Feylesofekî Yewnana Antîk e û Beriya Zayînê, di sedsala yekem de jiya ye. Gumanberiya Pyrrhonî parastiye û bi doktrînên xwe yên ‘epokhe’ (bêdarazî) û ‘tropos’ê (bêîmkanetiya zanayiyê, bêîmkanetîya zanînê), avahiya teorîk a gumanberiya Pyrrhonî, ava ...
Jiyan û Felsefeya Aenesidemusê Yewnanî
Feylesofekî Yewnana Antîk e û Beriya Zayînê, di sedsala yekem de jiya ye. Gumanberiya Pyrrhonî parastiye û bi doktrînên xwe yên ‘epokhe’ (bêdarazî) û ‘tropos’ê (bêîmkanetiya zanayiyê, bêîmkanetîya zanînê), avahiya teorîk a gumanberiya Pyrrhonî, ava kiriye.
Deh (10) Tropeyên (Sebeb, Hincet) Aenesidemus:
1- Cihêrengiya (Ciyewaziya) Heywanan: Heywan, ji hev cihê ne û lewma têgihiştina wan ya nesneyan jî, ne mîna hev e. Wate, têgihiştina wan ya nesneyan, ji hev cihê ye.
2- Cihêrengiya Mirovan: Mirovên cuda, heman nesneyan ji hev cihê têdigihêjin.
3- Cihêrengiya lebatên me yên sehekî, derbarê nesneyan de dibe sebebê daraz û têgihiştinên cihê.
4- Şert û mercên ku bandûrê li barbir (subject, özne, kirde) dikin, dibin sebebê têgihiştinên cihê.
5- Rewşa nesneyan, dûrahî û cihê wan, rê li encamên cihê vedike.
6- Nesafîtî û têkelbûna nesneyan, dibe sebebê têgihiştinên çewt.
7- Çendbarî (nicelik, quantity) û kompozîsyona nesneyan, dibe sebebê encamên pirtexlîd.
8- Têkiliyên di navbera barbir (subject) û bar (nesne, objekt) de, dibe sebebê fikr û darazên çewt.
9- Demdirêjiya têgihiştina nesneyan, bandûrê li sehekên me dike û dibe sebebê têgihiştinên cihêreng.
10- Qanûn, kevneşopî, perwerdehî, çand, ehlaq û hînbûniyên (kurm) me, bandûrê li sehekên me dikin û dibine sebebê têgihiştinên cihê.
Axirî li gor baweriya Aenesidemusî, em tu carê nikarin xwe bigihînin rasteqîniyên ku li derveyî me ne û em nikarin bi wan bizanibin. Lewre, têgihiştina me ya heyînan, bêîmkan e. Ji ber vê yekê jî, heta em neceribînin divê em derbarê heyînan de zanayiyan (zanînî, bilgi, knowledge) belav nekin û neparêzin. Ji bo vê yekê jî, divê em ji darazan (hukm) dûr bimînin.
- Jêder
- Antolojîya Feylesofan I (Anthology of Philosophers I)
- Alî Gurdilî - Weşanên Soran - Berlîn 2015
Şîrove 0