Jiyan û Felsefeya Albert Camus (1913-1960)
Ramanwerekî fransî ye. Di sala 1913an de li Mondoviya Cezayîrê hatiye dinyayê. Di nav xîzaniyê de, mezin bûye. Di dema perwerdehiya xwe ya felsefeyê de, nexweş ketiye. Rojnamegeriye kiriye. Ceribîn, roman û şanoyan nivîsandiye. Di sala 1957an de, xelata Nobelê a Edebîyatê sitandiye. Du caran, zewiciye. Di qezeyeka trafîqê de, miriye. Yek ji wan ramanwerên hebûnparêz e. Xwe wekî feylesofekî nabîne. Derheqê felsefeyê de gotiye ku: ‘Felsefe, şeklê nûjen ê şermnekirinê ye.’ Xwedênenas e, lê ehlaqê parastî ye.
Di ceribînên wî yên felsefeyî de ‘Biyanî’ cîyekî girîg digre. Li gor baweriya wî; jiyan tewş e, vala ye. Mirov jî, biyaniyê vê dinyayê û xwelîser in. Pirsgirêka wî a herî sereke ‘xwekuştin’ e, lê dîsa jî divê mirov wekî lehengan bijîn, serî hildin û têbikoşin. Madem ku em hene, heta dawî jî divê em hebûna xwe biparêzin.
Çend Gotinên wî ên Bijare
1- ‘Mirovên roja me, wiha difikirin ku divê laş rizgar bibe. Ji bo vê yekê jî ji mirina rih re, çavê xwe digrin. Gelo, rih dikare ji bo demekê bimire?’
2- ‘Bextreşiya herî mezin ne ew e ku mirov neyê hezkirin, heznekirin e.’
3- ‘Xefiya gerdûna me: Beyî ku xwe berdin nav kûrahiya xwesteka zindebariya mirovî, sêwirandina xwedê ye.’
4- ‘Ji bo ku ramanek bikaribe hemû dinyayê rizgar bike, a pêşî divê jiyana xwediyê xwe guhêrtibe.’
5- ‘Ji bilî mirovan, wateyeke din a dinyayê tune. Daxwaza me heke rizgarkirina feraseta jiyana xwe be, wê demê divê em mirovan rizgar bikin.’
6- ‘Pêdiviya mafdariyê, xweseriyeka mirovên ji rêzê ye.’
7- ‘Ramana meriv, bêrîkirina meriv a jiyanê ye.’
8- ‘Li dijî qedera zordest serkeftina me ya herî mezin, bextewarî ye.’
9- ‘Civaka siyasî ya hemdem, makîneya neşadiyê ye.’
10- ‘Bandêr û pergala herî îdeal, ew bandêr û pergal e ku mirov tê de bextewar dijîn.’
11- ‘Mirovên ji têgihiştina tahma jiyanê ditirsin, ehmeq in.’
12- ‘Hemû xirabiyên ku li dinyayê hene, herdem ji nezaniyê çêdibin.’
13- ‘Heke pereyên meriv hebin, meriv ne mecbûr e ku bixebite. Bi vî awayî, meriv demê dikire û dikare wê dema xwe, bi bextewarî derbas bike. Ango, pere dikare bextewariyê bikire.’
14- ‘Li wê dera ku kes nikaribe bibêje ev reş e yan ev spî ye, li wê derê ronahî ditemire û azadî jî dibe êsîriyeke dilxwaz.’
15- ‘Tiştê ku bi navê sebebê vejiyînê tê nasîn, di heman demê de sebebekî pir xweşik ê mirinê ye jî.’
16- ‘Meriv çuqasî kûr bifikire, diltengîya meriv jî hewqasî zêde dibe.’
17- ‘Çapemeniya serbest, dibe ku xirab an jî baş be. Lê serbestî tunebe, bêguman dê ew ê bêtir xirab be.’
18- ‘Heta ku edalet pêk neyê, dê nîzam jî tune be.’
19- ‘Eşq, welatê herî hêzdar ê hemû zemana ye.’
20- ‘Mirin jî, hênik e. Xweda jî nikarin li ber siya wê bihewin.’
21- ‘Beriya fêrbûna fikirînê, divê em fêrî jiyînê bibin.’
22- ‘Romannivîsên hoste, romannivîsên feylesof in.’
23- ‘Sedsala me ya bîstan, serdema tirsê ye. Hûn ê bibêjin tirs ne zanistek e. Belê, lê di vê tirsê de para zanistê jî heye.’
