Paganîzm navê sîstema baweriyekê ye ku, çavkaniya wê xwe digihîne olên qedîm yên xwezayê û navê hevpar yê wan olên (dînên) qedîm e. Têgeha Paganîzmê yan jî Neopaganîzmê ...
Paganîzm navê sîstema baweriyekê ye ku, çavkaniya wê xwe digihîne olên qedîm yên xwezayê û navê hevpar yê wan olên (dînên) qedîm e. Têgeha Paganîzmê yan jî Neopaganîzmê ...
Paganîzm navê sîstema baweriyekê ye ku, çavkaniya wê xwe digihîne olên qedîm yên xwezayê û navê hevpar yê wan olên (dînên) qedîm e. Têgeha Paganîzmê yan jî Neopaganîzmê, piştî Sedsala 20an ji bo nasandin û zindîkirina olên Paganî yên beriya olên Brahimî hatiye bikaranîn. Çerçoveya vê têgehê, ji ber ku gelek berfireh e; pirî caran di dewsa vê têgehê de hinek têgehên ku mijara xwe zelaltir vedibêjin têne bikaranîn.
Mesela têgehên weke polîteîzm, şamanîzm, animîzm, panteîzm û hwd. Paganîzm, ji peyva paganus ya latinî ku di wateya çolwar, çolter ê de ye, ketiye zimanên rojavayî. Dema ku ola filehtiyê derketiye qada civakî, bawermendên filehtiyê bêtir kesên bajarî bûn yan jî xelkê bajarok û bajaran bûne. Lewma jî, kesên ku ne fileh bûn, bêtir xelkê wargehên çolteran (gundan) bûn. Piştî demekê jî, ev têgeh ji bo kesên ku nişteciyên çoltera ne û ne fileh in, hatiye bikaranîn. Herçuqasî peyva paganê ji berê ve di zimanên rojavayî de hebe jî, bikaranîna peyva paganîzmê hewqasî jî ne kevin e. Mesela peyva paganê di zimanê ingilizî de, di sedsala 14an de hatiye bikaranîn, lê peyva paganîzmê, di sedsala 17an de hatiye bikaranîn.
Li gor baweriya Isaac Bonewits, dewrên Paganîzmê:
1- Paleo-Paganîzm: Ev têgeh wekî dijberê, Neopaganîzmê tê bikaranîn û ji bo xweserî û orjinalitiya paganîzmê tê bikaranîn, ku hê ne ketiye bin bandûra kulturên biyanî. Ev peyv ji bo olên hinduîzm, şinto, paganîzma germen ya beriya koçkirinê, polîteîzma kelt, yewnan û romayî tê bikaranîn.
2- Mezo-Paganîzm: Herçuqasî ji kulturên ne monoteîst, dualîst û teîst, ketumet bûbe jî, meriv dikare bibêje ku di vê dewrê de paganîzmê xweseriya xwe parastiye. Nişteciyên resen yên Amerikayê, aborjînên Avustralyayê, farmasonî, teosofî û sihizm, di vê lodê de ne.
3- Neopaganîzm: Helwest û hewldana mirovên nûjen ya daxwaza zindîkirina olên xwezayî, olên beriya filehtiyê û dazanînên ruhanî ye. Meriv dikare slavianstvo, neodruidîzm û vika’yê jî di vê lodê de bihêjmêre.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0