Xwe yan jî xwebûn, ji axê dest pê dike. Zimanê axa ku meriv li ser wê ji dawa dîya xwe dikeve, bi herikîna zemên re, kodên wê axê li dil û mejîyê meriv, li fikr û nerîna meriv, li sekn û kesayeta meriv bar dike û meriv dibe xwe. ...
Xwe yan jî xwebûn, ji axê dest pê dike. Zimanê axa ku meriv li ser wê ji dawa dîya xwe dikeve, bi herikîna zemên re, kodên wê axê li dil û mejîyê meriv, li fikr û nerîna meriv, li sekn û kesayeta meriv bar dike û meriv dibe xwe. ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Xwe yan jî xwebûn, ji axê dest pê dike. Zimanê axa ku meriv li ser wê ji dawa dîya xwe dikeve, bi herikîna zemên re, kodên wê axê li dil û mejîyê meriv, li fikr û nerîna meriv, li sekn û kesayeta meriv bar dike û meriv dibe xwe. Heger li ser wê axê meriv bi zimanê wê axê nekenîyabe, negirîyabe, hez nekiribe, dil negirtibe, bi kin û kurmancî heger meriv bi zimanê wê axê şad nebûbe û kêf nekiribe, heger meriv bi zimanê wê axê neêşîyabe û xemgîn nebûbe, meriv biçe ku derê jî, li wê derê meriv tenê mîna zirpîneyekê ye û pîne jî tu carî dewsa xwe nagire. Em kurd di gelek dewr û dewranan re, di gelek demsal û qonaxan re derbas bûn; him ji alî dagirkeran ve, him jî piştî wextekî em xwe bi xwe bi ber bayê asîmilasyonê ve ketin û bûn bîyanîyê XWE. Dûrketina ji zimên birîneke kûr vekir li ser hiş û binhiş û derûnîya me; hêdî hêdî em ji XWE dûr ketin, XWE li ber çavê me bû marekî reş û hişt ku em noqê jê vala bikin. Mixabin, îro ro em û xwe du xerîb, du bîyanî ne!
Em ê çawa li xwe vegerin û dîsa bibin xwe û xwedîyê nirxên xwe yên xwemalî? Dîsa hewce ye em dewr û dewran, demsal û qonaxên berê yên em tê re derbas bûbûn bi bîr bînin û li zimanê axa xwe bihilkumin, da ku bi saya wî zimanî dîsa ew kodên wê axê li dil û mejîyê me, li fikr û nerîna me, li sekn û kesayeta me bar bibin. Rê û rêwîtîyeke zor û dijwar e, lê mimkun e, heger meriv bi xwe û daw û doza xwe re durist be! Gazin ji kesên ji rêzê re tune ye; jixwe di şert û mercên zor û dijwar de bi zorê li ser nigan diedilin û dikevin hetirî û dahdeloka debara mal û malbat û zarokan; pişta wan her xwar e…
Lê hewce ye em gazinan li sinifa bilind bikin; li xwende û zanayan, li rewşenbîr û entelektuelan, li nivîskar û hunermendan, li aktivîst û sîyasetvanan… Şoreşek hewce ye, lê şoreşa lixwevegerînê, ne şoreşa dûrişme û sloganan! Hewce ye ev sinifa elît bi vîzyon û feraseteke xurt axê bi şênîyên axê bide naskirin. Û ev jî bi zimanê vê axê mimkun e; lewra heta kurd bi kurdî terbîye nebin, kurd ê bi nirxên xwe li ser axa xwe mîna pîneyekê bin û tenê ew ê ji wan re „kurdkokenlî“ bê gotin. Kodên XWEbûnê di axê de veşartî ne û ji bo em wan kodan li xwe bar bikin, hewce ye em xwe hînî zimanê wê axê bikin. (22.12.2021)
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0