Li herêma Serhedê gundekî piçûk bi navê „Gundikê Aş“ hebûye. Li Gundikê Aş pîremêrekî bi navê Aqoyê Nûrê dijîya. Aqoyê Nûrê bi zanîn, şahrezayî, dilpakî û dilsozîya xwe, weke rûsipîyekî gund î gelekî navdar dihate naskirin. ...
Li herêma Serhedê gundekî piçûk bi navê „Gundikê Aş“ hebûye. Li Gundikê Aş pîremêrekî bi navê Aqoyê Nûrê dijîya. Aqoyê Nûrê bi zanîn, şahrezayî, dilpakî û dilsozîya xwe, weke rûsipîyekî gund î gelekî navdar dihate naskirin. ...
Aqoyê Nûrê û Silêman
Li herêma Serhedê gundekî piçûk bi navê „Gundikê Aş“ hebûye. Li Gundikê Aş pîremêrekî bi navê Aqoyê Nûrê dijîya. Aqoyê Nûrê bi zanîn, şahrezayî, dilpakî û dilsozîya xwe, weke rûsipîyekî gund î gelekî navdar dihate naskirin. Nav û dengê Aqoyê Nûrê di gund de û li herêmê weke kesekî aqilmend û aştîxwaz derketibû. Hemû kes ji Aqoyê Nûrê xweş bûn. Çi bihata serê gundîyekî, pêşî bazdida ba Aqoyê Nûrê. Aqoyê Nûrê jî camêr ji wan re texsîr nedikirû çii ji destê wî bihat ji bona gundîyan dikir.
Rojekê xortekî Gundikê Aş bi navê Silêman, ku timûdaîm ji rewş û wezîyeta jîyana xwe gilî, gazin û timetim dikir, hate cem Aqoyê Nûrê, ku di derbarê pirsgirêkên xwe de pê bişêwre. Silêman çû balê û jê pirsî got: "Apê Aqo, hemû tiştên me li malê hene,em ne destteng in û ez jî bi teneduritîya xwe sipûsaxlem im. Rewşa malîyan jî gelek baş e. Û em şikir ji Xwedê ne hewceyî kesî ne jî. Lê kurmûkirasekî (tibîet) min ê nebaş heye. Ez dikim nakim nikarime bi xwe û ez hima bişev û biroj gazin û lomeyan ji derûdorên xwe dikim. Ez dizanim, ku ez carnan bi timetima xwe serê malî û xizmên xwe jî gelekî diêşînim. Ez bi xwe jî nizanim ez çima wisa me. Gelo ti karî hinek nesîhet û şîreta li min bikî?”
Aqoyê Nûrê guhê xwe da Dilêman û baş guhdarîya wî kir û ji nişkê ve kenê wî hat, bû tiqetiqa wî û bi wan peyv û galgalên Silêman gelekî kenîya.Ji kena zikopişto bûbû. Lê Aqoyê Nûrê baş têgihîştibû, ku Silêman çi ji wî dixwaze, dawa çi lê dike û ji Silêman re got; “Silêman birazî, de ka tu were û bide pey apê xwe, em ê di nava gund de hinekî bi hevûdin re bimeşin.”
Çaxê Aqoyê Nûrê û Silêman di nava gund de bi hevûdin re meşîyan, Aqoyê Nûrê bi rê de bal kişande ser rewşa pîrejineke ji Gundikê Aş, a bi navê Sosina Gulîzer, ku ew jî li gund dijîya.
Aqoyê Nurê ji Silêman re got: „Silêman, birazî, ji xeynî Xwedyê jor, kesekî Sosina Gulîzer nîne. Ne kurr e, ne keç e, ne mêr e, ne xwîşk e, ne bira ye, ne weled e, ne teled e. Ti mal û milk û zêr û zegerê Sosina Gulîzer jî nîne. Lê Sosina Gulîzer dîsa jî her tim devliken e û şad û bextewar e. Kî li Sosina Gulîzer mêze bike, ê bêje qey malê dinyayê tev ê Sosina Gulîzer e. Bêh û bazara Sosina Gulîzer bi gundîyan re jî, gelek baş e. Gundî hemû jî jê razî ne û jê hez jî dikin û qîmet û rûmeta wê jî gelekî digirin”.
Silêman peyv û galaglên Aqoyê Nûrê baş guhdrî kiribûn. Lê belê van gotin û galgalên Aqoyê Nûrê jî Silêman qanih nekiribûn.
Meşa Aqoyê Nûrê bi Silêman re, a nava gund hêjî di domîya. Di dem meşa xwe a nava gund de laqî cotkarekî ji Gundikê Aş bi navê Bozoyê Bişar hatin. Aqoyê Nûrê silav li Bozoyê Bişar kir û jê pirsî. “Bozo, rewşa we çewa ye? Malî û zarok gelo çewa ne? Îsal çandinîyên we çewa bûn?”
Bozoyê Bişar bişivî û bersîva Aqoyê Nûrê da û got: “Gelek spas kekê Aqo, zarok û malî hemû baş in, şikir ji Xwedê. Lê bi Xwedê çandinîyên me îsal ne hewqas başbûn. Lê mala Xwedê ava, dîsa jî debara me dibe. Zarok û malî hemû sax û silmet in. Bi qeweta Xwedê ê sala were rewşa çandinîya jî hêvîdar im baştir bibe.”
Silêman li ser danûsitandinên Aqoyê Nûrê bi Bozoyê Bişar re û gotinên Aqoyê Nûrê û di derbarê Sosina Gulîzer de anîne bîra xwe û ser wan hinekî fikirî.
Silêman ji xwe re got; “Ez çiqas nezanim û jîyana min divê wiha nemeşe û pêywîst e ez rewşa jîyana xwe biguherînim. Divê ez bi çavekî din li rûdanên dinyayê mêze bikim. Sosina Gûlîzer a ku ji xeynî Xwedê kesekî wê nîne, lê ye şad û bextewar e û Bozoyê Bişar ê feqîr û belengaz jî ji jîyana xwe gelekî razî ye. Înca ê min, her tiştê min jî heye, zarok û malî hemû baş in û hima ez çiqas diçim û têm, ez gazin û loma ji derûdoran xwe dikim. Nexwe sebebê dilnerihetbûna xwe, ez bi xwe me û divê ez demildest xwe biguherînim.”
Silêman têgihîşt ku meşa wî a bi Aqoyê Nûrê re, a nava gund û tiştên wî dîtibû û bihîztibû , nîşanî wî dabûn, ku bextewarîyeke rasteqîn ne bi şert û mercên derveyî, an jî bî malê dinyayê ve girêdayî ne. Divê mirov xwe bi xwe, wan şert û mercên mirov di nava wan de dijî baş bibîne û dilê xwe xweş û bêhna xwe fireh bike. Pêwîst e mirov li jîyanê jî wisa mêze bike. Bi dilpakî li şert û mercên jîyanê binêrre û teng ne fikire.
Carna ji bona jîyaneke xweş û bextewar ne pêywîst e mal û milkê dinyayê tev ê mirov be. Mirov dikare carna bi hinek tiştên piçûk jî di nava şadimanî û bextewarîyeke mezin de bijî!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0