Em qasekî bifikirin, çima em hewqasî di nava jiyanê de dixeniqin? Em çima wiha dibin, bibêjin? Ji ber ku nîvê hebûna me, bi hêsanî hatiye qedexekirinê. Ji ber ku hîsiyat, afirandin û pejirandina hêza jinê a di nava xwe û derveyî xwe de, qut bûye. ...
Deng Tê We?
Em qasekî bifikirin, çima em hewqasî di nava jiyanê de dixeniqin? Em çima wiha dibin, bibêjin? Ji ber ku nîvê hebûna me, bi hêsanî hatiye qedexekirinê. Ji ber ku hîsiyat, afirandin û pejirandina hêza jinê a di nava xwe û derveyî xwe de, qut bûye. Di jiyanê de, hemû tişt jî dijberê xwe temam dibe. Wekî şev û rojê, ronahî û tarîyê, reş û spî û yên mayîn. Her wekî, ku jin beyî mêr nabe an jî mêr, bê jin nikare xwe temam bike. Mirovahî, di nava qurn û dewranan de gelek pêşketinan çêkiriye, lê mixabin gelek tiştên neyînî jî pêk hatine. Mekanîzma kontrolê hatiye desteserkirin, teslîmîyeteke bêdeng hatiye sazkirin. Hêza mêran her çûye bilind bûye, lê hêza jinan jî di nava xwe de temirî ye û lewaz maye. Sirgûn, talan û bextreşî, her dem zêdetir bûye.
Carl Jung wiha dibêje; "Her mêr di dinya xwe de wek ruhiyetekî perça jinê (anima) dihêle, her jin jî perça mêrî (animûs) di nava dinya xwe ya ruhî de dihêle. Tevger, bi naskirinê ve û bi du aliyan ava dibe." Ma ew nebû ku ji biheştê hate qewirandin. Wê dipirsîya, hîs dikir û tama jiyanê dijiya, ji ber vê yekê jî ji biheştê hate derxistin û cezakirin. Lê rastî, ew tenê nebû ku jin hate derxistin. Ew hate, sînorkirin jî. Tiştên hate derxistin êv bû: ew hêza jinê ye.
Di mîtolojiyên Yewnanan de Gaia heye, dayika hemû tiştan e. Xweda, çiyayên bilind, deryayên kûr û dûr û hemû tişt, jê çêbûne. Lê paşê zarokên wê, desthilatdariya dayikê bi destê xwe tunekirin. Ev ne tenê mîtolojiyeke kevnar e, ev heman demê de daxa ber çavê jinê ye. Mîtolojiyên borî, hîn jî di avahiyên rojê de deng vedidin. Wekî mînaka Çiyayê Athosê, ku ji hezar salan e jin û heywanên mê hê jî lingê wan li wê derê neketiye, gelo ev rastî tesaduf e? Na. Di valahiyeke dirêj de, di nava vê qadê de li jinê, li hêzeke mê, tirs û xofê digirin. Ji ber ku hêza jinê hestiyar e, bêrêz e, nenas e û tê wê wateya ku ji kontrolê derketiye. Ev jî ew e ku mafê mêran, ji alîyê desthilatdar ve zêdetir hatiye tayînkirin.
Lao Tzu wiha dibêje; "Ruhiyeta mê (jinane) a nerm e, lê her tiştê hişk ra serederiyê derdixe, av jî nerm e lê kevir dişkêne." Wekî ku em Kurd dibêjin: “Dengê jinê, di binê axê de jî dihê bihîstinê.” Belê, dengê jinê di bin axê de jî, erdê dihejîne. Mirovahiyê ne tenê jinê, heman demê nîvê hundirê xwe jî wenda kir. Jin hurmet bû, gotina baviksalariyê lê hate ferzkirin û qebûlkirinê... Hêza jinê wek "bêhêz" hat dîtin, fikra "hêz hêza mêran e." bi serket. Lê rastî ev e ku hêza rastîn bi hevsengiyê tê, ango hevsengî nîşaneya hêzê ye. Ya rastî, hêza mayînde ji hevbeşîyê tê.
Jin diafirîne, mêr dikeve çalakîyê. Yek bêyî yekî nabe, dema bêyî hev dimînin wekî axeke bêav, wekî dareke şikestî dimînin. Mîtolojîya Inanna a Sumerî jî, vê yekê radixe ber çavên; Xwedayê şer, eşq û edlayê. Dema xwe berî bin erdê dida, hêz, nîşane û nasnameya xwe li derva dihîşt. Xwe tazî dikir, vedihele, lê dawiya dawî da dîsa xwe ji nû ve xwe nas dike, vedigere ser esil û asasên xwe. Ji ber ku hêza jinê herçiqas bêdeng e jî, winda nabe.
Friedrich Nietzsche wiha dibêje; “Tiştên em piştguh dikin, ew dawiyê da me bi rê ve dibin.” Îro di daristanên Artemîsê de jin, hê jî nikarin bi awayekî azad bimeşin û bigerin. Hê jî, nikarin gava xwe biavêjin gelek erdnîgarîyan. Lê windabûyîna sereke erdnîgarî nîne, ew wendabûyîneke ontolojîk e. Mirovahî çawa dikare di hundirê xwe da, her tiştî nîvco bijî? Dîsa jî hêvî heye.
Ji ber ku tişta ku tê tepisandinê muheqeq şûn va dîsa tê (vedigere). Îro pistepistkirina enerjiya mê ye, a ku di bin erdê de diaxife. Di xewnan de, di hezkirinê de, di kuçeyên hundirê me de. Em dîsa mecbûrin, bînin bîra xwe. Gaiayayê, İnannayê, axê û nefsa xwe. Ji ber ku tişta ku me bîra kiriye, bi tenê tiştekî mîtolojîk nîne. Tişta ku me bîra kiriye, em in. A niha hundirê te jî diaxife. Deng tê we?
Şîrove 0