“Pêşîyan tiştek ji paşîyan re nehîştine”. Ev gotin li welatê me, bi pirranî jî li welatê Xaltan gelek car li civat û caxîyan de têye gotin. Gava weqehetek, bûyerek bi qewime, rû bide ...
“Pêşîyan tiştek ji paşîyan re nehîştine”. Ev gotin li welatê me, bi pirranî jî li welatê Xaltan gelek car li civat û caxîyan de têye gotin. Gava weqehetek, bûyerek bi qewime, rû bide ...
Ez ê ji we re îro mesela “çîroka şûjinê”* û bi wê ve girêdayî bahsa têkilî û danûsitandinên di navbera kes, derûdor û pêkhateyên “civaka me ya mezin*” (Mehrheitsgesellschaft)** bi kêmeol, kêmenetewe û komikên etnîkî li welatê me dijîn de bikim.
“Pêşîyan tiştek ji paşîyan re nehîştine”. Ev gotin li welatê me, bi pirranî jî li welatê Xaltan gelek car li civat û caxîyan de têye gotin. Gava weqehetek, bûyerek bi qewime, rû bide hew we dît rûsipîyekî civakê derket û got; Ê heyra ne ji berê û paşê ve “Pêşîyan tiştek ji paşîyan re nehîştine”. Li vê derê divê bê gotin, bi vê gotina pêşîyan ve girêdayî, ez dixwazim li ser gotina “Çîroka şûjinê” bahsa çend tiştan bikim. Dîsa bi vê gotinê ve girêdayî di derbarê têkilîyên nava civaka me û kom û komikên olî û etnîkî, yên li welatê me dijîn, hinek rastîyan bînim ziman.
Di dîroka welatê me de gelek geşedan, bûyer, rûdan û karesat çêbûne û mixabin, piçûk, mezin hîna jî, heta roja îro ev didomin. Di navbera mirovên civaka me û têkilîyên wan ê bi hevûdin re gelek birînên kûr û nedermankirî hatine vekirin. Kes, derûdor û pêkhateyên civakê, mixabin li ser van karesat, rûdan û bûyerên di nava refên civakê de, an qet xebernadin, an jî wan bûyer û weqehetan palose û binmerşik dikin. Ê gava ew kes, derûdor û pêkhate wisa helwest bistînin, di rastîyê de ev helwestnesitandine, wî çaxî ew pirsgirêkên heyî, yên ku rû didin, helbet ji ber xwe de nayêne çareser kirin û ji holê ranabin. Wî çaxî ew dîstans û dûrbûna di nava refên civakê de kûrtir dibe û bawerîya navbera wan an xira dibe, an jî bi temamî ji holê radibe. Bawerî wî çaxî di navbeyna mirovan de namîne. Hêdî hêdî ew bêbawerî dibe nefret, xerez û dijmintî jê peyda dibe. Ku wisa jî bû, hingê rewş û wezîyeteke xeternak û kambax derdikeve holê . Pirsgirêkên bêdawî peyda dibin. Wê çaxê civak û pêkhateyên wê, ji bara hevûdin dikevin û pirên di navbeyna wan de yek bi yek hildiweşin û bawerîya di navbeyna mirovan de hinda dibe.
Kesên, ku civaka me û têkilî û pêywendîyên di navbeyna mirov, kes, derûdor û pêkhateyên “civaka me ya mezin” (Mehrheitsgesellschaft) û kom û komikên olî û etnîkî, ji nêz ve dişopînin wê bibînin, ku ew xeterîyên li jorê hatine destnîşankirin, ev bi sedsalaye rû didin. Bawerîya di navbeyna mirovan de ji zû de hindabûye û nemaye. Pirên têkilîya bi temamî hilşîyane. Kes pişta xwe nade kesî û kes pişta xwe bi kesî ve girênade. Ango bawerîya kom û komikên olî û etnîkî bi mirov û pêkhateyên “civaka me ya mezin” (Mehrheitsgesellschaft) nayê. Bawerîya xwe bi wan naynin.
Çima?
