'Berî ku ez li ser mijara xwe rawestim, dixwazim bêjim ku, mamosta Kemal Tolan û dîroknas Xerzî Xerzan, “Danesîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî“ têra xwe zelal kirine. Lê ez jî dixwazim tenê çend xala li gorî ....'
'Berî ku ez li ser mijara xwe rawestim, dixwazim bêjim ku, mamosta Kemal Tolan û dîroknas Xerzî Xerzan, “Danesîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî“ têra xwe zelal kirine. Lê ez jî dixwazim tenê çend xala li gorî ....'
Beşekê ji Pirtûka Kemal Tolan a
‘Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî‘
Nirxandina Newaf Mîro
‘Xaltiyên Ku Li Wêranşarê Hebûne‘
Berî ku ez li ser mijara xwe rawestim, dixwazim bêjim ku, mamosta Kemal Tolan û dîroknas Xerzî Xerzan, “Danesîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî“ têra xwe zelal kirine. Lê ez jî dixwazim tenê çend xala li gorî agahdarî û çavkaniyên xwe dupat bikim. Gorî ez jî dizanim, mijara Xaltaniyê, Khahldanî, Xaldî, xwe digihîne beriya Ûr-Ar-Dû, em weke Ûrartû dixwînin, û wûsa tê nasîn. Helbet dîrok bi destê aliman û dîroknasan ve hatiye nasî, lê dîrok û zanîn çiqasî serbixwe ne? Ma heta do û îro jî her desthelatdarî, li gorî nêrîn û dîroka fermî ya welatê xwe roniyê dide dîrokê, heta dîrokê mîtologiyê li gorî nêrîna xwe nemîpule dike. Dîrok, çand, wêje û ol jî li gorî xwedî lê derketina desthelatdariyê di raya giștî de kok dibe û tê nasîn jî. Helbet sedemên Qewl û Beytên Êzîdiya yê pêsîrê ne bêwate ne. Ger derfet hebûna û ev ol û ilimdarên olê ji aliyê dewletan de hatibûna perwerdekirin û xwedî mûçe dê rewș cûda ba. Emê vegerin ser mijara xwe.
Lêkolîner Merdad Îzady di pirtûka xwe bi navê ‘KURD-KÜRTLER‘ê de dibêje: Astyages (Azhî Dahak)yê Impertoriya ji Keyakser wergirtibû di navê salên B. Z. 584-549 ê de mîrê dawî yê împeratoriya Med bû. Bi dekeke nedihate payîn re, ji aliyê neviyê xwe yê nîv Fars yê damezrenerê Mîrê Împaratoriya Ahamanî Cyrûsê mezin, desthelatdarya Med ji dest da. Ew Îmratoriya Med-Fars hebûna xwe berdewam kir. Di sala B.Z. 522 de ji aliyê Darîûs temamî Fars bû ve, bi fermî ola Zerdeștî hate ragihandin. Di serdeme Azhî Dahak de, ola heremî Yezdanîtiyê/Meleknasiyê li ser ola Zerdeștiyê ya bi pêș diket bandoreke xurt hiștibû, bi demê re Rahibtiyeke bi navê Magî derketibû holê. Mîrên Zerdeșt Ahamenî bi taybetî piștî Darîûs xestine wê bandorê têk bibin. Tevî ku xwestin pirtûka pîroz ya ola Zerdeșt Avesta beșa herî pak Gathayê bingeha vê olê bûn wergerînin jî lê bi ser neketin. Lewma jî Zerdeștiya nav û nîșanên mîrê Meda Azî Dahak weke navê xebera xirab ninav kirine, ew epîk û nav di wê serdemê de di nav wêjaya wan xwe cih girtiye bi gumana min.
Weke ku di nexșeya Merdad Îzady de xuya dike, navê êla Kaldi/Xaldî û Matiena/Metîna hê jî di nav me de hene ew êl. Mavê Azhî Dahak meriv dikare Êzî Da-Haq bi nav bike. Ew mîrê dawî yê dewlet yan împaratoriya Êzîdiya, yan Yezdaniya bûye. Em dikarin di vir de bêjin, cara yekem ku Êzîdi ji aliyên Ezîdiyên ku ola xwe guhertibûn û ketibûn bin fermana Zerdeștiya yan Farsiya ve bi vê (peyva Êzîdî nabêjin-N.M.), bi xirabiyê ruhê xirab, melekê xirab hatine tometbar kirin. Weke ku Merdad Îzady jî eyan dike û dibêje, Medî heta roja îro jî mîrata Kurda ya bingehîn in heta îro jî û di hîmê zimanê hemdemî hemû mîrat û rê û rêsmê wan de dîtin gengaz/mimkun e.
