Werin em bi hev re li vê vê qiyameta di hundirê me de binêrin... Lê netirsin! Bi efektên Hollywoodê, wê dernekeve peşberê we! Qiyametên biçûk ên ku em hemû, di pêşî bêdengiya mezin de têkiliyan diqetînin e. ...
Werin em bi hev re li vê vê qiyameta di hundirê me de binêrin... Lê netirsin! Bi efektên Hollywoodê, wê dernekeve peşberê we! Qiyametên biçûk ên ku em hemû, di pêşî bêdengiya mezin de têkiliyan diqetînin e. ...
Werin em bi hev re li vê vê qiyameta di hundirê me de binêrin... Lê netirsin! Bi efektên Hollywoodê, wê dernekeve peşberê we! Qiyametên biçûk ên ku em hemû, di pêşî bêdengiya mezin de têkiliyan diqetînin e. Hin sembol hene ku tenê di pirtûkên pîroz de nayên gotin, lê herweha di rihê mirovan de wekî lerizandinekî digerin û “Qiyamet” jî wisa ye. Gelek caran ew tê wekî bermahîyeke qiyametê, hin caran jî wekî zengilê hişyariyê, guhertinê. Dibe ku vekirina derê vê qutyê hêsan nebe, lê herçîyên di nav de xwe şîrove dike.
Mînak, di kitêba Wehiyê de dihê gotin ku: Di destê Xwedê de pirtûkeke bi hêft mora heye. Tenê “Berx”, an Îsa Mesîh dikare wan moran vebike. Her ku mor vekirî tê, bala nû digihêje cîhanê: şer, birçîtî, mirin… Heta ku bêdengî tê. Bêdengiya mezin. Çimkî gotin qediya û hesab dest pê dike. Cara ewil tê, ez dixwazim bibêjim.
Ka biseknin! Ev gotin, tenê metneke olî nîne. Lê heke ew mora, herweha vekirina dergehên di nava hundirê me de be. Despêkê de, em bi şik û gumanan nêzîk dibin. Descartesê feylesof, badîhewa vê gotinê negotiye: “Bikevin, inina her tiştî.”
Sokrates: “Xwe bizanin.” Berê, divê em dest bi şerê xwe dikin: bi daxwazên xwe, bi azadîyê, bi nasnameya xwe… Her morek, li ser serê me sîwanek e. Her morek, mîna rewşeke kevnare ji nava me hêdî hêdî dê birije. Di dawiyê da, bêdengî. Ew bêdengiya ecêb hîn caran aramiyê dide, hin caran jî bi xembariyê mirova tenê dihêle.
Ludwig Wittgenstein dibêje: “Li ku gotin qediya, li wir rastî destpê dike.” Wê demê, dest û lingê me li hev dialin. Di wê demê de, tiştekî tu êdî bikaribî ji kesekî din ra bibêjî nemaye. Êdî nikarî tiştekî kopî bikî, rastî û heqî, xwe şilf û tazî xwe raberî te dike. Çawa heneka bike, dibêje ‘ka tu yê çi bikî?’ Jiyan carna bi hêza xwe, derîyê wan moran vedike û sêhra wan, betal dike. Wendabûnek, vegereke bêserobin, tenêtî dest pê dike û ew pirsên afsûnkirî dihên hişê mirov: ‘Ez kî me?’, ‘Ez, ji ku hatime?’ û ‘Ez ê bi kû ve herim?’
Qiyamet herdem ji asîmanan tevî baranê nayê xwarê, hîn caran ew bi awayekî bêdeng di hundurê merivan da, pergala xwe saz dike. Erê, qiyamet her gav ji asimanê nayê. Hin caran, bi bêdengîyê xwe di hundirê me de avakirî ye. Lê, divê mirov netirse û her qiyamet an jî axirdewran, despêka jiyanekê nû û rûpeleke nû ye!
Di gotina pêşiyan da heye: "Heta nebe qal, nabe mal. An jî heta xirab nebe, ava nabe." Erê dema hemû bersîv diqedin, bêwate dimînin; heqî û rastî, êdî hukmê xwe dikin. Lê heta em xwe bigihînin rastiyê, divê divê em çend moran betal bikî. Dibêje di wê merhelê de, qolincên dawîyê dê mirovan aciz bikin. Lê di qonaxa herî dawî da, ken û bextewarîya serkeftinê heye. Weke çiyagerekî xwe ji qefa zinarê asê xilas bike, xwe hilkêşînê ser girê mirazan û li kena ber lêvan a deşt û baniyan, temaşe bike.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0