Di rewşa Kurdan ya îroj de mirov nikare wan hemiyan li dora ramanekê yan bawerîyekê kom bike, ne jî dikare xwe bigihîne tevahiya wan. Kurdê ji gundekî herêma Diyarbekir, bo nimûne, bi zihniyet û bawerî û zimanê xwe ...
Di rewşa Kurdan ya îroj de mirov nikare wan hemiyan li dora ramanekê yan bawerîyekê kom bike, ne jî dikare xwe bigihîne tevahiya wan. Kurdê ji gundekî herêma Diyarbekir, bo nimûne, bi zihniyet û bawerî û zimanê xwe ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Dema hîn terr bûm hêviya min ji “Kurdan” wek yek kom û yek millet mezin bû, lê bi derbasbûna salan re û bi encama nasîna Kurdên ji şûn û paşereh û bawerî û çînên cuda bi şêweyeke baştir; her weha bi encama domandina nakokiya di navbera hin rêxistinan de û dûrbûna hinan ji mentiqê, ew hêviya min her ku çû melûltir bû. Pirsiyareke wek ya Mamoste Ali Gurdilî (Kovara Philosophiyayê): “Di şert û mercên îroj de, gelo Kurd çawa dikarin xwe binasin, bibin xwe û li nirxên xwe yên xwemalî vegirin?” heye ku pirsîna wê bi awayekî din guncavtir bûya, wek: “Di şert û mercên îroj de, gelo Kurdên filan herêmê (yan filan beşê Kurdistanê) çawa dikarin xwe binasin, bibin xwe û li nirxên xwe yên xwemalî vegirin?” Bikarhanîna peyvên wek “Kurd” û “Kurdan” bi wateya gelemper ji bo pirsiyarên weha ne durist e. Mirov dikare pirsiyareke weha derbarê Almanan de bipirse, bo nimûne, ji ber ku çawa be jî û çiqa ne hêsan be jî, wî milletî sîstêmeke xwe ya perwerdekarîyê û hukûmeteke xwe ya federal heye, her weha yek zimanê standard û derfetên xwegîhandina hevwelatîyan hene.
Di rewşa Kurdan ya îroj de mirov nikare wan hemiyan li dora ramanekê yan bawerîyekê kom bike, ne jî dikare xwe bigihîne tevahiya wan. Kurdê ji gundekî herêma Diyarbekir, bo nimûne, bi zihniyet û bawerî û zimanê xwe bi gellek awayan ji gundiyekî herêma Sine li rojhilatê Kurdistanê cuda ye. Jê pê ve, Kurdên li deverên cuda bi zimanên cuda û alfabêyên cuda, her weha di nav sîstêmên cuda de perwerdeyê bi dest dixin. Yek zimanê ku ji alîyê tevahiya Kurdan ve bi nivîs bihêt xwendin û têgihîştin niye. Li milê din, siyaseta hin rêxistinên Kurdan li şûna ku zihniyeta xelkê ber bi hev wîne, ew ji hev dûrtir xistine. Şêweya ku hinek nivîskar û “rewşenbîrên Kurdan” pê difikirin hema- hema bi tevahî ji şêweya zihniyeta bi milyonan Kurdên bêdeng û ne aktîv dûr e. Jimareke bilind ji Kurdan nema bi kurdî dipeyivin. Ji bo van sedeman û gellekên din mirov nikare yek bernameya di warê mijarekê de bo tevahiya Kurdan bi rê xe û encamên erênî jê bipê. Ger derfet hebûna û ger endamên neteweya Kurd xwe gîhandibûna qonaxeke pêşvetir, heye ku bernameyên derheqê “xwenasînê” û xwedî-lixwe-derketinê de bikaribûna ji alîyê komên rewşenbîr yên têgihîşt ve bihatana amadekirin û birêxistin. Bernameyên weha dê bikaribûna li her herêmê bihatana birêxistin, bi beşdariya mîdyayê, xwendegehan, kûrsên taybet, kombûnan… Yên van bernameyan li şûnên cuda amade dikirin dikaribûn di konferansên salane de beşdar bibûna û ko-ordînasyon di navbera xwe de bi rêxistana. Lê ji bo gavên weha derfet, xwe-organîzekirin, mentiq û hevkarî divên.
Di rewşa “Kurdan” ya îroj de van mercanan nahên dîtin. Lê li herêma başûrê Kurdistanê kiryarên weha pêkan in, Ger rêxistin û karbidestên wê herêmê li hev bikin. Li wir karbidestiya kurdî heye û derfet ji alîyên din bêtir in. Birêxistina bernameyên derbarê van mijaran de pêkan e, çiqa ne hêsan be jî. Bi kurtî, mebesta min ev e: Em bixwazin-nexwazin Kurd di rewşa îroj de ne hevgirtî ne, ne jî komeke homojên in. Divêt mirov ligor şûna her komekê û şert û mercên şûna ew lê gavan rane. Li dawîyê ragihînim ku di vê qonaxa bezabûna bêhûde ya pêşkevtina teknolojiya ragîhandinê, dan-û-stendinê û babetên cuda yên mîdyayê de, her weha bi encama koçberiya komên mezin ji Kurdan û bicîhbûna li welatên cuda, çanda kurdî, erf û toreyên kurdî, di nav tehlûkeyeke kûr ya wendabûnê de ne. Li cîhana me bi giştî, çanda amerîkî-ewropayî bandoreke serpereşt li ya daniştvanên cîhanê dikêye. Ger siyasetmedarên Kurdan, nivîskarên wan û “rewşenbîrên” wan nikaribin roleke bêtir erênî di parastina nerxên kurdewarîyê û çanda kurdî de bileyizin, zihniyeta Kurdan û nerxên hevbeş dê her bêtir û bêtir ji hev bi dûr kevin.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0