Di şert û mercên îro de, divê kurd di serî de li zimanê xwe xwedî derkevin. Ziman bingeh e. Ziman hebûna miletan e. Ziman nebe, netewebûn (miletbûn) nabe. Di pêvajoya pêkanîna miletbûyinê de ziman bingeh e...
Di şert û mercên îro de, divê kurd di serî de li zimanê xwe xwedî derkevin. Ziman bingeh e. Ziman hebûna miletan e. Ziman nebe, netewebûn (miletbûn) nabe. Di pêvajoya pêkanîna miletbûyinê de ziman bingeh e...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Di şert û mercên îro de, divê kurd di serî de li zimanê xwe xwedî derkevin. Ziman bingeh e. Ziman hebûna miletan e. Ziman nebe, netewebûn (miletbûn) nabe. Di pêvajoya pêkanîna miletbûyinê de ziman bingeh e. Ziman haceta ji hev û du fêmkirinê, ramanê, edebiyatê, çandê û hemû şêwe pêşveçûnê ye. Ziman, çand û edebiyata neteweyekê hebûna wê neteweyê ne. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, edebiyata xwe wenda bike, ew bi xwe jî wenda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêle ziman, çand û edebiyata wê neteweyî ye. Digel vê ji bo hizr û ramanên netewî û demokratîk lênêrîneke felsefî jî pêwîst e. Felsefe lênêrîna li xwezayê, cîhanê, civakê û siyasetê ye. Her însan li gor ramanên xwe yên felsefî tiştan şîrove dike, dinirxîne. Felsefa însên bandora xwe dide ser şiklê jiyandina jîyana însên. Felsefe ronahîkirina hizrên ramanên însên e.
Zanîna jîyanê û nirxandina civakê bi ramanên felsefî pêk tê. Ramanên îdeolojîk, sîyasî û olî di bingeha xwe de ramanên felsefî ne. Ji bo wêjeya netewî kurdî ez vê bibêjim; Edebiyata netewî bingeha neteweperestiyê ye. Bi edebiyatê bîr û hizra netewî tê pêkanîn. Edebiyat û bi taybetî jî roman zimanê gel e û neynika civakê ye. Zimanê edebî zimanê hest û ruhê netewetiyê ye. Şêweya ravekirina zimanê îdeolojîk, teorîk, siyasî, ramanî, felsefî û zimanê edebî ji hev cuda ne. Pirtûkên fikrî, zanistî, ramanî, felsefî li gor şêweya zimanê teorîk û siyasî têne nivîsîn. Berhemên edebî jî li gor şêweya ravekirina zimanê edebî têne afirandin. Niştimanperwerî bi edebiyatê reng digre. Bingeha welatparêziya kurdî di berhema edebî Mem û Zînê de bi reng û dengê netewî hatiye xemilandin û bûye bingeha neteweperestî û welatparêziya kurd.
Ji bo xwebûn û li nirxên xwe xwedîderketinê, divê kurd li hemû nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin, wan biparêzim û herweha divê kurd li doza xwe a netewî û demokratîk xwedî derkevin, vê dozê bi hest û ruhê (giyanê) kurd û kurdayetiyê biparêzin. Ji bo kurdan heqê çarenûsiyê, ji bo pêkanîna daxwaza dewletbûnê (federasyon yan serxwebûnê) têbikoşin. Ji bo wê jî, di rewşa îroyîn de ji bo yekîtiya netewî û demokratîk çi pêwîst be divê bê kirin. Divê kurd ji bîra nekin ku Kurdistan dayika me tevan e. Xwedîderketina kurda li hev, xurtkirina têkiliyê di nav hev de û yekîtî pir giring e û ferz e. Kurd dest bidin hev dê karîbin bi hêztir bibin û zutir bighêjin armancên xwe. Spas ji bo we mecal da min ku ez van dîtinên xwe pêşkêşê xwendevanên kovara Philosophiayê bikin. (15.12.2021)
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0