Di Mem û Zîna nemir Xanî de, weke jêrenot dîrozan M. Emîn Bozaslan dibêje (rûpel 195) di heqê mîrên Botan berê baweriyeke wisa belav bûye ku ew bi eslê xwe Ereb in û neslê qumandarê Îslamê Xalidê kurê Welîd in. Xanî di vir de bi vê malika “Ecnasê milet mutî û munqed, Nesla wî Ereb emîrê Ekrad“ û pașê dîsa daye zanîn ku bav û bapîrên wî bi Xalid ve girêdayî bûne. Di tarîxa Kurdan “Șerefname“yê da ji hatiye nivîsîn ku Mîrê Botan ji nesla Xalid in. Lê dîrokzanê Kurd M. Emîn Zekî, ew dîtin pûç kiriye û daye zanîn ku di serçaviyên Erebî yên weke “Tarixu Xalid bin El-Welîd“ û “Nihayet`ul- Ereb“ê da hatiye nivîsîn ku, 40 kesên ji nesla Xalid bûne, hemî li Șamê bi nexweșiya webayê mirine, ji zarok û neviyên Xalid kesen nemaye. Bi dîtina M. Emîn Zekî. Mîrên Botan bi eslê xwe Xildî bûne, ku di dema dewleta Urartoyê de fermanrewa bûne; pașê ew nav di zimanê gel da bûye “Xalidî“; ew bawerî ji ber bi wî awayî belav bûye. ( M. Emîn Zekî “Dîroka dewlet û mîrekên Kurd di dema Îslamê da“, r. 364 wergêrê Erebî: M. Elî Zekî, Qahîre. 1945) Pașê ji nivîs û wergera “Șerefname“ de ya bi Tirkî didin zanîn ku eslê wan Êzîdî û Xaltî bûne. Ev mijara aliyê Cizîrê heta bi Hekariyê û Bazidê ji xwe ji aliyê xwediyê vê berhemê Kemal Tolan ve hatiyê zelal kirin.
Herweha Xaldî ne tenê li Welatê Xalta li derdorê Bișêriyê û Xerza heta bi Meletiyê, Mereșê, Semsûrê ku meriv peykerên deme Komagenna li ser çiyayê Nemirûdê dibîne, berê wan li rojhilatê û li rojavayê de. Hema kofî û kumê wan jî ne zêde cûda ne ji yên Șengaliya. Bi qasî ji pirtûka M. Îzady ya bi navê Kürtler-Kurd, xuya dibe, ew derdorê Semsûrê heta bi Mereșê û ber bi Qonyayê û Amasyayê, ne li ber destê min e, lê min di qewlê Êzî de di berytekê navê Amasya û wan derdora xwendibû. Tevî ku Qewlê Êzîdiya bi zimanê Tirkî, Farisî û Erebî jî hene.
Belê ez niha vegerime ser mijara Xaltiyên ku li Wêranşarê hebûne:
Êla Xaltî heta niha jî li derdorê Riha, Bozova/Hewag û Sirûcê jî hene. Bi qasî agahdariyên nû, hê li derdorê Pîrsûs/Sirûcê kalemêr û jinê hindik bin jî hene li gunda. Li derdorê Rihayê Merwanî, Qopanî. Bilikî, Dennî yan Dunî jî xwe Xaltî dibînin. Bi qasî em ji kesên li Rihayê fêr dibin, dema mala Hisên Pașa, ji salên 1800‘î heta bi destpêka 1900‘î, Neyîb Begê ola xwe diguhere, Êzîdî ji wê derê belav bûne, yê mayî jî bi demê re ola Îslamê hebandine. Lewma hin ji wan tên Wêranșarê û hin jî binxet dibin. Yan jî ew aliyên ne di bin desthelata Osmanî û Tirka de ne, Êzîdî diminîn. Yê li serxetê jî dimînin, Misilman dibin. Ev yek ber û berê sînor li binxetê tê dîtin hê jî. Li serxetê jî ji bilî Deșta Diyarbekir, Midyad û Bișêriyê li Wêranșarê dimînin.