24- ‘Heta hûn nemrin kes ji sebeb, dilsozî û êşa we bawer nake. Heta hûn bijîn, rewşa we bi guman e. Ji bo ku hûn bikaribin ji wê gumanê xwe rizgar bikin, divê hûn tune bibin. Mirov wiha ne ezîzê min, durû ne û heta ji xwe hez nekin, nikarin hez bikin. Ka li cînarê xwe mêze bikin, hûn xweşbext in ku di avahiya we de mirinek rû bide. Mesela dema razayî ne, ji nişkave dergavanê apartomanê dimre. Di cih de hişyar dibin, wî alî vî alî dibezin, gunehê xwe pê tînin; miriyekî ter û teze, dem dema xwe nîşandanê ye êdî. Pêdiviya wan bi trajediyan heye, mixabin ev jî kurmê wan ê biçûk e, aperatîfa wan e.
Mîna hewayê pakij, pêdiviya hemû mirovan bi koleyan heye û bi birêvebirinê bêhna xwe vedidin. Yên herî bênesîb jî, bêhna xwe vedidin. Kesên di jêra derenceka civakî de ne jî, xwediyê jin û zarokeke ne. Heke azeb be jî, kûçikekê wan heye. Bi kurtasî a ku girîng e beyî mafê gotina mirovan, qehirîn e. Bi tenê mirovên ku Xwedê nahebînin û efendiyekî wan tune, barê roja wan gelekî giran e û tirsnak e. Nexwe divê meriv ji xwe re efendîyekî hilbijêre, lewre koletî tunebe, çaresereyeke mitleq jî tune.
Divê meriv ji serbestiyê xwe rizger bike û li hemberî miroveke ji xwe bênamustir beyî ku poşman bibe, serî bitewîne. Dema em tev bibin sûcdar, dê demokrasî çêbibe. Mirin bi serê xwe pêk tê, koletî jî bi hevkarî. Di dawiyê de herkes ji xwe re cihekî digre, serê xwe ditewîne û bi a xwe qayîl dibe. Dilşadî û serkeftinên me, heta em wan bi comerdî parve bikin, têne efûkirin, lêbelê ji bo dilşadiyê, divê zêde jî em guh nedin mirovên din. Mesele ne ew e ku meriv xirab be, lêbelê meriv ronahiyê wenda dike. Erê ronahiyê, serê sibehan me wê masûmiyeta pîroz ya mirovê ku xwe efû dike, wenda kir.’
Romanên wî: 1- Biyanî (L’etranger, 1942), 2- Weba (La Peste, 1947), 3- Ketin (La Chute, 1956), 4- Mirina Bextewar (La Mort Heureuse, 1970), 5- Mirovê Pêşîn (Le Premier Homme, 1995 piştî mirina wî)
Çîrokên wî: Mişextî û Qraltî (L’exil et le Rovaume, 1957) Şanoyên wî: 1- ‘Caligula’ Di sala 1938an de hatiye nivîsîn û di sala 1945an de hatiye leyîstin. 2- Ecinî (Les Possedes, 1959), 3- ‘Biyanî’ Li Tirkiyeyê, li bajarê Bursayê hatiye leyîstîn.
Ceribînên wî: 1- ‘Efsaneya Sisifos’ (Le Mythe de Sisyphe, 1942), 2- Ya beravajî ya Rasta Wê (L’envers et L’endroit, 1937), 3- Mirove ku Serî Hildide (L’homme rêvolte, 1951) 4- ‘Dawet û Nameyên Ji Dostekî Alman re’ (Lettre a un ami allemand, 1945)
Serî hildidim, nexwe em hene (I rebel therefore we are): Gotina Albert Camusê feylesofê hebûnparêz ê navdar, ku ji gotina hemwelatiyê xwe Descartes îlham girtiye. Wekî tê zanîn, René Descartes jî gotibû ku ‘difikirim, nexwe ez heme. (cogito, ergo sum). Meriv dikare bibêje ku ev gotin, mîna bingeha felsefeya Albert Camusî tê nirxandin. Li gor nêrîna Camus hebûnatî tewş e, çimkî îdeal û daxwazên mirovî, guhnedêrî û bêdengiya dinyayê a dûrî aqil, tûşî hev dibin.
Çareseriya vê yekê jî ne rev yan jî xwekuştin e, bi awayekî jidil serhildan e. Çawa ku ‘cogito’ sparteka felsefeya Descartesî bû, Camus jî vê gotinê kiriye sparteka felsefeya xwe û xwestiye ku bi rêya serhildanên şexsî, bîreweriyeke kolektîf biafirîne û vê yekê, li dijî rejîm û rêvebiriyên zordest, bike rêya felatê. tr: başkaldırıyorum, öyleyse varız. / fr: je me révolte, donc nous sommes.
- Jêder
- Antolojîya Feylesofan I (Anthology of Philosophers I)
- Alî Gurdilî - Weşanên Soran - Berlîn 2015
Şîrove 0