Hate ragihandin ku çend roj berê li gundê Îşxan’ê Çûk, dîsa êrîşê Êzdîyan kirine û roja 18.06.2025an de, ciwanê me î bi navê Teyar Duran, bi granî birîndar kirine. Wer xwiya dike ku ev êrîş, ne bûyereke takekesî ye ...
Hate ragihandin ku çend roj berê li gundê Îşxan’ê Çûk, dîsa êrîşê Êzdîyan kirine û roja 18.06.2025an de, ciwanê me î bi navê Teyar Duran, bi granî birîndar kirine. Wer xwiya dike ku ev êrîş, ne bûyereke takekesî ye ...
Êrîşa li Ser Êzdîyên Gundê Îşxan’ê Çûk
Hate ragihandin ku çend roj berê li gundê Îşxan’ê Çûk, dîsa êrîşê Êzdîyan kirine û roja 18.06.2025an de, ciwanê me î bi navê Teyar Duran, bi granî birîndar kirine. Wer xwiya dike ku ev êrîş, ne bûyereke takekesî ye û êrîşeke sîstematîk e ku dixwazin bi van êrîşan, Êzdîyan biçewisînin û nehêlin Êzdî vegerin ser axa bav û kalên xwe. Wekî dihê zanîn berê jî hinekan dest danîbûn ser Gundê Kelhokê û rê nedabûn ku niştecihên Êzdî ku xwedîyê Gundê Kelhokê ne, vegerin gundê xwe. Heta, bi çekan êrîş birine ser Êzdîyên Kelhokê ku venegerin gundê xwe. Di encama doz û mehkemê de, Êzdîyan mehkemê kezenc kiribin jî, kesên ku dest danîne ser gundê Kelhokê hê jî ji gund derneketine. Beyî guman, ev yek niheqî û bêqanûnîyeke mezin e û demildest, divê biryara mehkemê bi cîh were û gun dû milkên Êzdîyan, li wan were vegerandin.
Wekî rêvebirîya Philokurdê, em daxûyanîya Meclîsa Gundê Îşxanê li jêrê diweşînin. Em hêvîdar in ku demildest, rê li ber van niheqî û kirinên bêqanûnî were girtin û hemû Êzdî bi xweşî, bikaribin vegerin ser axa bav û kalên xwe.
--
Daxuyanîya Meclîsa Gundê Îşxan’ê Çûk
Li Wêranşahr Êrîşek Hovane
Nîştecîhên gundê îşxanê bi çûk bi salaye gundê xwe amanetî merivên xwe kirine. Di van salên dawî de çûn hatina welat zêde bûye û gundî dixwazin keşfê derxin ser erdê xwe yên tapûkirî. Kesên bi salaye li gund bi cîh bûne bêî agahdarîya nîştecîhan li ser xanîyên wan qatekî din xanya lêdikin.
18.06.2025 cûwanê bi navê Teyar Duran bi cûwanê merivên xwe ve dixwazin kişfê derxin û cihê erdê xwe nas bikin. Malbatên li îşxan çûk hemû kes yanî hemû zilamên li gund asê bûne êrîş dikin û Teyar granî birîndar dikin. Em weke meclîsa îşxan vê bêbextîyê qebûl nakin û merivên meyî me gund emanet daye wan dahwetî edaletê dikin.
Bi êrîşan em çahv tirsyayî nabin û ji milkê bav û kalên xwere îxanetê nakin. Em dixwazin bi aşîtyane çareserî bibînin. Gundê meyî milkê meyi emanetê miryên me ne em pevçûnan naxwazin heq û edaletê dixwazin.
Em bang eşîrên heremê dikin hûn şahîdin kû ev gundê me ye divê hûn navberê de rêça çareseryêre bi alîkar bin. Banga me ji bo rayedarên dewletê girînge dewlet hiqûq û edaletê bimeşîne û vegera Êzdîyan re bi alîkar be û ewlekariya wan biparêze.! Êzdî naxwazin ji axa xwe, gundê xwe û welatê xwe dûr bimînin. Ger dewlet cidî li ser bisekine kes wê cesaret nekin kû êrîşan ser Êzdiyan berdewam bikin.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0