Di gotara xwe a îroyîn de ez dixwazim we bibim Atînaya antîk a Yewnanîstana kevnar û nêrînên xwe di derbarê du termînolojîyan de bi we re parve bikim: Bextewarî û azadî. Perîkles, yek ji girîngtirîn dewletparêzên Atînaya antîk a Yewnanîstana kevnar...
Bextewarî û Azadî
Di gotara xwe a îroyîn de ez dixwazim we bibim Atînaya antîk a Yewnanîstana kevnar û nêrînên xwe di derbarê du termînolojîyan de bi we re parve bikim: Bextewarî û azadî. Perîkles, yek ji girîngtirîn dewletparêzên Atînaya antîk a Yewnanîstana kevnar, ku berîya 2500 salan ev yek wiha pênase dikir: “Sirra bextewarîyê azadî ye, lê sirra azadiyê cir’et û cesaret e.”
Lê bidestxistin û parastina vê azadîyê hê jî dijwarî ye û cesaret dixwaze. Ev gotina Perîkles îro jî xwedî girîngiyeke mezin e. Lê belê xwe azad hîskirina mirov tê çi wateyê? Azadî ji bo mirovan zêdetir parastina xwe ji zor û zextên derva ye. Azadîya rasteqîn jî ji astengên hundirîn azadbûnê dixwaze. Azadî di heman demê de ew e, ku hûn fersendê bidin û hûn potansiyel û performansa xwe ya tevahî pêşve bibin, bi xwe re rast bin û azad bin, ji bona ku hûn karîbin bi tena serê xwe jî ji bona armancekê tekoşîn bidin.
Di vir de xaleke din a divê navberê de were gotin ew e, ku mifteya azadîyê cesaret e. Wêrekî û bicesaretbûn, rûbirûmayîna bi tirs û astengên, rê li me digrin û nahêlin em rastîya xwe, kesayetîya xwe rasterast bijîn. Cesaret ew e ku mirov li dijî herrikandina pêlên çem bisekine û li pey bawerî û xeyalên xwe biçe. Di heman demê de cesaret tê wateya rûbirûmayîna mirov bi dijwarîyên xwe û girtina rîskan ji bo jîyaneke têr û bextewar karîbe bijî. Di civakên nûjen yên îroyîn de, fikra ku bextewarî ji derfet û hebûnên maddî derdikeve, berbelav e û pirr caran jî ji alîyên gelek kesan ve têye tekez kirin. Lê bi dîtina min ev nêrrîneke şaş e.
Bextewarî ne pere ye, ne dewlemendî ye, ne zêrr û zeger e û ne malê dinyayê ye. Bi derfetên madî jî nayê bidestxistin. Bextewarîya rasteqîn di aştîya hundurîn, ji şertên jîyanê razîbûn û hesta azadîya ku di cewherê mirov de heye têye xûya kirin. Jîyana bi zanebûn di heman demê de bi şopandina bawerî û xwestekên mirov ve jî ji nêz ve girêdayî ye.
Rastîya gotinên Perîkles îro jî derbasdar e û ev jî pirr balkêş e. Di cîhaneke ku tirs, xof û nezelal de gelek caran di hemû qadên jiyanê de nîşan dide, ku cesareta ji bo azadbûnê ji her demê girîngtir û watedartir e. Ji bo şopandina xewn û armancên xwe hê jî cesaretekî mezin pêywîst e. Ji bona li dijberî niheqiyê sekinandin îro jî wêreknûn û cesaret pêwîst e.
Azadî û cesareta Perîkles destnîşan dike ji nêz ve girêdayî hevûdin in. Wêrekî azadiyê û azadî jî bextewariyê tîne. Bi helwêsteke wêrek em dikarin xwe ji bindestîya tirs, xof û zorê rizgar bikin û bigihîjin armancên ku me danîne pêşiya xwe. Em îro dikarin ji bona bicîhanîna xewn û xeyalên xwe ji bo jîyaneke azad û bextewartir tekoşînê bimeşînin.
Werin em bi wêrekî li pişta bîr û bawerîyên xwe bisekinin. Pirr girîng e, ku em xwedî wê cesaretê bin, ji bona xewn û xeyalên xwe karibin çêtir bişopînin û bigihîjin jiyaneke azad. Ji ber ku tenê bi vî awayî em dikarin rêya rast a bextewarîyê kifş bikin û di cîhaneke azadtir de bigihîjin jîyaneke têr, tije û bextewar!
Şîrove 0