Bi qasî ez ji bavê xwe Sahdoyê Hesê Mîro fêr dibim, apê bavê min Alê Mîro bi xwe tevî girgirê Wêranșarê bi Artêșa Hemîdiya re heta bi Serhedê jî çûye. Bavê min dibêje: Malbata me mala Hêlanê, yan Hesê Mîro yê Hêlanê û gelek Êzîdiyên binxet bûne, bi hev re li heremê Rihayê û Hewagê bûne, li Hewag/Bozova, û Sirûcê ango Pirsûsê, yan Pîrsûs weke ji nav xuya dibe ku ciyê Êzîdiya bû. Mala Șêxê me Șêx Sahdo bixwe li wir jiyane, Bavê min hê jî qala sekinandina așê Teterûgê dike, ji aliyê Șêx Hesen ve. Pirsûs navê bajêr, lê Sirûc navê deșta Sirûcê ye, ew heta bi Kobanê û heremekê dike nav xwe. Bi texmîna berî dused sal mala Kalê min ji wir baz dane, ji ber ku mala Hisên Pașa ola xwe guhert û bûne Misilman û ji mala kalê me xwestine û dem dane wan, ku ew jî bibin Misilman. Mala Kalê me, û êla xwe ew yek nepejirandine, konê xwe li ser piya hiștine û hatine Wêranșarê.
Bapîr û dapîra me Hesê Mîro û Îma Xelo hê di temenê ciwan de li pey hev bi nexweșiyê diçin ser heqiya xwe. Bavê min hê derdorê 5-7 salî bûye. Li pey xwe zarokên sêwî û mal û serwete giran dihêle. Birê wî Alê Mîro dibe sermiyanê malê û apê min Amoyê Hesê rehmetî hê pirr ciwan e dibin sermiyanê malê. Bi texmîna mala Kalê min û êla wan, Êzidiyên pêșî ne, li herema Wêranșarê. Li gundê Nofeliyê datinîn, ez dibêjim datinîn, ber ku yê wan kon bû. Ew xwedî pez û dewar bûne. Gora bapîr û dapîra min Hesê Mîro û Îma Xelo û çend bavên wan li gundê Nofeliyê ye. Ewan gundê Nofeliyê û heta bi Girêsirt ji mala Pașê îcar dikin. Havîna diçin Qerejdaxê û zivistana li beriyê datînin. Helbet koça wan hebû, di nava koçê de çendber/bavikên wan hebûn. Mala Kalê min jî havîna li Qerejdaxê û havîna li Beriyê konê xwe û êla xwe danîne. Tevî êla xwe, di heman demê gelek malên ku Mislamantî qebûl nekirine, bi wan re hatine.
Ezê kin bibirim, piștî sala Ereb dikevin gundê Girêsirt û nahêlin mala kalikê min, Apê min Emmo pezê xwe av bide ew û Ereb pev diçin û apê min dibê heger min ev ji te re hișt bera ez ne lawê Hesê Mîro bin. Diçin cem mala Pașê bi remetiyê Guriyê Temo re. Rehmetiyê Hemdo ji êla Begara ye, diçin cem mala pașê. Pașa dibêje: Xêr e? Hemdo dibêjê: Ez qebûl nakim Xalta, yan șirciyan bikevin gund û ava me vexwun. Pașa dibêje: Ew xort kî ye? Rehmetiyê Guriyê Temo dibêje: Ew lawê Hesê Mîro Emmo ye. Pașa dibêje: Ev xortê ciwan yê rehmetiyê Hesê ye, ka were cem apê xwe. Ji Hemdo re dibêje: Ev çendîn sal in, gund ji aliyê Hesê Mîro ve hatiye îcarekirin, tu çawa dikarî ji lawê Hesê Mîro re neçê xeber bidî, heyf. Çavê Emmê Hesê maç dike û dibêje: Here kurê min, gund gundê te ye. Apê min radibe bi rehmetiyê Guriyê Temo re û Nebê Bûbo û tevaya êla xwe dibe û li gundê Girêsirt warê Zîpikê datînin û Gund șên dikin.
