Psîkologê avusturyayî ê navdar. Di navbera salên 1870-1937an de jiya ye. Damezranerê ekola psîkolojiya takekesî ye û psîkologê ku cara yekem behsa têgiha Kompleksa Xwe Kêmdîtinê (Complex of Inferiority) kiriye, ew e. ...

Alfred Adler: Kompleksa Xwe Kêmdîtinê
Psîkologê avusturyayî ê navdar. Di navbera salên 1870-1937an de jiya ye. Damezranerê ekola psîkolojiya takekesî ye û psîkologê ku cara yekem behsa têgiha Kompleksa Xwe Kêmdîtinê (Complex of Inferiority) kiriye, ew e.
Di temamiya imrê xwe de bala xwe gelekî daye pirsgirêkên civakî û di gelek mijarên psîkolojîk de, dijberiya Sigmund Freudî kiriye. Wekî tê zanîn Freud gotibû ku pevçûnên zayendî yên zarokatiyê, dibine sebebê têkçûn û nexweşiyên derûnî. Lêbelê Adler, ne di wê baweriyê de ye û mîna Freudî nafikire.
Adler wiha pê bawer e ku mirov, ji aliyê hêvî û daxwazên xwe yên derbarê siberojê de têne beralîkirin û nabe ku meriv rabe hemû sebeban, li zarokatiyê bar bike. Bi vê nêrîna xwe jî li hemberî wê ramana ku dibêje mirov bi tenê hilbereke irsî (rakendî) ye, rabûye. Li gor nêrîna Adlerî, kompleksa xwe kêmdîtinê, hesta raseriyê û xwe, weke navenda her tiştî dîtin, nîşanên nexweşiyên derûnî ne.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0