Bapîrê Berkat Cindîyê Elo kenîya û got: "Belê lawê min, ev hêlîn mala hechecîkan e û ewan ev mal bi destên xwe ava kirine. Lê belê bi rastî sedemekî ji vê xalê girîngtir jî heye. Ev hêlîn ji bo hechecîkan cîhekî biewle ye û ji ber vê yekê ew xwe di vê ..
Hêlîna Hechecîkan
Berkat ji zarokatîya xwe ve li gund, di nava baxçeyê bapîrê xwe Cindîyê Elo de derbas dikir û dileyîst. Kêfa Berkat pirr ji bapîrê wî re dihat û dixwest her tim biçe cem wî û pê re danûsitandina bike. Berkat tim û daîm şîretên bapîrê xwe bi baldarîyeke taybet guhdarî dikirin û ji wan dersên girîng derdixistin.
Rojekê bapîrê wî Cindîyê Elo hêlîna hechecîkan nîşanî Berkat da û jê pirsî, got:"Berkatê min, tu zanî çima ev hechecîk her sal li ser hewqas welat de darbas dibin û vedigerrine van hêlînên xwe, yên ku wan li qaçkên malan ji xwe re çêkirine?"
Berkat hinekî fikirî û ji bapîrê xwe re got: "Bavo Cindî, ji ber ku ewan ew hêlîn bi destên xwe çêkirine, lewma jî dîsa vedigerin û têne wan hêlînên xwe."
Bapîrê Berkat Cindîyê Elo kenîya û got: "Belê lawê min, ev hêlîn mala hechecîkan e û ewan ev mal bi destên xwe ava kirine. Lê belê bi rastî sedemekî ji vê xalê girîngtir jî heye. Ev hêlîn ji bo hechecîkan cîhekî biewle ye û ji ber vê yekê ew xwe di vê hêlînê de di ewlehîyê de dibînin. Ji ber vê rastîyê jî, dema ku her sal, çaxê wextê vegerê bê, ew vedigerine ser hêlînên xwe. Hechecîk bawer dikin, ku hinek kes ê vê hêlîna ewan ava kiribû biparêze û ew hêlîn ê li benda wan be. Ji ber ku di nava bawerî û aramîyê de dikarin li vir bimînin û ev jî dibe sebeb ku ew vedigerin hêlîna xwe. Bi hechecîkan re hest û pêbawerîya ewlehîyê pirr zexm e."
Berkat demeke dirêj li ser gotinên kalikê xwe ponijî, fikirî û jê re got: "Bavo Cindî, hechecîk çewa dikarin hewqas piştrast bin, ku çaxê ew vegerine hêlînên xwe, ew hêlîn ê hêjî li cîhê xwe bin? Gelo rojekê hinek kes werin û hêlîna wan hilweşînin, an jî xeterîyeke din derkeve holê, wê hingê hechecîk çi bikin?"
Cindîyê Elo bi baldarî guhdarîya Berkatê nebîyê xwe kir û got: "Berkat, lawê min, li vir dîyardeya ku jê re pêbawerî jî têye gotin derdikeve pêş. Hechecîk baş dizanin ku dinya guherbar e, lê her tim bi bawerîyên hundirîn tevdigerin. Bi gotineke din, hechecîk bawer dikin, ku çi were serê wan jî, çi bi qewme jî, divê ew her sal vegerine helîna xwe. Hechecîk divê hêlînên xwe qet neterikînin û bawerîya xwe bê şik û bê guman bi vê rastîyê tînin û qet xişûşî di dilê wan de çênabe.”
Berkat hewl dida, ku kalikê xwe rast fahm bije û jê pirs kir: "Çima bawerî?"
Bapîrê wî Cindîyê Elo bîstekî sekinî û destê xwe avête sêvekê, sêv ji darê kir û da destê Berkat û gotê: “Berkat lawê min ha ji te re vê sêvê bixwo.”
Berkat sêv ji dest kalikê girt û û sêv da ber geza. Di wê kêlîyê de kalikê wî Cindîyê Elo ji Berkat re got: "Lawê min, tu wê sêvê dixwî, ma qey tu dizanî ew sêv şêrîn e an jî tirş e? Na, tu nizanî, lê ew bawerîya te a bi min heye ji te re got; “sêvê bixwo”. Bawerî û îtîqata te bi min hat û te dest pê kir sêvê bidî ber geza. Carnan em nizanin wê di jîyanê de çi jî bibe, lê dîsa jî em bi tiştekî bawer dikin û jîyana xwe de hinek tiştan dikin."
Berkat dest pê kir bapîrê xwe fahm bike û got: "Bi gotineke din, bawerî û pêbawerîya di nava hechecîkan de dihêle ku ew her sal bi ewlehî û bawerî vegerrin hêlînên xwe."
Cindîyê Elo ji bo erêkirina gotinên nebîyê xwe Berkat serê xwe hejand û got: "Belê Berkatê min, ku tu di jîyanê de bi bawerî derkevî rêyekê, tu bi îtîqat wê rêya xwe bidomînî, di dawiyê de tê bigihîjî armanca xwe. Çi ba, çi bahoz, çi tofan û çi ferman jî rabin, tê dîsa jî bi wê bawerîya di nava xwe de bigihîjî mirad û mexsedê xwe û hechecîk jî bi wê bawerîyê di dilê wan de her sal qesta hêlîna xwedikin".
Şîrove 0