Şaristanîya Rojava deyndarê piştgîrîyê ne. Helwesta xwe di derbarê Kurdan de zelal bikin. Rol û mîsyona xwe a dîrokî rast bileyîzin û li kêleka lihengên, ku dinya ji barbarên DAIŞê rizgar kiribûn, bisekinin!

Hebûn an Nebûn - To be, or not to be!
Kurd di nav hevkarên herêmî yên herrî pêbawer yên di tekoşîna li dijî DAIŞê şerr meşandibûn. Biryardarî û amadebûna wan, a ji bo fedakarîyê, ne tenê di aramîya herêmî de, di heman demê de di ewlehîbûna cîhanî de jî roleke pirr girîng dileyîzin.
Ev hevkarî niha bi ceribandineke nû re ‘rû bi rû’ ye. Geşedanên li herêmê diqewimin sedema fikarên cidî di derbarê ewlehî û pêşeroja siyasî ya gelê Kurd li Rojhilata Naverast e.
Di vê qonaxa krîtîk de, pirr girîng e ku şaristanîya rojavayî helwesteke zelal bistîne. Piştgîrîya siyasî ya eşkere ji bo Kurdan ê bibe alîkar, ku alozîyên li ser rûyê dinyayê kêm bibin û sînyalek xurt a pêbawerîyeke domdar a hevkarîya bi şaristanîya Rojava re bêye şandin.
Weke rewşenbîrekî Kurd, ez bang li hemû mirovên şaristanîya Rojava dikim: Ji bîr nekin
kê di sala 2015an de, pişta hov û barbarên DAIŞê şikandibû. Kurdan ji bo ewlehîya li Ewropa û li ser rûyê erdê pirr xwîna xwe dane rijandin. Niha Kurd careke din di bin xetereyên êrîşên nû yên pergalên barbar ê herêmî ne.
Şaristanîya Rojava deyndarê piştgîrîyê ne. Helwesta xwe di derbarê Kurdan de zelal bikin. Rol û mîsyona xwe a dîrokî rast bileyîzin û li kêleka lihengên, ku dinya ji barbarên DAIŞê rizgar kiribûn, bisekinin!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0