Di dîroka mirovahîyê de hewldan û lêgerrîna di derbarê zanîn û şarezeyîyê yek ji mabesta herrî bingehîn ên civakan û mirovan bûne. Armanca vê hewldan û lêgerrînê ew e, ku kesan bihêztir, zanatir, şarezetir û biexlaqtir bike. Sazî, ...
Di dîroka mirovahîyê de hewldan û lêgerrîna di derbarê zanîn û şarezeyîyê yek ji mabesta herrî bingehîn ên civakan û mirovan bûne. Armanca vê hewldan û lêgerrînê ew e, ku kesan bihêztir, zanatir, şarezetir û biexlaqtir bike. Sazî, ...
Zanîn û Şarezeyî divê ne Erzan bin
Di dîroka mirovahîyê de hewldan û lêgerrîna di derbarê zanîn û şarezeyîyê yek ji mabesta herrî bingehîn ên civakan û mirovan bûne. Armanca vê hewldan û lêgerrînê ew e, ku kesan bihêztir, zanatir, şarezetir û biexlaqtir bike. Sazî, dezgeh û pêkhateyên weke, dibistan, akademî û zanîngeh ji bo bidestxistina vê armancê, rê û amûrên girîng vedikin. Ev amûr û rê, derfeta perwerdebûnê didin, ku mirov xwe bigihînine şarezeyîyê, zanînê, kurmûkiras, rabûnûrûniştin û karakterên xwe pêştir bixînin û karûbarê xwe baştir bikin. Him di warê takekesî û him jî di warê pîşeyî de.
Perwerde û dibistan ne tenê ji mirov û kesan re şarezeyî, zanîn û jêhatîbûnê peyda dikin, di heman demê de mirov beşdarî pêşketina wan a civakî jî dibe. Dibistan ne tenê tedrîsat û dersên weke fîzîkê, erdnîgarîyê û matematîkê, zanistîyê, wêjeyê, an jî çandê fêrî xwendekaran dike. Di heman demê de şarezebûn û jêhatîbûnên girîng ên weke hevkarî, empatî û çareserkirina pirsgirêkan jî di jîyana mirovan de pêştir dixîne. Ev tişt perwerde ye. Perwerde derfetê dide, ku mirov ji civakê re bisûdtir û bikêrtir bibin û bistrûktûr helwest bistînin.
Saziyên akademîk di warên pêşxistina pisporiyê de şerezeyî, zanîn û perwerdehîya takekesî û pîşeyî kûrtir dikin. Akdemî û zanîngeh cîhên ku zanistî, zanyarî, şarezeyî û zanîn lê tên hilberandin in û pêşxistin in. Ev dezgeh û sazî ne tenê zanyarîyê hîn û fêr dikin, di heman demê de bi rêya lêgerrîn, lêpirsîn û lêkolînan ew beşdarî vedîtina zanistî û zanyarîyên nû û nûjen jî dibin. Ev dibe sedema pêşketina zanyarî û zanistî ya hişmendî, fikrîyat û teknolojîk a civakê.
Zanistî û zanyarî û zanîn bingeh, asas û kevirên bingehîn yên pêşketina mirovan in. Zanistî û zanyarî pêvajoya têgihiştin û ravekirina rastîyan e, ku bi çavdêrî, helseng û ceribandinan têne bidestxistin. Agahî berhevoka van rastîyan e. Zanistî, zanyarî û zanîn dihêle ku mirov cîhanê, jîyanê û pêvajoyên wan baştir fahm bike, pirsgirêkan çareser bike û keşfên nû bike. Ev helwest pêşketin û geşbûn û hêza civakan zêdetir dike.
Erfûedet û rewişt (exlaq) ew rêgezên ku rabûnûrûniştinên û reftarên ferdên civakê birêkûpêk dikin. Ew danûstendina di navbera civak û mirovan de hêsantir dike û rêz û xweşbînîyê (toleransê) teşwîq dike, pêş dixîne. Erfûedet dihêlin ku mirov berpirsiyarî û mafên xwe yên li hember hevûdin çêtir fahm bike. Ev helwest dibe alîkar ku civak û mirov di nava aştî û aramiyê de bi hevûdin re çêtir bijîn.
Karakter û kurmûkiras taybetmendî û nirxên hundirîn yên mirovan nîşan didin. Kurmûkiras û karakterekî baş, dilpakî û fazîletên weke; durustî, wêrekî û dadperwerîyê di nava xwe de dihewîne. Esalet van dilpakî û fazîleta mirovan baştir dike. Kesên xwedî kurmûkiras, karakter û esilzade ji civakê re dibin mînak. Înspîrasyon û îlhamê didin mirov û kesên din.
Di encamê de têgînên weke perwerde, dibistan, akademî, zanîngeh, zanistî, zanîn, şarezeyî, erfûedet, karakter û esalet ji bo pêşketina civakan û pêşketina mirovahîyê gelek pêwîst in. Ev têgîn dihêlin, ku civak bibin xwedî siberojek baştir, çêtir, mirov û ferdên şareze û zanatir û biexlaqtir.
Ji ber vê rastîyê, qedr û qîmeta van têgehan ji bona civakan û mirovahîyê gelekî girîng in. Pêşîyên me ne berredayî gotine: Zanîn tacê zêrîn e, lê di serê her kesî de nîne!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0