Helbet piștî avakirina gund êdî Xalta ji Nofeliyê, ji Deșta Sirûcê, Riha û Hewagê tên û li gund bicîh dibin. Ji ber ku Girêsirt di nav Ereba de bû, çiqas mezin bibe, ewqasî xeter ji ser wan kêm dibû. Berê dizî û birçîbûn pirr zêde bû. Dewlet li gund erd dabeş dike û gundî hemû dibin xwedî pareke erd û yên dûr jî hatine bicîh bûne. Helbet Xaltayê Misilman bûyî, roj bi roj zêdetir bûne, ji yên Êzîdî. Piștî wê Xaltayê Misilman bûyî, dîsa hewl didin yên Êzîdî Misilman bikin. Xeber digihe Temirê Xelef û Evdoyê Mistefê, bang li Xaltayên qelibî dikin û dibêjin: Ger hûn dest bidin wan, hûnê me li hember xwe bibînin. Temirê Xelef dibêje: Ezê wan hemiya bibim Olaxciyê gundê xwe. Herweha hebûna Mala Arûs û Xalta di nav bajarê Wêranșarê ji bo hemû Êzîdiyan deriyekî din bû. Ger mesele bubûya Şerqî- Êzîdî, Şerqiya, Xalta, Maseka, Dawidî, Qopana, Merwana, Bilika û hemû Êzîdî dibûn yek, divê meriv li vir bêje; Êla Edwana jî xwe didan aliyê wan. Heta rehmetiyê Evdoyê Mistefê, Xelefê Hindo, Evdilê Arûs, Kenhê Nemo sax bûn û di demê re Xaltiyên piştre hatibûn Wêranşar tifaqeke baş di nav wan de hebû. Rehmetiyê Evdilayê Arûs, mirovekî zîrek û hosteyê peyvê bû, zanîbû xelk li hev bianiya û dehwê xelkê safî bikirana. Peyva wî zû bi zû li erdê nediket. Meriv dikare bêje pirak bû, di nîvê Misilman û Êzîdiyan de. Bihata eşîr û Êzîdiyê Êzîdî bû, lê bihata Misilmantiyê jî Misilman bû. Li gundê Girêsirt, di şûna mala xwe de, yan ya birayê xwe Mehmo de Mizgeft ava kiriye. Pistî em hatin Almanya bi mirineke tehl çû ser axretê.
Lê yên li bajêr bûn, yan yê li bajarê Wêranșarê bicîh bûne, ola xwe guhertine û bûne Misilman. Lewma xelkê Wêranșarê Êzîdî weke “șerqî“ û Ereban jî “șirciyan“ bina dikirin. Xaltî weke Misilman dizanîn. Lê gava bibûya doza eșîra yên Misilman bûyî jî, xwe didan pișta Êzîdiyan, û Êzîdiya jî xwe dida pișta yên Misilman bûyî. Bi wê piștgiriyê Êzîdî di nava Wêranșarê de jî dibûn xwedî gotin û pișt. Li derdorê Dêrik û Qoserê piștî fermana Jonturka û Ol qulabtina Hisênê Qenco, Êzîdî li wê heremê li serxetê namînin. Helbet hebûna mala Bișar Axa û Hisênê Qenco piștî ol qulabtinê jî tifaq û hevkariya wan domiyaye.
Lê bi qasî ku xuya dibe, bi ol guhertina Hisênê Qenco re, ew gef û êrîșa ser Êzîdiya li herema Wêranşarê kêm bûye. Jixwe Êzîdî hê di dema Pașayê Mila de di nav Konfederasyona Millî de bû. Di vê Konfedersyonê de êl û olên cûda hebûne. Êzîdî, Xiristîan, Misilman, Ereb jî hene. Çima ez dibêjim Xiristîan, ji ber ku heta bi salên 1970‘yî Xiristîan li Wêranșarê hebûne. Nema zanim kîjan salê, Êzîdiyên ji êla Xaltî hatine Wêranşarê. Bi hêviya meriv dikaribe di arşîvê dewletê de bêhtir agahdarî bi dest xîne. Ji ber ku êla Șerqî di wê heremê de xwedî gotin û hêz bûye, Êzîdî di nav Êla Milla Mala Birahîm Paşa de xwedî cîh û maf bûne. Bi qasî min ji pêșiyên me dibihîst, Mala Pașê Milla yên herî zêde bi wan ewle bûne û karîbûye wan bike nav mala xwe Êzîdî bûne.
