Kilam û stranên gelêrî di ragihandina bîr, dîrok, çand û sosyolojîya civakan de, ji bo hemû nifşan, lê bi taybetî ji bona nifşên nû, roleke pirr girîng dileyîzin. Ji ber, ku ew wêneyekî rasteqîn a geşedan û mijarên ku di dîrokê de qewimîne nîşan ...
Kilam û stranên gelêrî di ragihandina bîr, dîrok, çand û sosyolojîya civakan de, ji bo hemû nifşan, lê bi taybetî ji bona nifşên nû, roleke pirr girîng dileyîzin. Ji ber, ku ew wêneyekî rasteqîn a geşedan û mijarên ku di dîrokê de qewimîne nîşan ...
Kilam, Stran û Hunermend
Kilam û stranên gelêrî di ragihandina bîr, dîrok, çand û sosyolojîya civakan de, ji bo hemû nifşan, lê bi taybetî ji bona nifşên nû, roleke pirr girîng dileyîzin. Ji ber, ku ew wêneyekî rasteqîn a geşedan û mijarên ku di dîrokê de qewimîne nîşan didin, li ber çavan radixin.
Hewceyî gotinêye tiştê girîng jî ew e, ku ji bilî rêziman û rastnivîsa kilam û stranan, geşedan û bûyerên ku bahsa mijarê ne, pêwîst e ji hêla hunermend û nivîskar bi awayekî objektîv, çewa ew bûyer qewimîne, çêbûne bigihîje guhdar û xwîneran.
Yek ji rêbaz û rêgezên ku divê nivîskar, hunermend dema ku karê hunera xwe pêk tînin ew e, ku di peyamên kilam û stranan de, gotinên kînê, xerezê, nefretê û peyamên dijminatîyê di naverokê de tune bin. Ji bilî rêgezên rêziman, rastnivîsîn û rastgotina geşedan û bûyeran, divê ev xal jî bi haydarî û baldarî li ber çavan bêne girtin û bi vî awayî werine bi kar anîn.
Mixabin hinek nivîskar, dengbêj û hunermendên me, yên kevn jî û yên nû jî, keç jî xort jî, kalemêr jî, dema ku pîşeya xwe a hunerî bikar tînin û dimeşînin, her tim li gorî van rêgez û şêwazan helwest nastînin. Di gelek kilam û stranan de kom, komik û mirovên hejmarkêm diêşînin. Li herêmeke mezin a mîna Kurdistanê, ku bi hezaran sal in, bûye mal û stargeha Misilman, Ermenî, Suryanî, Cihû, Êzdî, Elewî û Yaresanan, divê karê hunermend rêz û rûmetgirtina çand û nirxên hemû aktoran be. Mirov û kesên ji van bawerîyên cûda, yên li vê herêma mezin bi sedên salan li vê erdnîgarîya xweş jîyan bi hevûdin re parve kirine. Cînar, heval û hogirên hevûdin bûne.
Nivîskar, dengbêj û hunermendên ji van bawerîyên bi hejmara xwe ya serdest û bihêz, di kilam û sitranên xwe de, bi rêya huner, ji ber hêz û qeweta pergala bawerîya xwe, ku li kêmeneteweyan û li kêmeolan heqaretê bikin, gelo hûn zanin ê ew helwest ji wan kesên endamên wan kêmeolan re çiqas zor be?
Hege li himberî kom û komikên wan baweriyên din, yên kêm, zimanekî piçûkxistinê û heqaretê bêye bikar anîn, ev tê vê wateyê ku tovê xerezê, kînê û nefretê li wir têye reşandin, têye çandin. Nefret, xerez û kîn a di navbeyna wan civakan de wê geştir û gurrtir bibe. Ji ber vê yekê şêwaz û retorîka ku di xebata nivîskî, devkî û hunerî de ji alîyê dengbêj, hunermend an jî nivîskaran ve têye bikar anîn gelekî girîng e.
Divê paradîgmaya bikar anîna huner û çandê ne ‘nezelal û şêlû’ be. Pêwîst e peyamên di kilam û stranan de vekirî û fesîh bêne gotin û piçûkxistina kêmeol û kêmeneteweyan qet neyê kirin. Bi gotineke din, divê realîteya etnografîk û pirr-olî ya civaka me û herêma mezin a Kurdistanê neyê paşguh kirin û her tim li ber çavan bêye girtin.
Pêwîst e hunermend, dengbêj û nivîskar di çarçoveya bikaranîna karûbarên xwe ê wêjeyî û hunerî de, etîka pîşeya xwe, dîrok û rastîyên civaka xwe li ber çavan bigrin û li gorî wê helwest bistînin!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0