Prometheus, li ezmên rûniştîbû û li dinyayé, mêze dikir. Çavên wî, bi mirovan ket. Ji her alîyê, gelekî di tarîyêde bûn. Fikirî! Zanibû ku qedexe ye, lê bi dile xwe nikaribû. Hat û bi dizîka ji agirê zanistîyê çiroskek ...
Prometheus, li ezmên rûniştîbû û li dinyayé, mêze dikir. Çavên wî, bi mirovan ket. Ji her alîyê, gelekî di tarîyêde bûn. Fikirî! Zanibû ku qedexe ye, lê bi dile xwe nikaribû. Hat û bi dizîka ji agirê zanistîyê çiroskek ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Prometheus, li ezmên rûniştîbû û li dinyayé, mêze dikir. Çavên wî, bi mirovan ket. Ji her alîyê, gelekî di tarîyêde bûn. Fikirî! Zanibû ku qedexe ye, lê bi dile xwe nikaribû. Hat û bi dizîka ji agirê zanistîyê çiroskek girt û anî dinyayê û da mirovatîyê. Bi vê yekê, Zeus hêrs bu. Bi qasî hezar salan, li çiyê ew li qeyd û merbendan da. Ji ali aliyê bazekî ve kezeba wî ya reş; roj bi roj hat xwarin, lê her dem jîn dibû. Goştê wî, bi zindî dihate xwarin! Dengê wî erd û ezman dilerizand. Lewra xwin nedibû av. Goştê hev jî bixwin, hestî nehat avêtin. Dilê birayê wî pê şewutî û bi destê birayê xwe, azad bû. Cîhana mirovahîyê, bi agirê zanistîyê tevlî xwezayê bû; rengorengo û cûr bi cûr. Ew agirê zanistîyê bi sed salan vemirî, li dinyayê gerîya; carinan di destê Kawayê Hesinkar de bu pêtal, ronahîy da welatê azad, carinan çû Mahabadê bû ala rengin, carinan jî bû wêje, stran, çirok, çand û huner, carinan bû ziman û wekî ronahîyê, diket dil û ruhê jinan. Loma dibêjin, dayik welat e, çand jê diwelide. Ziman jî di deste jinan de ye. Mer û jinên kurd, zêdetir bi xeriban re dizewicin û bi vî hawî mala xwe û heft bavê xwe dişewutinin. Meriv divê DNAya xwe xera neke.
Ji dewra mîtolojîyê heya dema niha, agirê zanistîyê digewire, ji destê jinan dertê û dikeve destê mirovan. Di vê demê de bi heş û aqilê xwe mirovatî xwe gihandiye internationalîyê. Loma jî divê meriv xwe ji medya civaki nede alî û wê, bigre dest xwe. Bi rîya malperên wekî Facebook, Twiter, Instagram û hwd. xwe bigihijine mirovan. Zêdetir jî mirovên me yên xerîbîyê û yên li welêt, rojane 1000 caran bi zar û zimanê kurdî bikevin motoren legerînan yên internetî; wekî Google, Yahoo, yandex û hwd. Ev yek zêdetir di deste ‘Nişfa Z de ye. Çand u zimanê kurdî di cihana xeyalwerî (virtual), -gel- xwenasîn- li ser tuşekê ye.
Ji bo pêkhatina pêşketinan jî, zimanzanên wêjeyê û zanistmendên zanistên cuda, bi rîya afirandina çirok, pêkenok, filmên kartonî, tiştanok, sinema, felsefe, civaknasî, matematîk, fizîk, kîmya, jînnasîyê û di warê resim, heykel, dîroka kurdan, hunermend û wejeya kurdan, divabe magnet werin çêkirin û li ser internete, werin firotin. Heke pêlîstokên zarokan yên kurdîaxêv werin çêkirin, dê zarokên me zûtir fêrî zimanê xwe bibin. Divabe nivîskarên me yên berê yên hezkirî werin nasandin û ev yek, divê ji bo nivîskarên nûpêketî jî were kirin. Herweha divê meriv fêrî ehlaqekê baş û zelal, rêzgirîya li hemberî xwezayê û mirovan jî, bibin. Ceribandina hinek mûzîkên nû wekî rap û rock û hîp hopê jî; tevî govend û stranên kurdî, dibe ku sûdmend be. Lê divê em ji bîr nekin û hezkirina ji çand, ziman û hunerê û xebatên ku ji wan dihêne kirin deynin pêşîya tevahîya faktoran. Hezkirin, hîskirin û xebitîn û dîsa xebitîn, hîskirin û hezkirin.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0