Mala Osê Memo, Bavê Sînê Oso, Mala Osê Ezêm, Mala Bêco, Mala Nebê Naso, Mala Enaso, Mala Bûdêx, yê niha tên bîra bavê min. Nayê bîra bavê min ku Mala Eliyê Îbo û Ehmedê Xelo ka beriya wan hatine, yan na. Ji ber ku ew li Wêranşarê cîhwar bûne.
Mala Arûsê Evdelê, yan rehmetiyê Evdelê Arûs Paşê di salên 1930‘yî de hatine Wêranşar. Li gorî nêrîna Enwerê naviyê Evdilê Arûs û biraziyê wî Arifê Mahmo, “Dema Mala Îsê Evdilê(Evdele Arûs, Mahud û Memed) hatine Wêranşarê, ew havîna li nav Wêranşarê diman û biharan jî diçûne gundê Nofeliyê.“ Gundê Nofeliyê weke gundê pêşiyên me bûye. Bavê min dibêje: Hecî Edla Mala Brahîm Paşa ew gund spartibû mala Hêlanê û şêniyê Xalta. Paşê Mala Arûs mala xwe dibin Wêranşarê, û dotmama bavê min Zîna Eloyê Mîro, bi yekî Ereb re diçe, ew wê ji wî distînîn. Paşê rehmetiyê Evdila, Zîna Elo dixwaze, wê didinê.
Hevkariyeke di nava Êzîdiyên Wêranșarê de hebû, bi saya serê kesên weke Temirê Xelef Axê, Evdoyê Mistefê Axa, Xelefê Hindo, Evdilê Arûs, Xelo û Bișarê Axê, Emoyê Hesê Hêlanê û Pașê Eliyê Evdoyê Axê, Raqibê Xelefê Hindo, Ûsê Temir, Mala Zoro. Em dizanin, ku berê malmezinan, ango axa û mîra malê ne esil bûna keçên wan nedixwestin. Metika min Zelxa Hesê Mîro hevjin, xanima Evdoyê Mistefê, mala Bișar Axa bû. Rehmetiyê Evdoyê Mistefa Axa mirovekî zîrek, têgihiștî û destdrêj bû. Ew di nava Êzîdiyan de û heta Misilmanê Wêranșarê de jî kesekî gelekî hezkirî û bi qedr bû. Di hemû meselê Êzîdiyan de xwedî ciyekî taybet bû. Meriv dikare bêje, rehmetiyê Evdo di dewletê de her tiștê bixwesta dikarîbû pêk bîne. Hemû kar û pêdiviyên Êzîdiyan bi destê wî çareser dibûn.
Rehmetiyê Temirê Xelef, Bavê Ûsê, Șêxmûs û Mistefa Yuksel, di nav hemû pirsgirêkê gund û gundiyan de weke bav û hakim bûye. Zelxa Hesê Mîro, kesek nemayê nanê destê wê nexwariye û ji bo Xalta tim xweh û star bûye. Weke ku xuya dike, mala kalikê min bûne weke motik û qurmê hemû Xaltiyan yên ji Bișêriyê, deșta Diyarbekir û Silîva baz dane û xwe li Wêranșarê û gundê Olaxciya Mala Bișar Axa girtine. Metika min jî heta ji wê hatiye ji wan re bûye star û ew stirandine. Şêxmûsê Hesen, ji gundê Dawidiyê hatine Olaxciyê dibêje: Kesek nemaye nanê ber destê Metika Zelxê nexwariye, û ji bo hemû Xaltiya bûye bertek û star, ger bi qenciyê û meridiyê be, ciyê wê divê Cinnet be.
