Yek ji taybetmendîyên herrî diyar, yên kesên paşvemayî û nezan ew e, ku mijarên mirov bi wan re gengeşe dike, ji babet, zemîn û çarçoweya nîqaş û xeberdanê diqetînin, derdixin û mijarê dixine dîmenzîyoneke cûda û bi we re dikevine ...
Yek ji taybetmendîyên herrî diyar, yên kesên paşvemayî û nezan ew e, ku mijarên mirov bi wan re gengeşe dike, ji babet, zemîn û çarçoweya nîqaş û xeberdanê diqetînin, derdixin û mijarê dixine dîmenzîyoneke cûda û bi we re dikevine ...
Babeta ji Qada Nîqaşê û Mijarê Derketî
Yek ji taybetmendîyên herrî diyar, yên kesên paşvemayî û nezan ew e, ku mijarên mirov bi wan re gengeşe dike, ji babet, zemîn û çarçoweya nîqaş û xeberdanê diqetînin, derdixin û mijarê dixine dîmenzîyoneke cûda û bi we re dikevine nava miqateyê. Ango çaxê ku ev kes û derûdor li ser mijarekê di peyivin, ji nişkê ve derbasî mijareke din dibin û qada nîqaşê terk dikin û ji nava mijarê derdikevin. Nîqaş wî çaxî li ser bingeheke bi tevahî cûda berdewam dike. Weke nimûne, ew bi we re li ser mijara "A" nîqaş dikin û ji nişkê ve dikevine nava mijara "B" an jî "C". Hingê rewş û kalîteya xeberdan û nîqaşan kêm dibe û zemîna nîqaşê, xeberdanê ya li ser çareserkirina pirsgirêkan dijwartir û tevlîhevtir dibe û mirov ji çarçoveya bebetê wî çaxî diqete.
Hewceyî gotinê ye, ji bona afirandina atmosfera nîqaşeke sûdwer, mijûlbûna babetên di ‘çarçoveya danûsitandinê’ têne nîqaşkirin de pêwîst e were xeberdan. Mirov ê wî çaxî pirsgirêkên bahsa mijarê ne karîbe baştir gengeşe bike. Ma qey gelo ev ne maqûltir e, ku mirov mijaran bi awayekî objektîv, bêyî heqaret û êrîşên şexsî nîqaş bike û sohbeteke objektîv li ser bingeha rastîyan bi hevûdin re bidomîne?
Çap û çarçoveya xeberdan û gengeşeyan bi nezanan re gelekî zahmet e, zor e. Taybetmendîya nezantîyê a herrî mezin wiha ye: Mînak di derbarê mijareke sîyasî de
bi wan re çaxê xeberdidî, hew we dît mijar birin li ‘cîh û warekî’ ji mijarê gelekî dûr sekinandin. Ji nişkê ve hûn dibînin, ku xeberdan di derbarê hemû tiştan de çêdibe, lê ne di derbarê sîyasetê de. Mînakeke din; Hûn bi wan re di derbarê meyandin, an jî haveynkirina mast xeberdidin, hew we dît, ku gengeşeyeke gelekî ji mijarê qetîyayî têkirin û di derbarê ‘dotina şîr’de xeberdan didome.
Weke hûn jî texmîn dikin, şert û şirûtên jîyanê bi van kes û derûdoran re gelek zor û zahmet in. Rojhilata Naverast bi kes û derûdorên bahsa vê mijarê ne, tijî ye. Li her der û deverî ev kes hene û hejmara wan weke xwelî ye. Di sîyasetê de pispor in, di dîplomasîyê de pispor in, di warê stratejîya leşkerî de pispor in, aborînas in, ango her tişt in.
Ê wî çaxî mirov ji xwe dipirse; Ê madem hûn hewqas jêhatîne, çima gelo nexwe hûn î neserkeftî ne û hûn hê jî dûvikê dû xelkê ne?
Ji ber ku XWE ji mejû û ramana gundîtîyê û kevneperestîyê, qalib û qlîşeyên NEKÊRHATÎ û BERREDAYÎ azad nekirine. Her yek ji wan xwe xistîye QINIKÊ (xanîkê mirîşka) xwe. Li gora çap û çarçoveyên QINIK helwest distînin.
Ango, weke pêşîyan jî gotîye: “Ava nezanan QAM nabe.” Divê mirov nekeve ava wan. Xeterîya di wê avê de ‘xeniqandinê’ pirr zêde ye!!! Nezan î bi cil û berg in, î bi şaşik, şalik û kumik in û qirawat di sitûyên wan de ye..Kê wan nasneke ê bêje î gelek şareze ne, ji ber ku weke zaneyan xûya dikin. Sîyaset, Dîplomasî, Aborînasî, Leşkerî beş û wargehên zanîn û şarezehî dixwazin. Li ser van babetan qet nasekinin. Siet bi siet, roj bi roj, ango her serê kêlîyekê tiştekî cûda diparêzin.
Ez jî dibêjim; Bi wî awayî helwestsitandin ne rast e. Helbet ev dîtin an min e. Belgî gelek hermet û camêr vî tiştî wisa nebînin jî.. Ne ê me tenê; Li Rojhilata Naverast, tevahîya wan î wisa ne. Li her der û deveran, serê kanîyê jî wan zevt kirine.
Xwedê alîkarê me be, bi van hermet û camêran re jîyan gelek zor e!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0