Dîroka mirovahiyê, wekî peşveçûna şaristaniyan bê dîtin jî, di esasê xwe de bi tunebûna gelek şaristaniyên ku mohra xwe li gelek îcadan xistibû ve tije ye. Dema Sumeran li Mezopotamyayê toximê devletbûnê û hiqûqa ewilîn ...
Dîroka mirovahiyê, wekî peşveçûna şaristaniyan bê dîtin jî, di esasê xwe de bi tunebûna gelek şaristaniyên ku mohra xwe li gelek îcadan xistibû ve tije ye. Dema Sumeran li Mezopotamyayê toximê devletbûnê û hiqûqa ewilîn ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Dîroka mirovahiyê, wekî peşveçûna şaristaniyan bê dîtin jî, di esasê xwe de bi tunebûna gelek şaristaniyên ku mohra xwe li gelek îcadan xistibû ve tije ye. Dema Sumeran li Mezopotamyayê toximê devletbûnê û hiqûqa ewilîn avêt wê axê û şaristaniya herî bi hêz a wê demê afirand, bawer im tu kesê ku di wê dewrê de dijîya texmîn nedikir ku dê rojekê civakek wekî Sumeran li rûyê dinyayê nemîne û tenê navê wan bimîne. Çimkî bi xwe û hebûna xwe beled bûn. Lê dewr dewra hêzê bû, yên xwedî artêş bi demê re ew ji qada dîrokê rakirin. Ger Sumeran li gorî hewcedariyên nû xwe biguherandina dê belkî hebûna xwe hetanî îroj bidomandana. Lê wan ber bi heyamên dawîn ev guherîn pêk neanîn û bûn qurbaniyên împeratoriyên xwedî artêşên mezin.
Dema em li neteweya kurd û vê dema teknîkî ya dijîtal dinihêrin nola ku ji bo siberoja me talûkeyek mezin hebe dixuye: Di nav çanda populer ya kûrewî de wendabûn. Di bin bandora çanda populer de ji kesayetiya xwe, ji medeniyeta xwe ya taybetiyên xwemalî dihundirîne, dûrketin heye. Ev pirrê caran derî îradeya endamên civakê jî pêk tê. Çimkî em bêyî hay jê hebin di bin bandora xwarinên demê de, di bin bandora muzîka demê de an jî di bin bandora cil û bergên demê de dimînin. Carinan jî mirov di bin endîşeyên derheqê siberojê de dieciqin û ev eciqîn jî ji çanda bav û kalan dûrketinê bi xwe re tîne.
Ji ber ku tu saziyeke me ya kurdî ya fermî ku di dahatûyê de di hêla hin pîşeyan de an di hêla debara xwe dabînkirinê de bikaribe garantiya kar û xebatekê bide mirovan tuneye. Yanê derfeta ‘aboriyek hevpar’ ya kurdan tuneye ku kurd di wê bazarê de bi zimanê kurdî bidin û bistînin. Ev rewşa kambax jî hin malbatan handanî çanda serdest dike da ku zarokên xwe di siberojê de di nava şertên rehettir de bidin jiyandin û ev kirû jî bi demê re dûrketina ji stûnên netewetiyê bi xwe re tîne. Bi taybetî jî du stûnên kurdan li ser piya dihêle li ber lehiya tunebûnê ne: Dîroka hevpar ya kurdan û zimanê kurdî.
Ji bo em xwe wekî netewe li ser piyan bigirin ya esasî xwedî derketina li zimanê kurdî ye. Fêrbûna ziman ji dayîkê, ji malbatê dest pê dike. Ji ber vê, divê ji parçeya herî bingehîn ya civakê, ji malbatê were hêvîkirin ku bi hişmendiyeke neteweperwer zarokên xwe hînî zimanê kurdî bikin. Ji malbatê şûn de divê pêşdibistanên bi kurdî li her cihê ku çend zarokên kurd lê dijîn, bêne vekirin. Lê mixabin berevajî vê hêvîkirinê, di van salên dawîn de rêjeyeke mezin ji malbatên kurd, ji bo zarokên wan di siberojê de bibe xwedî pîşeyekê û di saziyên dewletên lê dijîn de bikaribin bixebitin, di malbatê de bi zanetî dev ji qisekirina bi kurdî berdane û ev gelş her roja ku diçe zêdetir dibe.
Ev rewş mirov ditirsîne ku bi çend nifşan şûn de navê kurdan jî -Xwedê neke- wekî navê Sumeran tenê di lekolînan de, ji hêla çend pisporan ve were bilêvkirin. Ji ber ku di vê çaxê de qala qedexeya Destana Dewrêşê Evdî li dibistanên Başûr tê kirin, reşbîniya min kir ku ez qedera kurdan bişibînim qedera Sumeran. Lê bi saya mirovên xweşbîn dê ev reşbîniya min tenê di nava van rûpelan de bimîne. Ji bo em wê trajedîya aktorên dîrokê anîn serê Sumeran nejîn, divê em “komîsyonên ziman yên taxan” ava bikin û di her taxê de li gorî salên zarokan, di demên kifşkirî de bernameyên ku zimanê kurdî bi zarokan dide hezkirin, çêbikin.
Dîsa hêza teknolojiyê divê di qada perwerdehiya zarokan de -perwerdehiya ji dûr ve jî di nav de- bê bikaranîn, bernameyên xwendina pirtûkan li gorî salên ji dehan hetanî hevdehan bêne çêkirin. Di vê astê de pirtûkên hişmendiya dîroka netewî bi zarokan re diafirîne divê cihekî girîng bigire. Çimkî stûna duyem ya neteweyekê li ser lingan dihêle ‘dîroka hevpar’ ya wê civakê ye. Bi saya dîroka hevpar dê kesayeta mirovî bi xerca hestên neteweyî bê dagirtin. Bi vî rengî hesta aîdîbûna ji miletekê dê derkeve holê.
Bi hezaran kurdîhezî, bi saya agahiyên ji dîroka xwe wergirtin, bi demê re xwe naskirin û pê re jî li nirxên xwe yên xwemalî vegeriyan. Ji bo xwendekarên zanîngehan jî mirov dikare saziyên wekî “mala hezkirina ji felsefeyê,” “mala hezkirina ji helbestê,” “ ji bo ciwanan atolyeya çîrok nivîsînê” û hwd ava bikin û ciwanan di van saziyên sivîl de handanî xebatên cur bi cur bikin û pê re jî şaxên van saziyana li her bajarî ava bikin. Di pêkanîna van xebatan de mixabin aboriyek xurt pêwîste û ji ber nebûna dewleteke kurdan ya van baran hilgire, pêkanîna vê erkê jî dikeve ser milên karsaz û komeleyên sivîl. Em ancax bi ruhekî seferberî bi pêkanîna van mercên li jor jê hatiye behskirin bikaribin li xwe, li çanda xwe vegerin û bibin parçeyek ji cîhana hemdem. (24.12.2021)
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0