Bavê min dibêje: Mala Zoro (Ahmet, Hemê, Kenhê, Fêro) di salên, ji Bișêriyê hatine Diyarbekir û ji wirê çûne Sûriyê. Wextê ew ji Sûriyê hatine Wêranșarê, hingê pêşiyên me mala Hêlanê alîkarî bi wan ra kirine û heta hespeke xwe ya kihêl jî dane wan. Hingê Kermê gundê rehmetiyê Ozmo bûye û ew jî hatine li gundê Kermê bicîh bûne. Pașê mala Ozmo ji wir bar kirin ji ber pirsgirêkên malbatî û Kermê ma ji Mala Zoro re.
Pașê gelek malên Xaltiyê Bêșiriyê û Deștê hatine Wêranșarê. Li gundên derdor bicîh bûn. Helbet hinek ji wan vegeriyan Bișêriyê û hinek jî man li gundên derdor. Lê roj bi roj hejmara Êzîdiyan li Wêranșarê zêde bû. Hin diçûn li Mêrsînê li Demirçelîkê, li Payasê, Tersûsê û heta bi Isparta ji xwe re kar dikirin. Weke Êrxat diçûn pembû jî Edenê û Kirikxanê. Heta rêya Almanya vebû, bi rêya Almanya re pere ketin destê Êzîdiyan û karîbûn bêhtir erd û gund bikirin. Di salên 1970‘yî de Evdoyê Mistefê Axa çend gund dikire, lê di wan salana de, hişkeberî/kûraklik çêbûye û zad nehatiye. Lewma neçar maye ku gundên xwe bifroşe. Helbet tê Almanya Êzidiyên Xaltayê Bişêriyê gelekî alîkariya wî kirine, wê demê. Gava gunda difiroşe êdî Êzîdî gund ji xwe dikirin, heta bi temamî hema bêje, tên Almanya. Ne tenê gund, taxeke Wêranșarê jî bûbû ya “șerqiya“. Helbet di salên 1960 de mala Mîro jî hatine gundê Xirbê Belek, Mala Eliyê Eyșê gundê Minminîk, șikir heta niha ew gundê hê jî șên in. Herweha hê jî li derdorê ji navenda Rihayê, gelek gundê Xalta, li Sirûcê yek, li Hewagê gelek malê Xaltayê Misilmanbûyî hene.
ÊŞÎR Û BAVÊN XALTA YÊN LI WÊRANŞARÊ
Apikî: Mala Osê Memo; Sînê Oso, Elê Miho, Evdê Miho, Mala Enaso Îmam, Hemo, Somoyê Enaso. Mala Bineya; Xeloyê Bineya.
Borata; Mala Arûs; Evidila û Mahmê Arûs. Mala Ûsikanê; Mahmûd (Xoce-Melle) Sîno û Xelê Ûso. Mala Şiro; Hemê û Osê Şiro. Bûdêx; Ehmed û Mistefê Bûdêx. Mala Arûsê; Ehmed, Mihemed û Mehmûdê Bûdêx. Mala Ehmedê Eyo, Mala Hemê Reco.
Ecaca: Mala Bêco; Şêxo, Mahmo û Sînê Bêco. Mala Tîtanê.
Celika; Mala Hêlanê; Hesê û Elê Mîro, Emmo û Sahdo yê Hesê. Mala Lewend; Emîn û Elê Nebo. Mala Cewerê Mendo.
Şedikî: Malbata Zoro Axa. Mala Zerê, Eyoyê Zerê û birayên wî hebûn.
Mîlika; Mala Ezêm; Elo û Salihê Osê. Mala Xêlit, Heso, Emmo û Mihê Xêlit. Mala Zeynê; Naso û Seydo Nebê Bûbo. Mala Guriyê Temo; Şewko û Gula Gurî. Hemê Misto.
Mala Xeloyê Hedê jî hebûn.
Helbet di Girêsirt de Saqoyan jî hene, ew Merwanî ne. Ereb jî hene ji êla Begara û Ubeya. Mala Hemdo û Mala Aley Silêman.
Çavkanî: Kemal Tolan -Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî, Izmir-Weşanxana NA 2021 , Rûpel:251-258
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 1
Ali Gurdilî
Mamosteyê min î hêja. Tu bi xêr û xweşî hatîyî malpera Philokurdê. Em bi hebûna te, şanaz û serbilind in û spasdarê, kar û xebatên te ên hêja ne. Xwedê, kêmasîya te nede me. Her şad û bexetwar bî kekê min.