Gava min ev pirs ‘Di şert û mercên îroj de, gelo kurd çawa û bi çi şeklî, dikarin xwe binasin, bibin xwe û li nirxên xwe yên xwemalî, vegerin.’ a ku ji birêz Ali Gurdilanî hatî, xwend. Ez gelek lê hebilîm, yekser hişê min xetimî. ...
Gava min ev pirs ‘Di şert û mercên îroj de, gelo kurd çawa û bi çi şeklî, dikarin xwe binasin, bibin xwe û li nirxên xwe yên xwemalî, vegerin.’ a ku ji birêz Ali Gurdilanî hatî, xwend. Ez gelek lê hebilîm, yekser hişê min xetimî. ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Gava min ev pirs ‘Di şert û mercên îroj de, gelo kurd çawa û bi çi şeklî, dikarin xwe binasin, bibin xwe û li nirxên xwe yên xwemalî, vegerin.’ a ku ji birêz Ali Gurdilanî hatî, xwend. Ez gelek lê hebilîm, yekser hişê min xetimî. Min pirs da hişê xwe, li bersiva wê geriyam. Hay, hooo! Mirov di nava rojê de li ser gelek tiştan diaxive, dinvîse, şiroveyan dike. Lê bersiva pirsa, ‘Di şert û mercên îroj de, gelo kurd çawa û bi çi şeklî, dikarin xwe binasin, bibin xwe û li nirxên xwe yên xwemalî, vegerin.’ pir zehmet e. Ji xwe hemî mesele jî ew e ku em bersiva vê pirsê bibînin. Miletên ku bersiva vê pirsê dîtine gehiştine armanc û azadiya xwe. Yên pişta xwe bi xelkê biyanî ve girê dane û ji cewherê xwe yê xwemalî dûr ketine, ew heliyane, wenda bûne çûwîne.
Di despêka sedsala bûrî de hêzên serdestê dinyayê bi perçekirina welatê me xwestin em ji miletbûyînê bêpar bimînin û bi demê re nava çerxa zemên de bihelin. Dewletên ku axa me radestî wan hatî kirin jî di vî warê de çi ji destê wan hatî kirin û hîn jî dikin. Di vê sedsalê de tiştê ku bi serê mişkên di laboratoaran de nehatî bi serê miletê me anîn û cerabeyên nedîtî ceribandin. Lê heke ligel evqas xerabî û pêkotiyên ku li serê miletê me hatine kurin jî, hîn lêgerîna „xwebûn“ê hebe, dêmekî plan, proje û cerabeyên wan têk çûne. Em divê ewilê qedrê vê li serxwemayînê bizanibin û jê sûdê bigrin. Şert û mercên îro ji her demê bêhtir guncav in ku mirov xwe bighînin rastiya xwe.
Lazim e em van şert û mercên ku heyî di rêya xwenasî û geşkirina hizra netewetiya civaka xwe de xerc bikin. Di vê serdema ku, kur û keçên mirov bi xwe jî wexta tên emrê 18 salî dewa veqetana ji malê dikin, em qedera xwe bi ya gelê serdestên axa me ne ve girê nedin. Ne şert e, her tişta ku em bikin divê riza serdestan pê hebe, ew tesdîq bikin. Heke em biçin dêrê jî ji bo xwe biçin, û heke biçin mizgeftê jî divê ji bo xwe biçin. Lazim e em wî kirasê ku dagirker dixwazin li me bikin red bikin. Dibe ku ew kiras li ber çavê me bibiriqe xweşik xwiya bike, lê divê em ji bîr nekin ku ew kiras weke ku xwiya dike nin e, ew kiras kefenê mirinê ye. Lew nemir Qazî Mihemed jî gotiye: „Heke neyarên we kevçîyek hunguv jî da we, ji bîr nekin ku di nava wî hunguvî de jehr heye.“
Ji kurdan re dibêjin ’nebin kurd, wekî din hûn dixwazin bibin çi em li pişta we ne, dixwazin bibin endazyar, karmend, hûnermend, wezîr û serokwezîr jî. Hûn dikarin partiyan ava bikin di meclisa me de siyasetê bikin, bibin amirê meclisê û bibin serokê meclisê jî. Lê divê hûn nebin kurd û Kurdistanî. Hûn dikarin di malên xwe de û li kolanan bi kurdî jî xeber bidin.‘ Vêca bi ya min M.C.Bedirxan bi gotina „Şertê xwenasînê yê yekem Ziman e.“ Bersiva gelek pirsan daye. Miletek bi çand û zimanê xwe xwe nas dike û hevgirtin çêdibe. Lewra, lazim e berî her tiştê, em di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bikar bînin, vegerin ser dîroka xwe û cewherên xwe yên folklorî, edebî, ilmî û çandî. (15.12.2021)
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0