Hewceyî gotinêye, ku di derbarê sedem û egeran de mirov dikare gelek tiştan bibêje. Lê belê îro em ê tenê çend xalan bînine ziman, ji bona, ku mesele pirr tevîhev û belawela nebe: Neferên civaka me ya mezin” (Mehrheitsgesellschaft) îro jî li welatê me nan û xwarinên destê “wan” naxwin. Weke sedem û eger jî, levza “destkûj”ê tînine ziman. Gund, war, der û deverên wan, yên heta berî demekê jî di destê wan de bûn, an bi darê zorê, an jî bi hinek dek û dolaban ji wan sitandine, dest danîne ser wan û vê çavsorîya xwe îro jî li wan der deveran didomînin.
Di ferman û talanên bi serê wan belengazan de hatine, her tim gelek neferên civaka me ya mezin” (Mehrheitsgesellschaft) di kêleka kûjerên wan de bûne û ewan jî bi sedê caran wan kuştine, jin û qîzên wan revandine û malê wan talan kirine. Li welatê me ev serê sedsalaye, neferên civaka me ya mezin” (Mehrheitsgesellschaft) welatê me Kurdîstan, weke tenê “cîhê jîyana misilmanan” dibînin û wan mirovên ji komên olî û etnîkî yên kêm, weke “mêvan” dibînin û ne weke mirovên “xwedîyê wê axê” û mirovên “xwedî heq û wekhev” dibînin.
Neferên civaka me ya mezin” (Mehrheitsgesellschaft), xwe û “wan” ti carî, qet weke mirovên “wekhev” nabînin û her tim xwe ji wan mezintir, biaqiltir, zanetir, paqijtir û şarezetir dibînin. Ev nexweşî mixabin herrî zêde jî di nava ”xwedêgiravî rewşenbîran” de bi berfirehî tê dîtin. Ristika van xalên li virê hatine destnîşankirin dikarin hîna gelekî zêdetir bibin, lê belê ji bona mesele tevîhev nebe û babet belawela nebe em ê îro tenê van xalan bînine ziman.
Gelî xwînerên hêja de înca hûn rabin û destê xwe deynine ser ûjdanê xwe û bêjin, ku hûn neferên van kom û komikên olî û etnîkî bin, hûn ê çewa bawerîya xwe bi van neferên civaka me ya mezin” (Mehrheitsgesellschaft), ku ev sedên salane helwesteke bi vî rengî distînin, bînin? Hûnê çewa pişta xwe bi wan girêdin?
Gava dibe xeberdan jî, tev dibêjin em birayê hevûdin in, em weke xwîn û goşt in, em bêyî hevûdin nabin. Xwedêgiravî filankeso kurdê resen e û nizanim bîvankeso î hewqas kok û rikna kurda ye û hwd. Û weke mesela çîroka şûjinê; dest bi meselok, çîrok û çîvanokên bêdawî dikin û çîrok qet naqede û xilas nabe û çîrokên wan hîna jî didomin.
Hêvîdar im, ku van dîtinên ez weke kesekî dilşewatê welatê xwe li vê derê tînime ziman, wê bêne bihîztin û li ber çav girtin. Ku hemû dîtin û ramanên mirovan neyêne bihîztin û neyêne li ber çav girtin, wî çaxî bawerî di navbeyna mirovan de namîne.
Werin em di têkilî û pêywendîyên bi hevûdin re destê ”rastîyê” bidine hevûdin!
Bi hêvîya rojên xweştirîn!
* : Çîroka şûjinê li welatê Xalta tê wateya xeberdan, peyv û galgalên bêdawî û bêy, ku çîrokek bi qede, dest bi çîrokeke din bikî.
**: Civaka me ya mezin, kurdên misilman in.
*: Mehrheitsgesellschaft bi zimanê almanî ye. Têgîna Mehrheitsgesellschaft tê wateya, ku beşeke civakê, ya ji ber pirranîya nifûs a xwe û par a xwe di nava civakê de, xwe di warê temsîlîyeta normên çandî de ji tevahîya civakê mezintir û temsîlkartir dibîne.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0