentuma em têdene, em ê çi bikin? Weke virr, derew an jî manîpulekirina mirovan ji bo Kant ji alîyê ahlaqî ve gelek xelet in. Kant wisa dihesiband ku divê mirov hurmeta hevûdin bigrin û her tim bi hev re rastgo û dirust bin.
Fîlozofê Çînî Lao Tzu jî dibêje; girîng e ku mirov bi xwezayê re girêdayî be û hizûr û aştîya nava xwe a hundurîn bi wî awayî bibîne. Di têkilîyên navbera kesan de divê em lihevhatin, harmonî û hevahengîyê karibin çê bikin û wê biparêzin. Lao Tzu difikire ku divê em li dijî xwezayê şerr nekin. Di têkilîyan de, dirustî, dilsozî û hevsengîya xwe a hundurîn herrî zêde girîng e. Derew, fen, fût û hîle nîzama xwezayî têk dibin û bi bî awayî aştîya civakê jî dixine xeterê.
Kurt û kumancî, ramanwer û fîlozof qîmetê didine rûmetgirtin, rastbûn, rêzgirtin û hevsengîya hundirîn yên têkiliyên di navbeyna mirov, civak û xwezayê. Dema ku ev fîlozof balê dikişînin ser xwezaya gerdûnî ya norm û qanûnên ahlaqî, ew her wiha herikbarîya xwezayî û hevsengîya hundurîn jî tekez dikin û wê tînine ziman. Hemû sekn û helwest, dîtin û ramanên wan balê dikişînine ser nirxên bingehîn yên weke dirustî û rastîyê, di têkiliyên di navbera mirovan de û balê dikişînine ser pêdivî û hewcedarîya balkişandina di derbarê nirxan de.
Dîtina û paradîgmaya hevsengîya di navbera têkiliyên berjewendî û nirxên ahlaqî de, her tim mijareke hevpar di xebatên hemû fîlozofan de cîh girtibû!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0